Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn: Xeyalên wan dê nîvco nemînin

  • rojane
  • 11:46 20 Tîrmeh 2024
  • |
RIHA - 33 Rêwiyên Xeyalan ên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn. Di axaftinên li bîranînê hatin kirin de hate diyarkirin ku ciwanan armanc dikir ku bigihin berxwedana Kobanê û wiha hate gotin: “Xeyalên wan dê nîvco nemînin.”
 
33 kesên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrişa DAIŞ’ê ya xwekujiyê de hatin qetilkirin tên bibîranîn. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kûnt Ayan, Ferît Şenyaşar, Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Hevseroka Federasyona Komalayên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê û hevşaredarên navçeyê yê DEM Partiyê beşdarî bîranîna li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê tê lidarxistin bûn. 
 
Beriya daxuyaniyê ji Rêxistina DEM Partiyê ya Pirsûsê ber bi Navenda Çandê ya Amarayê ve meş hate lidarxistin. Piştî meşê li vir axaftin hatin kirin. 
 
‘ŞOREŞ BÛ HÊVIYA ME’ 
 
Heseroka SGDF'ê Berfîn Polat di bîranînê de wiha axivî: “Me 9 sal berê ew şoreş parast, niha divê em ji nû ve ava bikin. Ji ber ku li dijî çeteyên barbar şoreşek bi ser ket. Rêhevalên me Kobanê bi xwîna xwe av dan. Hevalên me bi xeyalên xwe ve hatin qetilkirin. Em piştî 9 salan dîsa li vir in. Bi şoreşa li kêleka me re me xwest em bi gel re hevdîtinê bikin, şoreşê li hemû xakan belav bikin û bi jinan re bînin cem hev. Ji ber ku di şoreşa jinên Rojava de me azadiya xwe dît. Ev şoreş bû hêviya me. Me xwest têkoşîna yekbûyî ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê berfirehtir bikin. Armanca vê xewnê ew bû ku bêdawî bê hiştin. Dewletê pêşî li qetlîamê negirt. Ev komkujî ne tenê komkujiyeke ku bi destê DAIŞ’ê pêk hatiye kirin. Ev komkujiyeke ku bi hevkariya dewlet û DAIŞ’ê pêk hatiye ye.”
 
‘TÊKOŞÎNA WEKHEVIYÊ YA GELAN BIDAWÎ NEBÛ’ 
 
Cîgira Hevserokên Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran, diyar kir ku 33 Rêwiyên Xeyalan ji bo xwe bigihînin Kobanê, ji bo bibin parçeyeke şoreşê ji bo hevdîtina bi jinên û zarokên Kobanê yên ku li ber xwe didin bi rê ketin û wiha bi lêv kir: “Bi xeyalan bi rê ketin. Xwestin xeyalên ciwanan têk bibin. Çend bedenên hevalên me perçebûn jî destê hevdû bernedabûn. Dema şehîd ketin jî xwedî li nirxên xwe derketin. Ev qetlîameke hevpar bû. Bê destûr kesek nedikarî bikeve qadê. Lêgerinek mezin dihat kirin. Kujerên ku li bedena xwe bombe girêdan hatin li qadê? Xwestin hêviya jiyana wekhev a gelan bikujin. Xwestin serhildana Kobanê asteng bikin. Gelo asteng kirin? Nikarin asteng bikin. Têkoşîna wekheviyê ya gelan bi dawî nebû û niha jî li ber xwe didin. Tişta ku têk çû rejîma faşîst e. Em ê jiyaneke bi rûmet ava bikin. Xeyalên rêhevalên me nîvco neman dê nemînin jî.” 
 
‘BILA DAWÎ LI ZIMÊ BÎNIN’ 
 
Li ser navê Dayikên Aştiyê Meyaser Korkmaz axivî û da zanîn ku divê êdî qetlîam pêk neyên, aştî û azadiyê daxwaz dikin, bila dawî li zilmê bînin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan a herî dawî axivî, bal kişand ser qetilkirina ciwanan û wiha got: “Xwestin dawî li doza qetlîamê bînin. Lê em dizanin li pişt vê qetlîamê kî hene. DAIŞ bi rihetî tê navenda çandê û ciwanan qetil dike, me ev yek dît. Lê belê tevahiyê cîhanê jî şoreşa ku pêk hatî dît. Li şûna ku kujer bên darizandin malbatên ciwanan tên darizandin. Lê belê dê têkoşîna me bidome. Davutoglû niha dixwaze li ser vê qetîamê siyasetê bike lê em destûrê nadin vê yekê.”
 
Piştî axaftinan bi meşê çûn cihê qetlîamê û li vir qurnefîl danîn, pişt re jî serdana gorên qurbaniyên komkujiyê hate kirin.
 

Sernavên din

22/07/2024
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin
15:33 Li Efrînê 9 kes hatin revandin
15:03 Rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn: Qûrnefîl û pêlîstok danîn ser gorên wan
14:05 Di êrişa kafeyê de kesekî din jî hate binçavkirin
13:52 Rayedarê midûriyeta polîsan got ‘di bin çavan de ye’ lê 32 sal in agahî jê nayên girtin
13:28 Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin
13:19 Li Wanê komxebata Jinan: Demokrasiya herêmî bi jinan dest pê dike
12:51 Malbatê windakiriyan li 4 bajaran daxwaza edaletê kir
12:12 Hate îdiakirin ku girtiyê edlî xwe şewitandiye
11:59 Cenazeyê girtiyê 30 salan Yaşa li Amedê hate veşartin
11:46 Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn: Xeyalên wan dê nîvco nemînin
11:35 Rêxistinên Ekolojiyê dê li dijî qirkirina xwezayê 28'ê tirmehê li Şirnexê bin
11:16 Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin
11:04 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in
10:50 Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin
10:34 Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike
10:26 Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne
09:40 ‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
09:21 Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
09:16 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
09:13 Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
09:10 Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
09:08 'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
09:06 Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:34 Li Bêgiriyê Şahiya Gel: Em rê nadin qeyûman
19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
20:30 Jinek li Semsûrê hat kuştin
19:24 Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
17:56 Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
17:41 Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
17:27 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn
17:18 Doza Malbata Şenyaşar: Daxwaza guhdarîkirina li şahidan hat redkirin