ESKÎŞEHÎR - Endamên ‘Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş’ diyar kirin ku heta edalet ji bo Rojîn Kabaîş pêk were dê têbikoşin û dozê gav bi gav bişopînin.
Rojîn Kabaiş (21) li Wanê xwendekara pola yekem a Zankoya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYÜ) bû, piştî ku şîv xwar li Yurda Jinan a Seyyid Fehim Arvasi ku lê dima, bi awayekî gumanbar di 27’ê îlonê de winda bû. Cenazeyê Rojîn Kabaîş 18 roj şûnde li peravê Taxa Molla Kasim hat dîtin. Lê tevî ku 4 meh di ser mirina Rojîn Kabaiş re derbas bûne jî, hê jî piştperdeya mirinê nehatiye zelalkirin.
Piştî mirina Rojîn Kabaiş nehat ronîkirin, jinan ji bo ronîkirina mirina wê ya bi guman li gelek bajaran ‘Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş’ ava kirin. Endamên ‘Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş’ a li Eskîşehîrê hat avakirin Bensu Ozkan û Bahar Beytekîn têkildarî mijarê axivîn.
‘CENAZE LI DIJÎ HERIKÎNA PERAVÊ HAT DÎTIN’
Endama komîsyonê Bensu Ozkan da zanîn ku piştî cenazeyê Rojîn Kabaîş hat dîtin, bi gotina 'întîxar' hewl dane bûyerê veşêrin û wiha got: "Em bi gotina 'Rojin întîxar nekiriye' têkoşîna xwe berfireh dikin. Ji ber ku Rojîn xwe nekuştiye. Li ser bedena Rojîn 2 DNA’yên mêr hatin dîtin. Nayê zanîn ku ev DNA ya kê ye û di kîjan beşa laşê wî de ye. Perava ku Rojîn lê hat dîtin bi qasî 20 kîlometre dûrî qada ku lê winda bû ye û berevajiyê herikîna pelên ava Gola Wanê ye. Di dosyayê de biryara qedexekirinê heye. Heta malbat û parêzerên wî jî nikarin xwe bigihînin dosyayê.”
‘BILA BIRYARA VEŞARTÎ BÊ RAKIRIN’
Bensu Ozkan anî ziman ku divê biryara veşartî ya li ser dosyayê bê rakirin û wiha got: “Wek ku me ji Komîsyona Edaletê ya Şule Çet û Edaletê ya Gulistan Dokuyê jî dît; em dizanin ku ger li ser mijarê bê sekinandin dê encam bên bi destxistin. Şule Çet û Gulistan Doku jî hatin windakirin. Û ji bo herduyan jî hat gotin: xwe kuştine. Me îspat kir ku Şule bi cezakirina kiryaran întîhar nekiriye. Me îspat kir ku Gulîstan Doku ne winda ye lê hatiye qetilkirin.”
‘JINAN DIKIN QURBAN’
Bensu Ozkan got ku jinan întîXar nekirin, hatin qetilkirin û wiha axivî: “Kuştin pêk tên, jin tên qetilkirin. Em bang li jinan dikin ku bibin parçeyek ji têkoşîna me, beşdarî çalakiyên ku em organîze dikin bibin û bi parêzerên dildar re dozê bişopînin. Em ê dozê gav bi gav bişopînin. Û hem jî wek mudaxîl bişopînin. Heta edaleta rasteqîn ji bo Rojînê pêk were em ê têbikoşin.”
‘EM JIN ÇARESERIYA HEV IN’
Endama Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş Bahar Beytekîn jî wiha got: “Her roj jin tên qetilkirin û bi pênasekirina întîxarê hewl tê dayîn vê yekê veşêrin. Rojîn jina ku ji yurda KYK'ê derketiye û hatiye qetilkirin e. Di rewşeke normal de ger saetên ketin û derketinê li KYK’ê 5 deqeyan dereng be jî, rêveberiya yurdê li pêşberî me radiweste. Lê dema mijar Rojîn bû tu daxuyanî neda. Tam ji ber van sedeman em jin çareseriya hev in. Ji ber vê yekê êş, hêrs û serpêhatiyên me wek hev in.
MA / Enes Beyaz