ENQERE - Piştî "Qanûna Komkujiyê" tundiya li hemberî heywanan û kuştina wan zêde bû. Têkoşîna parêzvanên mafên mirovan a li dijî vê jî didome.
Pêşnûmaya qanûnê ya AKP-MHP'ê ku kuştina heywanên li derve dihewand, di 30'yê Tîrmeha 2024'an de li Meclisê hat qebûlkirin. Piştî qebûlkirina "Qanûan Komkujiyê" ku parêzvanên mafên mirovan wê wiha bi nav dikin, li gelek bajaran tundiya li hemberî heywanan û kuştina wan zêde bûye.
Derket holê ku li stargeha heywanan a navçeya Mamak a Enqereyê di 14'ê Kanûnê de îşkence li heywanan hatiye kirin. Parêzvanên mafên mirovan ku serdana stargehê kirin, diyar kirin ku heywan birçî hatine hiştin û heywanên nehatine tedawîkirin hev du parçe kirine. Piştî vê straghea heywanan a ku xwendekarên Zanîngeha Yildirim Beyazitê ya Enqereyê bid erfetên xwe li kampusê çêkiribûn, ji aliyê rektor Alî Cengîz Koseoglû ve hat xerakirin. Her wiha Civata XWedebkarên Dostê XWezayê jî ya li zanîngehê dixebitî bê sedem hat girtin.
Parêzvanêb mafên mirovan, bertek nîşanî êrişên li ser heywanan û kuştina wan dan.
'HEYWANAN HEV DU DIXWAR'
Endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Beylan Solmaz Saçilikê ku li dijî kuştina heywanan têdikoşe, got: "Di 14'ê Kanûnê de endamên Înîsyatîfa Ez li Kuçeyê me Li Cem Te Me û hevalên me yên parêzer ên endamê Navenda Mafên Heywanan a Baroya Enqereyê bi awayekî rûtîn çûn stargeha heywanan a Şaredariya Mamakê. Gava em ketin hundirê stargehê bi rewşeke wekî komkujiyê re rû bi rû man. Heywanên nexweş hev du perçe dikirin. Heywanan hev du dixwar."
Endama înîsiyatîfê Denîz Akça jî diyar kir ku peywirdasrên li stargehê tahde li heywanan kiriye û got: "Heywanan bi toqên fetisandinê digerandin û heywanan bi erdê ve dikişandin. Heya ji destê me hat me hewl da pêşî li vê bigire."
Endama Civata Xwendekarên Dostê Xwezayê Irmak Kubra Irmak jî têkildarî qada ku ji bo heywanan li kamousê çêkiribûn axivî. Irmak Kubra Irmakê destnîşan kir ku piştî rûxandina stargehê xwarina mayî jî nagihê heywanan û got ku dema stargeh hatiey xerakirin ji wan re nehatiye gotin. Irmak Kubra Irmakê got: "Rêveberiya zanîngehê bi tu awayî agahiyê nade me. Em li bendê ne demildest agahiyekê bide me."