Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne

  • rojane
  • 10:26 20 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Şirnexê Mîhrîban Şenbayram bal kişand ser kûrbûna pirsgirêkên li qada tenduristiyê yên li Şirnex û navçeyên wê û got: “Dema mijar Şirnex be, mafê tenduristiyê yê ku divê bêheq û bikarin xwe bigihîninê, bi awayekî cidî tê sekinandin.”
 
Li Şirnexê krîza di sektora tenduristiyê de her ku diçe girantir dibe. Li Şirnexa, ku beriya niha bi kêmasiyên xizmetên tenduristiyê û kêmbûna kapasîteyê re ketibû rojevê, vê carê bi nexebitîna klîma û asansorên li kompleksa tenduristiyê ya 3 qatî, ku Bijîjktiya Malbatê, Dîspansera Şer a bi Êşa zirav re, Navenda Jiyanê ya Tenduristiyê, Navenda Tenduristiyê ya Civakê û istasyona servîsa Lezgîn a 112’ê lê ne, ket rojevê. Tevî ku gelek caran ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar re daxwazname hatin dayîn jî pirsgirêk nehate çareserkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ev mijar bir Meclisê û bi daxwaza ku Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kir. 
 
Her wiha hate diyarkirin ku ji ber li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê pergala hewadariyê naxebite, emeliyatxane hatine girtin. 
 
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Mîhrîban Şenbayram têkildarî rewşa li bajêr axivî. 
 
DI XIZMETA TENDURISTIYÊ DE KRÎZ KÛRTIR DIBE
 
Şenbayram da xuyakirin ku li gelemperiya bajêr di qada tenduristiyê de krîz heye û got: “Di tenduristiyê de pirsgirêk û îhmalên mezin hene. Me ev pirsgirêk berê bi raya giştî re parve kiribûn. Bi hatina havînê re zêdebûna germê ya li bajarê me li ber çavan e. Pergalên klîmayê xerabe ne û ev nayên çareserkirin. Hejmara nexweşên serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê didin gelek in. Tevî vê yekê jî ji ber pergala hewadariyê ya li nexweşxaneyê naxebite, emeliyatxane hatine girtin û hejmara emeliyatan hatiye xistin. Çareseriya vê sînorkirina mafê tenduristiyê ya gel nîne. Niviyê pergala klîmayên Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dixebitin. Xebatkarên tenduristiyê di nava xwedanê de hewl didin xizmetê bidin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya jî heman rewş heye. Pirsgirêkeke din jî pirsgirêka klima û asansorên li komleksa tenduristiyê ya navenda bajêr ku veguheriye rewşeke krîtîk e.”
 
Şenbayram, bi lêv kir ku ji ber kompleksa tenduristiyê dewrî Wezareta Tenduristiyê nehatiye kirin, di navbera Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr û Mûdiriyeta Bajêr a Hawîrdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê de veguheriye krîzeke burokratîk û bal kişand ku ev pirsgirêk 6 meh in didome. Şenbayram di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber vê rewşa heyî pirsgirêka ji ber binesaziyê derketiye holê bi tu awayî nikare bê çareserkirin, ev yek jî xwegihandina mafê tenduristiyê asteng dike. Nexweşên astengdar û pîr ên tên beşa Fizyoterapiyê ya li Navenda Jiyanê ya Tenduristiyê ya li qata duyemîn ji ber asansor naxebitin nikarin bi derenceyan ve biçin. Her wiha nexweşên tên diyetîsyen jî bi heman awayî pirsgirêkan dijîn. Servîsa Lezgîn a 112’ê ya bi demê re pêşbaziyê dike, diviya bû di qada ketinê de bûya lê li qata 3’yemîn e, ev yek jî bêserûberiya avahiyê radixe pêş çavan. Divê kompleks bê diyarkirin ku aydê kîjan wezaretê ye û ev rewş bê çareserkirin. Ev yek ji bo welatiyan gelek girîng e.”
 
GEL BERDELÊ DIDE 
 
Şenbayram, anî ziman ku bedelê krîza diqewime gel dide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke SES’ê dixwazin ev kêmasî demildest ji holê bên rakirin û gelê herêmê bikare xwe bigihîne mafê tenduristiya biqalîte. Dema mijar Şirnex be, mafê tenduristiyê yê ku divê bêheq û bikarin xwe bigihîninê, bi awayekî cidî tê sekinandin. Li Şirnexê ligel texrîbata ekolojîk, guherîna avhewayê û zêdebûna germê pêdiviya klîmayan derdixe holê. Tedbîrên ‘teserûfê’ tenê li dijî xizanan tên pêkanîn û mafê tenduristiyê yê mafê herî mirovî ye digirin vê çarçoveyê. Yên sermayedaran diparêzin, wan ji bacê bêpar dihÊlin û hejmara nexweşxaneyên taybet zêde kirin dikin ku li Şirnexê berdelê vê krîzê gel bide. Em ji vir bang li Wezareta Tenduristiyê dikin; di tenduristiyê de teserûf nabe. Pirsgirêkên li saziyên tenduristiyê yên li Şirnexê bilez çareser bikin.”
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

22/07/2024
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin
15:33 Li Efrînê 9 kes hatin revandin
15:03 Rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn: Qûrnefîl û pêlîstok danîn ser gorên wan
14:05 Di êrişa kafeyê de kesekî din jî hate binçavkirin
13:52 Rayedarê midûriyeta polîsan got ‘di bin çavan de ye’ lê 32 sal in agahî jê nayên girtin
13:28 Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin
13:19 Li Wanê komxebata Jinan: Demokrasiya herêmî bi jinan dest pê dike
12:51 Malbatê windakiriyan li 4 bajaran daxwaza edaletê kir
12:12 Hate îdiakirin ku girtiyê edlî xwe şewitandiye
11:59 Cenazeyê girtiyê 30 salan Yaşa li Amedê hate veşartin
11:46 Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn: Xeyalên wan dê nîvco nemînin
11:35 Rêxistinên Ekolojiyê dê li dijî qirkirina xwezayê 28'ê tirmehê li Şirnexê bin
11:16 Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin
11:04 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in
10:50 Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin
10:34 Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike
10:26 Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne
09:40 ‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
09:21 Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
09:16 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
09:13 Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
09:10 Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
09:08 'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
09:06 Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:34 Li Bêgiriyê Şahiya Gel: Em rê nadin qeyûman
19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
20:30 Jinek li Semsûrê hat kuştin
19:24 Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
17:56 Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
17:41 Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
17:27 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn
17:18 Doza Malbata Şenyaşar: Daxwaza guhdarîkirina li şahidan hat redkirin