STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê taloqkirina tehliyeya 10 girtiyan a ji bo salekê protesto kirin.
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê taloqkirina tehliyeya 10 girtiyan a ji bo salekê protesto kirin. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), rêveberên rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), xizmên girtiyan û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn Di daxuyaniyê de pankarta “Taloqkirina tehliyeyan bi dawî bikin, ji girtiyan re azadî” hate hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Bila biruxin zindan, ji girtiyan re azadî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr di daxuyaniyê de axivî û got ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hincetên keyfî tehliyeyên girtiyan taloq dike. Dîlek Sonmez Demîr got ku ev sepanên derhiqûqî ji bo şikandina îradeya girtiyan tên kirin û wiha pê de çû: “Di nava çendek salên dawî de yek ji pirsgirêka herî mezin a zindanan û girtiyên şoreşger û welatparêz, bû taloqkirina tehliyeyan. Tevî ku înfaza xwe temam kirine jî gelek girtî nayên berdan.”
'PAR JÎ HEMAN TIŞT QEWIMÎN’
Dîlek Sonmez Demîr da zanîn ku taloqkirina tehliyeyan a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê êdî veguheriyek sepaneke sîstematîk û ev tişt anî ziman: “Tehliyeya 10 jinên girtî ji bo salekê hatine taloqkirin. Tehliyeyên Dîlek Oz, Dîlan Kutlu, Eylem Ozer, Elîf Yaş, Mekîne Sonuk, Dîlan Turan, Turkan Karadaşli, Nîel Genç, Sureyya Bulut û Zelal Kiliç hatine taloqkirin. Ev tehliye bi awayekî keyfî hatine taloqkirin. Par jî bi hincetên weke ‘ji kantînê radyo kiriye’, ‘pirtûk standiye’, ‘tev li çalakiyên civakî nebûye’, ‘neçûye qawîşa kesên serbixwe’ û hwd. tehliyeyên girtiyan hatibûn taloqkirin.”
'VAN SÛCAN TAVILÊ BI DAWÎ BIKIN’
Di daxuyaniyê de her wiha ji Dayikên Aştiyê Sabîha Bozan jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em van sepanan bi tu awayî qebûl nakin. Îro li zindanan tecrîdeke mezin heye. Em bang li Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Hundir û Serokkomar dikin; van sûcan tavilê bi dawî bikin. Êdî bes e.”