Berdana Şitilay cara 4'an hat taloqkirin

  • rojane
  • 09:01 9 Cotmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Tehliyeya girtiyê bi navê Serdar Şitilay ê ku gotibû "Eger ez azad bibim ez ê ji bo azadiya gelê xwe siyasetê bikim" careke din hat taloqkirin.
 
Berdana Serdar Şitilay ê li Girtîgeha Girtî ya Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê ye, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve cara 4’emîn hat astengkirin. Şitilay ku di sala 1993'an de li Amedê hat binçavkirin, bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin, di 9'ê Gulana 1994'an de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya "Beşeke axa di bin serweriya dewletê de ji dewletê veqetîne" cezayê muebedê lê hat birîn. Çendî ku Şitilay înfaza xwe temam kiriye jî nayê berdan.
 
Şitilay di 3'yê Nîsana 2023'yan de 2 roj beriya bidawîbûna cezayê wî yê 30 salî, derxistin pêşberî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê. Şitilay bertek nîşanî bendewariya "poşmaniyê" ya lijneyê da û wiha got: "Ez naguherim. Heger hêviyeke we ya wiha ji min hebe hûn ê pir li bendê bin. Tu ferqa Serdarê 30 sal berê û Serdarê niha tune ye. Di roja ewil de min bawerî bi kîja nirxan anîbe ez niha jî tînim." Lijneyê jî pirsî "Heke hûn derkevin derve hûn ê çi bikin?"  Şitilay jî got: “Eger derfeta azadiya gelê xwe bibînim, ez ê di zemîneke qanûnî de soyasetê bikim. Divê mirov hevgirtî be, bêbextiyê li nirxên xwe neke." 
 
BERSIVA GIRTÎ LIJNEYÊ QANEH NEKIR!
 
Lijneyê di rapora xwe de diyar kir ku Şitilay dema lîseyê dixwend hatiye girtin, di girtîgehê de gelek pirtûk xwendiye û jiyana li derveyî girtîgehê bi televîzyon, radyo û pirtûkan dişopîne. Lijneyê di rapora xwe de diyar kir ku Şitilay lêgerînan asteng nekiriye û gef lı personelan nexwarıye, provokasyon nekiriye û zor li personelan nekiriye û îdia kir ku Şitilay gotiye ku eger serbest bê berdan jî ew nizane dê çi bike. 
 
Tevî van tiştan hemûyan jî lijneyê derpêş kir ku Şitilay bê berdan dê entegreyî civakê nebe û berdana wî 6 mehan taloq kir. 
 
Şitilay di 10'ê Nîsanê de îtîraz li biryara taloqkirinê ya ewil kir, lê Dadweriya Înfazê ya Xarpêtê biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê guncav dît û di 27'ê Nîsanê de îtîrazê red kir. Îtîraza yekemîn a li Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê jî hat redkirin.
 
'HÛN HEZAR SALÎ JÎ BIDIN FERQ NAKE'
 
Şitilay ê ku di 2'yê Cotmeha 2023'yan de 6 mehê taloqkirina ewil bi dawî bû, dîsa derxistin pêşberî lijneyê û ji bo bendewariya "poşmanîtiyê" ya lijneyê got: "Ev 30 sal in ez di girtîgehê de me. Mesele ne ev e. Ger mesele azadiya gelê min be, ferq nake ne 6 meh, hûn hezar salên din jî taloq bikin ferq nake. Hûn ji min re dibêjin 'Xebatên siyasî neke. Wekî gûzeke pûç bijî. Min berê jî gotibû. Ez ê di çarçoveyeke qanûnî û demokratîk de siyasetê bikim." 
 
Lijneyê derpêş kir ku Şitilay ne poşman e û ger bê berdan dê di nava PKK'ê de cih bigire û berdana wî 6 mehên din taloq kir. Dadweriya Înfazê ya Xarpêtê îtîraza di 26'ê Cotmehê de red kir. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Xarpêtê jî bi heman awayî îtîrazê îtîraz red kir. Bi vî awayî berdana Şitilay cara duyemîn hat taloqkirin. 
 
Vê carê ji Şîtlayê ku dema taloqkirina wî di 2'yê Nîsana 2024'an de bi dawî bû, pirsa "Gelo avêtina bombeyê li cihekî, pevçûn tiştekî asayî ye?" Şitilay jî got, "Ger dı çarçoveya maf û azadiyan de mafê xweîfadekirinê yê mirovan neyê naskirin wekî din wê çi bike?" Lineya ku rewşa serbestberdana Şitila nirxand, biryar da ku cara sêyemîn berdana wî 6 mehan bê taloqkirin. Serlêdana Şitilay ku li dijî biryarê serî li Dadweriya Înfazê dabû, di 20'ê Gulanê de hat redkirin. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Xarpêtê ku Şitilay li dijî biryara redkirinê serî li wê dabû jî, di 26'ê Hezîranê de derpêş kir ku biryar di cih de ye û serlêdana Şitilay red kir. 
 
Şitilay di 2’yê Cotmehê de dîsa derxistin pêşberî lijneyê. Lijneyê bi heman hincetan cara 4'emîn 6 mehên din serbestberdana Şitila taloq kir. Wê berdana Şitilay di 27'ê Adara 2025'an de bê nirxandin. 
 
LI DIJÎ HIQÛQÊ YE
 
Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya û Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, ji bo astengkirina berdana Şitilay serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê (HÎK) dan. Di serlêdanê de îşaret bi lijneyan û qanûnên çêkirine hat kirin û hat gotin ku ji ber van lijneyan zextên giran li girtiyan tê kirin. Her wiha di serlêdanê de hat diyarkirin ku lijne biryarên keyfî û nehiqûqî didin.
 
Di serlêdanê de hat xwestin ku bê lêkolînkirin ka rêziknameyên ku rê li ber avakirina van lijneyan vekiriye û lijne li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne yan na.     
         
MA / Mehmet Aslan 

Sernavên din

11/10/2024
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin
14:25 Di doza ji ber gotina Qirkirina Ermenan de biryara beraetê hate dayin
14:07 Li Lîseya Îmam Xatîbê tacîza zayendî li xwendekarekê hatiye kirin
12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê
12:36 DEM Partî: Rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye
12:35 Malbat û peykersaz beşdarî merasîma vekirina bîrdariya Komkujiya Garê nebûn
12:26 Du jinên Rojhilatî çand û erdnîgariya xwe bi cîhanê didin nasîn
12:03 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên komployê
11:43 Jinan ji rayedaran re got: Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin
11:18 Gel vexwendin Qada Stasyonê: Em ê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeş bikin
11:16 Bayindir: Rojava mîna stêrkan dibiriqe, divê Rojhilata Navîn bibe Rojava
10:57 Li dijî texrîbata ekolojiyê ya li Giyadînê dê çalakî bên lidarxistin
10:56 Prz. Şahîn: Dive ji bo ‘mafê hêviyê’ saniyekê jî neyê sekinandin
10:42 Unsal: Heke qala aştiyê bikin wê demê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:02 DBP’ê bi boneya komployê daxuyanî weşand: Xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derbikevin
09:59 Hevşaredara Misircê hate binçavkirin
09:58 Ji sedan rezvanan tenê sê jê man
09:55 Ji Şandeya Aştiyê Padel: Ocalan ji bo pevçûnan çareyê dibîne
09:19 Êzidî li dijî peymana 9'ê Cotmehê têdikoşin: Tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin
09:19 Xerîb Hiso: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komployê bû
09:07 Mehmet Ocalan: Derhiqûqtî bi erêkirina komplogeran didome
09:06 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû serlêdana 'rawestandina înfazê'
09:05 Derhêner Kazim Oz: Sînemaya kurdî bi 'sansureke dersînor' re rû bi rû dimîne
09:01 Berdana Şitilay cara 4'an hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2024’AN
08/10/2024
21:30 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di rojevê de ye
21:25 ‘Yê ku aştiyek bi rumet bîne Ocalan e’
16:38 Li Amedê seferberiya 13’ê Cotmehê: Ji bo azadiyê em biherikin Qada Stasyonê
16:35 Rûniştina girtî ya Meclisê dest pê kir
16:23 4’emîn atolyeya ‘rojnamegeriya krîzê’ ya DFG’ê dest pê dike
16:00 AKP’ê û MHP’ê bi paş ve gav avêt: Ji bo cînayetên zarokan dê komîsyon bê avakirin
15:37 ÎHD’ê bang li NY’ê kir: Qirkirinê bidin sekinandin
15:10 Hestiyên di gorê de aydê Cem Garîpoglû ne
15:04 Li Edeneyê amadekariyên 13’ê cotmehê: Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye