Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!

img
ŞIRNEX - OHD’ê li dijî birîna daran a li Herêma Botanê serî li Wezareta Çandinî û Daristanan da. Midûriyeta Daristanan a Rihayê bersiv da serlêdanê û birîna daran red kir. Midûriyetê îdia kir ku “Dar li gorî mewzûatê" tên birîn û hewl da qirkirinê rewa bike. 
 
Li herêmên Cûdî, Besta, Komatê û Elemûnê yên Şirnexê bi destê cerdevanan û bi çavdêriya leşkerên dewleta tirk qirkirineke mezin a daran tê kirin. Ev qirkirin zêdetirî 3 sal in bênavber didome. Li gorî rapora Komîsyona Hawirdor û Ekolojiyê ya Baroya Şirnexê ya sala 2021’an; li bajêr heta niha bi dehan qadên daristanê hatine tunekirin û ji sedî 8’ê daristanên herêmê hatine tunekirin. Tê diyarkirin ku bi talana petrolê ya li Gabarê re ev rêjeye hîn zêdetir bûye. 
 
Ji bo pêşîlêgirtina vê qirkirinê, heta niha gelek serlêdan hatine kirin û daxwazname hatin şandin lê tu encamek jê nehat girtin. Herî dawî jî li ser navê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Îpek Sarica di 24’ê tîrmehê de têkildarî mijarê daxwaznameyek ji Wezareta Çandinî û Daristanan re şand. 
 
QANÛN BI BÎR XIST
 
Di daxwaznameyê de hat gotin ku qirkirina daran ên li herêmên behsa xeberê hatiye tespîtkirin û ev qirkirin hêj didome. OHD’ê her wiha bal kişand ser xala 169’emîn a qanûna parastina daristanan û wiha got: “Li gorî qanûnê; dewlet ji bo parastina daristanan û berfirehkirina qadên daristanê divê qanûnan derxîne û tevdîran bigire. Li şûna daristanên dişewitin daristanên nû şîn dike û nabe ku li van deveran çandinî û sewalkarî were kirin. Sexbêrkirina tevahiya daristanan berpirsyartiya dewletê ye. Mulkiyeta daristanên dewletê nabe. Li gorî qanûna daristanên dewletê, dewlet birêve dibe û bi kar tîne. Ev daristan, bi rêya demborînê nabin milk û ji bilî berjewendiyên cemaweriyê bi tu awayî nayên bikaranîn. Ji bo tu fealiyetên zirarê didin daristanan destûr nayê dayin. Tu propagandayên siyasî yên ku dê rê li ber texrîbkirina daristanan vekin nayên kirin; ji bo sûcên daristanan jî tu efûyên giştî û taybet nayên kirin. Sûcên weke şewitandina daristanan an jî birîna wan nakevin ber efûyên giştî û taybet.” 
 
QADÊN DARISTANÊ KÊM DIBIN
 
Bi domdarî OHD’ê daneyên nûjen ên Midûriyeta Daristanan a Herêmê ya Rihayê li ser malpera wê ya fermî parve kir û got: “Li Şirnex û navçeyê wê qada daristanê ji sedî 36 e. Midûriyeta Giştî ya Daristanan jî di 18.02.2021’ê de li ser hesaba xwe ya fermî ya facebookê got; ‘qada daristanê ya Şirnexê ji sedî 44 e.’ Li gorî du daneyên cuda yên Midûriyeta Giştî ya Daristanan, di navbera mehên sibat-îlonê de li Şirnexê ji sedî 8’ê qada daristanê kêm bûye. Her çend daneyên fermî wiha bibêjin jî, li gorî xebatên li qadê tên kirin ev rêjeye hêj zêdetir e. Ji ber birîna daran a her roj tê kirin, qadên daristanê roj bi roj kêmtir dibin.” 
 
'PÊWÎSTÎ BI XEBATEKE ÎDARÎ HEYE’
 
Di berdewama daxwaznameyê de hat diyarkirin ku veguhestina darên tên birîn a bi kamyonan a li bajarên cuda sûc e û ev tişt hatin gotin: “Berpirsyartiyên Qanûna Daristanan nayê cîbicîkirin. Ji bo birîna daran a li herêmên navborî yên Şirnexê hewcehî bi kirariyên îdarî heye û divê meqamên peywirdar bikin. Di xala 14/B a Qanûna Daristanan a hejmar 6831’ê de veguhestina daran jî weke sûc tê destnîşankirin. Di xala 41’emîn a qanûnê de wiha tê gotin; ‘berhemên daristanê yên bi awayekî hatine firotin, heta bedela wê neyê dayin yan jî nameya temînatê ya bankayê nebe yan jî heta tehwîla wê ya dewletê neyê cîbicîkirin, heta yên divê mohr lê were xistin neyên mohrkirin, heta tezkereya neqliyekirina berhemên daristanê neyê standin, heta fatûre û îrsaliyeya sewqkirinê neyên dayin nayên veguhestin.’ Di xalên 41, 100 û 108’emîn ên Qanûna Daristanan de heta mohr, fatûre û neqliye nebe bi tu awayî berhemên daristanê nayên sewqkirin. Sewqkirina darên li Şirnexê hatine birîn jî ji hêla meqamên xwedî raye ve hatine kirin û pêdivî bi kirariyên îdarî yên li gorî hiqûqê heye.” 
 
MIDÛRIYETÊ QIRKIRINA DARAN ÎNKAR KIR!
 
Midûriyeta Giştî ya Daristanan a Rihayê bersiva daxwaznameyê da. Midûriyetê îdia kir ku daxwaznameya behsa xeberê bi Serokatiya Cîgirê Midûrê Daristanan a Herêma Rihayê ve û bi tevlibûna midûrê şaxa têkildar, Midûrê Daristanan ê Şirnexê û komîsyona parêzerê Midûriyeta Daristanan a Şirnexê ve hatiye lêkolînkirin. Midûriyetê îdia kir ku li gundê Çemanê yê navçeya Elkê ya Şirnexê tu karûbarê birîna daran nayê kirin, birîna daran a li herêma Komateyê ya Elkê, gundê Elemûnê ya Qilebanê û herêma Çiyayê Gabarê “li gorî Rêzikname û Mewzûatên Qanûnan” tê kirin. Bi domdarî midûriyetê ev îdiaye kir: “Li Şirnexê di navbera dîrokên navberî de di rêjeya daristanan de tu kêmbûnek çênebûye, birîndara daran û sewqkirina wan li gorî hiqûqê, bi destê meqamên îdarî, rayedar û peywirdaran ve tên kirin. Îdiayên komeleya we kirine rast nînin û hatiye tespîtkirin ku daxwaza we ya ji bo sekinandina birîndara daran di cih de nîne.”
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

06/09/2024
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'
09:01 Agahiyê ji 2 kurên xwe yên di destê DAIŞ'ê de nagire!
09:01 Rojnamevan Şengalî: Êrişên qirkirinê bi berxwedanê dikare bê sekinandin
09:00 Berdana girtiyê nexweş ê ‘poşmantî’ qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin
09:00 Endamên mekteba siyasî ya PADÊ: Dibe ku girtibin lê em ê civaka biparêzin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
03/09/2024
20:14 Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
20:11 WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
20:09 Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
16:11 Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
15:58 Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
15:24 Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
14:59 Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan
14:30 MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş
14:00 Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
13:59 DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
13:41 Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
13:33 Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
13:31 DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
12:55 Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
12:50 Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
11:58 Di şevekê de 24 caran êriş kirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
11:02 Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
10:44 TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin