Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e

  • jin
  • 09:25 28 Cotmeh 2024
  • |
img

STENBOL - Endama Koordînasyona Navendî ya OGK'ê Hîvda Selen diyar kir ku wekî gelek qadên jiyanê li wargeh û zanîngehan jî ji ber nasnameya jinê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got ku armanc dikin ku bi kargehên xweparastinê jiyaneke din jî pêkan e. 

 
Li welêt tundiya li ser jinê û kuştina wan û binpêkirinên mafan li hemû qadên jiyanê her diçin zêde dibin. Ji ber tundiya mêr her roj herî kêm 4 jin niyana xwe ji dest didin. Li gor çeteleya tundiyê ya mehane ya JINNEWS'ê, di meha Îlonê de herî kêm 30 jin û zarokek hatine qetilkirin û herî kêm 15 jin û 4 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Endama Koordînasyona Navendî ya Jina Ciwan a Azad (OGK) Hîvda Selen, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna li dijî tundiya mêr. 
 
PIŞTÎ PEYMANA STENBOLÊ
 
Selen diyar kir ku feraseta dewleta baviksalarî dibe sedema zêdebûna tundiyê û got ku bi taybetî piştî fesixkirina Peymana Stenbolê bûyerên tundiyê zêde bûne. Selen bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê û got: "Ji ber ku mêrên kujer di deriyê pêş de digirin û di yê paş de berdidin, ev yek êdî cesaretê dide kiryarên potansiyel. Lewma li vî welatî gava jinek derdikeve derve ji aliyê kesekî nenas ve tê kuştin. Helbet ev jixweber çênabe. Polîtîka dibin sedema vê yekê. Ji ber vê hêrsa jinan zêde bûye û ev hêrs her diçe dibe hêrseke civakî. Me vê hêrsê li kuçeyan, lîseyan û zanîngehan dît. Rastiyeke bi vî rengî heye; dewleta mêr bi tu awayî jinan naparêze. Endamê meclisê yê AKP'î derket got, 'bi qasî yê dikuje, ya dimire jî sûcdar e.' Tundî rasterast ji aliyê dewletê û desthilata wê ya siyasî ve tê rewakirin." 
 
Selan bal kişand ser şert û mercên wargehên xwendekaran jî û got ku jinên ciwan li van wargehên KYK'ê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Selen wiha got: "Li van wargehan xelekeke nayê dîtin heye. Mesele tenê ne xwarina xerabe ye. Li vir jin ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Îro ew xeleka nedîbar deng derxist û got, 'ez liw aregahn rastî destdirêjiyê têm.' Lewma divê em wî dengî bilind bikin."
 
KARGEHÊN XWEPARASTINÊ
 
Selen bilêv kir ku dewlet jinan naparêze û lewma dest bi lidarxistina kargehên xweparastinê kirine û got: "Xweparastin rewa ye. Em Çîlem Dogan bînin bîra xwe. Gava mêr dikujin ceza nayê dayîn, lê jin ji bo nemirin û ji bo bijîn gava ji bêgavî dikujin bi cezayên pir giran re rû bi rû dimînin. Lewma em wiha difikirin ku ji bo jiyanê xweparastin şert e. Em wiha difikirin ku pêdiviya jinan bi xweparastinê û bi xwebihêzkirinê heye. Lewma me kargehên xweparastinê dan destpêkirin."
 
Selen da zanîn ku eleqeyeke zêde ji bo kargehan heye û got ku ji gelek bajaran jin xwe digihînin wan ku beşdarî dersan bibin. 
 
Selen got: "Jiyaneke din a ku em bihûnin pêkan e. Gava jin vê hêrsê vediguhêzînin kuçeyan em vê dibînin. Em dikarin bi ser bikevin. Lewma em bang li hemû jinan dikin ku di bin banê OGK'ê de xwe birêxistin bikin." 
 
MA / Yeşîm Tukel
 

Sernavên din

29/10/2024
09:27 Ji bo zarokan kargehên 'hînkirina azad'
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2024’AN
28/10/2024
19:34 Li Îranê di mehekê de 150 kes hatin bidarvekirin
19:31 Li Hezexê 9 kes serbest hatin berdan
16:12 Îdianameya Çeteya Yenîdoganê hate qebûlkirin
15:55 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi bombekirinê aştiya navxweyî pêk nayê
15:40 Li Mûşê qezaya trênê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
15:34 10 baroyan bertek nîşanî êrişan dan: Êriş dibin sedema neçareseriyê
15:12 Berxwedana edaletê ya ji bo Roboskê di meha 154’an de ye
15:08 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kiribû hate girtin
14:21 DEM Partî: Me komkujiya madenê ya li Ermenekê ji bîr nekir
14:20 Li Amedê bertek nîşanî êrişan dan: Sûcê şer tê kirin
14:08 Jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Evîn Demîrtaş dan
13:22 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
13:05 Hunermendê di çalakiya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hatibû girtin tehliye bû
12:05 Şîna Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
11:54 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:37 Jinek li Qoserê bi awayekî guman mir
11:10 Piştgirî dan parêzerê di danişînê de hatibû binçavkirin: Parastin dê serî netewîne
10:48 HDK dê lijneya giştî li dar bixe: Bi hev re ber bi azadiyê ve
10:21 Xemla payîzê û dermanê bapêşê: Şîlan
10:19 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî
10:12 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:09 Nijadperestan êrişî daweta kurdan kir: Em li vir muzîka kurdî û kurdan naxwazin
09:31 Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî
09:25 Ji OGK'ê kargehên xweparastinê: Jiyaneke din pêkan e
09:02 Sûc tune be jî dikare bê afirandin: Hevdîtina nûçeyê ya li gor armancên rêxistinê
09:00 Parêzer Coşacak: Divê mafê hêviyê nebe qurbana siyasetê
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/10/2024
21:23 Êrişî Garê hat kirin
19:55 Hevserokên giştî yên nû yên ESP’ê diyar bûn
16:48 Xelkê Dêrik û Amûdê li dijî êrişan daketin qadan
16:20 Komeleya Ekolojiyê ji bo zarokan çalakî li dar xist
16:19 ‘Bila qada hewayî ya Rojava ji balafirên dewleta tirk re bê girtin’
15:28 Silha malbatên Şenyaşar û Yildiz hate kirin
14:06 Hesabên medyaya dijîtal ên hunermend Rotînda hatin girtin
13:59 DEM Partiyê li Rihayê silha du malbata kir
13:51 Bakirhan: Sermuzakerevan birêz Ocalan e
13:28 Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist: 35 kes birîndar bûn
12:48 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk hezar û 31 caran êriş kir û 17 kes hatin qetilkirin
11:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
11:22 Encamnameya civîna PM’a DEM Partiyê: Divê mercên azadiyê yên Ocalan bên avakirin
11:21 Parlamentoya Iraqê dê cara dawî ji bo ‘Qanûna Statûya Şexsî’ bicive
10:56 Li Wanê ajokar nikarin debara xwe bikin: Heya pergal neguhere wê wiha be
10:54 Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû
10:52 Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
09:58 Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
09:50 Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
09:30 ‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
09:04 ‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
09:03 16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
09:02 Albur ê astengdar hest û nêrînên xwe bi muzîkê dijenîne
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2024'AN
08:54 Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
08:50 Li Rihayê ciwanek a 18 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
26/10/2024
20:32 Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
15:57 Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
15:53 Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin