‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’

  • rojane
  • 09:18 17 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Keser Buldan diyar kir ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê berfirehtir kiriye û diyar kir ku êriş li herêmên Girê Bahar, Sergelê û Guherzê pêk dijwar bûne. 
 
Êrişên Tirkiyeyê ên li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên bi ser başûr Kurdistanê ango Herêma Kurdistanê ve ku ji 17'ê Nîsana 2022'yan û vir ve didomin, bi êrişên nû yên di 17'ê hezîranê de dest pê kirin berfiretir bûn. Tirkiyeyê ku di van rojên dawî de sewqiyata leşkerî ber bi Herêma Kurdistanê ve zêde kiriye û li hin deveran nuqteyên kontrolê ava kir. Ji bilî gundên ku bomberdûmaneke dijwar lê tê kirin, gund û cihên sivîlan jî tên bombekirin. Şerê bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê li herêmên Girê Bahar, Sergelê û Guherzê pêk tên bi çekên qedexe û kîmyewî lê tên bikaranîn girantir dibe.
 
Rojnamevan Keser Buldan ê ku herêmê ji nêz ve dişopîne, li ser êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê axivî. Buldan anî ziman ku Tirkiye bi hemû hêza xwe êrişên xwe zêde kiriye da ku li başûrê Kurdistanê bi cih bibe û got ku Tirkiye tevî hemû êrişan jî nikare pêşketinên ku dixwaze bi dest bixe. Buldan bal kişand ser planên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê û got: “Planên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê bi ser neketin. Artêşa Tirk her roj derbên giran ji HPG’ê dixwe. Tirkiye ji bo ku ji krîza navxweyî derkeve gazên kîmyewî û çekên qedexe bi kar tîne. Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve êrişên herî dijwar ên çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve li Kurdistanê tên bikaranîn. Çekên kîmyewî yên îro li çiyayên Kurdistanê tên bikaranîn ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve qedexe ye. Niha li herêmê serdestî di destê HPG’ê de ye. Artêşa Tirk tenê bi alîkariya PDK’ê dikare xwe biparêze.”
 
'TÊ XWESTIN KU DESTKEFTIYÊN KURDAN BÊN TUNEKIRIN’ 
 
Buldan anî ziman ku armanca sereke ya Tirkiyeyê li herêmê bicihbûn û têkbirina destkeftiyên kurdan e û wiha axivî: "Dewleta Tirk ji sala 1991'an û vir ve li ser esasê îstixbaratê li başûrê Kurdistanê ye. Ji sala 1997’an ve gelek baregehên leşkerî ava kirine. Dewleta Tirk li dijî hebûna kurd û Kurdistanê ye, sed sal in vê bi awayekî eşkere îfade dike û di vî warî de polîtîka û êrişan pêk tîne. Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî vê dijminatiyê nîşan dide. Yek ji armancên sereke yên Tirkiyê jî ew e ku bi awayekî plankirî demografiya Kurdistanê û xwezaya Kurdistanê bike hedef û tine bike. Li dijî vê êrişa mezin heta niha ne li ser asta neteweyî û ne jî di asta navneteweyî de tu bertekên pêşîgirtinê nehatine nîşandan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha li hemberî vê dagirkeriyê tu bertek nîşan nedaye û li ber çavan negirtiye.” 
 
'ROLA PDK'Ê XIYANET E’ 
 
Buldan destnîşan kir ku rola PDKê di nav partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de xiyanet e û wiha domand: “PDK her cure alîkariya siyasî û aborî dide Tirkiyê. PDK bi hevkariya ku bi dewleta tirk re çêkiriye û di warê aborî, leşkerî û îstîxbaratê de di xizmeta Tirkiyeyê de ye, xiyanetê temsîl dike. Ji aliyekî ve rê li ber dagirkerî, talan û wêrankirinê vedike, li aliyê din gelê Başûr li ber komkujî û koçberiyê radibe. Gelê Başûr di bin zextên PDK’ê de neçar dimînin ku gundên xwe vala bikin û herêmên di bin kontrola PDK’ê de bihêlin. Niha jî rola PDK'ê li Başûr weke dema ku dewleta tirk a dagirker di sala 1990’î de bi rêya ajanên xwe bi sedan gundên bakurê Kurdistanê şewitandin û wêran kirin. Tu ferqa wan tune ye.” 
 
‘XELK JI SIYASETA PDK’Ê BÊZAR BÛYE’
 
Buldan bal kişand ser giraniya şer a li deverên Girê Bahar, Sergelê û Guherzê û destnîşan kir ku Tirkiyeyê gelek baregeh bi taybet li derdora gundên Sergelê û Guherzê ava kirine. Buldan axaftina wiha berdewam kir: “Bi hêzên PDK’ê re van baregehan bi kar tînin û li dijî HPG’ê çalakiyên koordîne dikin. Çûn û hatina gundiyên li herêmê dijîn kontrol dikin, lê heta niha ji ber berxwedana HPG'ê nekarîn bi pêş ve biçin û tenê dikarin bi balafirên şer wan bombebaran bikin. Niha bertekên li başûrê Kurdistanê ne di asta tê payîn de ne. Ev rewş cesareta PDK û dewleta tirk a komkujî û koçberkirina gel zêde dike. Niha li başûrê Kurdistanê nemaze li herêma Behdînan şerekî pir giran heye. Raya giştî ji siyaseta hevpar a PDK'ê bêzar bûye. Lê belê her kesê ku bixwaze dengê xwe derxe ya tê girtin an jî tê kuştin.”
 
'DEVER KETINE BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ’ 
 
Buldan anî ziman ku ji Duhokê heta Şeladizê gelek nuqteyên kontrolê yên Tirkiye û PDK'ê hene û wiha got: “Bi taybetî di dema derbasbûna sivîlan de bi hinceta ku xwarina ‘zêde’ hilgirtine lêgerîn tên kirin. Bi taybetî zextên cidî li rojnamevanan tên kirin ku tiştên qewimîne veşêrin. Li aliyekê dagirkeriya dewleta tirk dewam dike, li aliyê din jî zextên PDK'ê yên li ser gel zêde dibin. Bi êrişên dawî re rewşa başûrê Kurdistanê ji dagirkeriyê derket û derbasî qonaxeke nû bû. Dewleta tirk tevahiya herêma Behdînan bi taybetî jî Duhokê weke xaka nû ya Tirkiyeyê dibîne. Li gorî vê planê rêveberiya van deveran ji destê PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraqê derketiye û ketiye bin kontrola artêşa tirk.” 
 
BERXWEDANA TOPYEKÛN 
 
Buldan da zanîn ku heke reflekseke neteweyî li dijî tiştên diqewimin neyê nîşandan, dibe ku ji bo kurdan pêvajoyeke gelekî xeternak rû bide û got: "Divê gel li dijî vê dagirkeriyê berxwedaneke topyekûn nîşan bide."
 

Sernavên din

17/07/2024
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin
13:31 Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin
13:05 Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin
12:52 Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
12:52 Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn
11:30 DEM Partiyê bertek nîşanî birîna daran da: Vê talanê rawestînin
10:45 Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir
10:16 Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket
09:24 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran
09:23 Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye
09:18 ‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’
09:16 Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime
09:13 Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
09:07 Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin
09:05 Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
09:02 Kargeha romanên kurdî: Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:35 Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
08:34 Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
16/07/2024
23:06 Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye
22:31 Li Serdeştê kolberek hat kuştin
22:17 Rapora bîlançoya êrişên mehekî hat eşkerekirin
22:06 Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin
21:50 Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir
21:23 OHD'ê der barê fermandarê îşkencekar de gilî kir
21:10 Li gundê Faxrikan ê Semsûrê şewat derket
21:02 Besê Hozat: Rayedarên AKP'ê dixwazin tecrîda li Îmraliyê bikin mijara bazariyê
19:48 Pankarta Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi sûrên Amedê ve hat daliqandin
18:43 Li Hezexê du kes hatin binçavkirin
18:20 Rojnamevan Topaloglû di rojeva Meclisê de ye: Hûn wî bernedin wê çavên wî kor bibin
16:40 Şaredariya Curnê Reş tabelayên kurdî daliqandin
15:59 Ozel mûxalîf vexwendin qadan
15:20 Li gelek bajaran çalakiya ‘Em ê radestî hejariyê nebin’
14:41 Danişîna doza tecawizê ya li cemaetê hate taloqkirin
13:39 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû
12:53 Derbarê tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev de lêpirsîn hate destpêkirin
12:45 Hatîmogûllari: 15’ê tîrmehê komployeke li dijî gelan e
12:24 Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da
11:58 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate berdan
11:47 Li Şirnexê dîsa gelek dever hatin qedexekirin
11:00 Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin
10:33 Di êrişa Îsraîlê de karsazê nêzî Esad jiyana xwe ji dest da
10:32 Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand
10:27 Îşkence li karkerê rihayî yê mafê xwe xwest hate kirin
10:20 Girtî Barik: Bi kuştinê gefê li min dixwin
10:08 Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê
09:48 Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e
09:38 Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye
09:26 9 sal in xaniyên wan nehatine çêkirin: Dewlet me ceza dike
09:24 Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
09:16 Gundên Licê niha jî di bin metirsiya madenê de ne
09:12 Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
09:10 Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
09:09 Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
09:03 Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN
00:38 Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15/07/2024
23:40 Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin