Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye

  • rojane
  • 16:58 26 Hezîran 2024
  • |
img
ENQERE - Di doza Komkujiya Garê de malbatan bertek nîşanî şandeya dadgehê dan. Parêzeran jî wiha gotin: “Heke komkujiyek neyê ronîkirin, teqez têkiliya wê bi dewletê re heye.” 
 
DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Qada Gara Trenê ya Enqereyê li dijî mitînga aştiyê êrişa bombeyî pêk anî. Di êrişê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûn. Danişîna biryarê ya dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam dike. Parêzer û beşdar di danişînê de diaxivin. 
 
TÊKILIYA WÊ BI DEWLETÊ RE HEYE 
 
Serokê Baroya Enqereyê Mûstafa Koroglû di danişînê de axivî û got ku divê biryara tê dayîn li gorî etîkê be. 
 
Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) parêzer Mûrat Yilmaz jî wiha got: “Heke cînayetek an jî komkujiyek ji her alî ve neyê ronîkirin, teqez têkiliya wê bi dewletê re heye. Daraz, girêdayî îktîdara siyasî ye. Hûn îro çi biryarê bidin dê di dîrokê de wisa bên bibîranîn.” 
 
‘ÎSTÎXBARAT HATIYE VEŞARTIN’ 
 
Yek ji kesên beşdarî danişînê bûyî jî Parlamenterê CHP’ê Orhan Saribal bû. Saribal, wiha got: “Heke me bikariya hesaba Sêwasê bipirsiya, heke me bikariya komkujiya Mereşê bidin darizandin dê komkujiya 10’ê Cotmehê jî nehata kirin. Ev doz dozeke siyasî ye lê heke hûn bikarin xwe ji siya îktîdarê derxînin dê bibe dozeke hiqûqî.”
 
Sekretera Giştî ya TMMOB’ê Dêrsim Gul jî wiha got: “Di hevdîtinên me yên bi Walîtiya Enqereyê û Şaxa Ewlehiyê de tiştên xerîb hebûn. Piştre me bihîst ku îxbara bombeyê hebû lê îstîxbaratê ji me veşartiye.” 
 
Piştre jî malbat axivîn û daxwaza xwe ya edaletê dîsa dubare kirin. 
 
LI KOMÎTEYA AMADEKAR GUHDAR KIRIN LÊ LI POLÎSAN GUHDAR NEKIRIN 
 
Ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayîn Mûstafa Çeker ev tişt anî ziman: “Wê rojê li wê qadê ji ewil 1’ê Gulana 1977’an hate bîra min. Min got îcar niha dê panzer û TOMA’yan biajon ser me. Ji ber ku em ji dîrokeke wiha dihatin. Li komîteya amadekar hate guhdarîkirin lê li polîsên komîteyê qal kiribû nehat guhdarîkirin.”
 
Eylul Pinar Mak jî wiha got: “Ez dixwazim faîlên hevjînê min ê dema birîndar gaz lê dihat reşandin bên darizandin. Ez spasiya hevalên parêzerên dikim. Ya ku îro li vir cibeyên we li vir bi we daye derxistin, pergala edaletê ya TC’ê ye.” 
 
Evrîm Mak ku hevjînê wê Mesût Mak di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû jî wiha got: “Ez edaletê ji we rica nakim, ez dixwazim. Ev doz deynê stûyê we ye.” 
 
Lawê Osman Tûran Bozaci, Çaglayan Bozaci jî ev tişt gotin: “Hûn naxwazin li gorî hiqûqê biryarê bidin. Hûn çima penasekirina sûcê li dijî mirovahiyê birik nadin. Berjewendiya we ya li vir çiye? Esas em hemû tiştên em dizanin ji hev re dibêjin. Li bendemayîna edaletê û bangkirina wijdanan li cihê ku hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn ji bo min rast nayê.”
 
‘EZ JI HER QEDEMEYA DEWLETÊ GAZINKAR IM’ 
 
Dayika Ata Onder Atabay, Halîme Atabay jî wiha got: “Zarokê min da xwendekaran perwerde bike. Vê dewletê mirov birîndar hiştin. Em edaletê dixwazin, tiştekî din naxwazin. Em dişewitin. Ez her roj diçim ser gora zarokê xwe, ez weke bizot dişewitim. Min ji bo dawetê dîrok diyar kiribû lê me nekarî dawetê bikin. Ev ne êşeke? Ji kesê fêm bike re bi êş e, ne ji kesê bêwijdan re. Em 9 sal in di rêyan de ne. Ez ji her qedemeya dewletê gazinkar im.”
 
‘SÛCDARÊ HERÎ MEZIN Ê KOMKUJIYÊ WALÎ YE’ 
 
Hevjîna Mûstafa Bûdak, Hanîfe Bûdak jî ev tişt gotin: “Sûcdarê herî mezin ê komkujiyê walî ye. Heke edaletê bi cih neînin bila ew êşa ku dikişînin ew jî bikişînin. Em edaletê dixwazin, dixwazin bersûc bên darizandin. Em ji bo herkesê edaletê dixwazin.”
 
‘GAZ AVÊTIN SER ME’ 
 
Hevserokê Giştî yê SES’ê Siddik Akin jî wiha axivî: “Gotina ‘Siddik alîkariya me bike’ qet ji bîra me dernakeve. Dema min hewl da mudaxileyî hevalên xwe bikim, gaz avêtin ser me. Dema destê hevalê min di destê min de bû ji bo mudaxileyê bikim li benda belavbûna gazê sekinim. Qet ji hişê min naçe. Ez dixwazim midûrê polîsan ê wê demê ji bo ku me nekarî mudaxileyî hevalên xwe yên birîndar bikim bê darizandin.”
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban bal kişand ku desthilata AKP’ê li ser komkujiyên piştî 2015’an xwe da jiyîn û ev bang kir: “Ji bo ku komkujiyên din ên wiha neyên jiyîn divê ji darizandina 10’ê cotmehê edalet derkeve.”
 
Danişîn bi beyanên malbatan berdewam dike. 
 
 
 

Sernavên din

28/06/2024
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
10:21 Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin
10:08 SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin
10:07 Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir
09:46 Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya
09:24 Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin
09:23 Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin
09:05 Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike
09:02 Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
09:01 Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:09 Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn
26/06/2024
23:09 Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
22:06 5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin
22:03 Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
21:59 Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
18:57 Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê
18:54 Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn
18:31 Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû
16:58 Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye
16:54 OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû
16:42 Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket
16:28 ‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!
16:15 Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin
15:52 Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû
15:21 Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike
15:08 Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine
15:06 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Balûken birîn
14:52 Di daristana li Çermûgê de şewat derket
14:36 Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin
14:20 Li ser giliyê polîsê doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin
14:14 Doza Komkujiya Garê: Hevkara komkujiyê AKP ye
14:09 Şewatekî din a ji xetên ceyranê derketiye ji hêla kamerayan ve hate qeydkirin
13:25 Bû 4 roj ji Afşîn a 15 salî agahî nayên girtin
13:24 Artêşa tirk û komên paramîlîter li Efrînê 6 kes revandin
13:24 Di 12’ê Îlonê de îşkence dît: Îro jî tiştek neguheriye
12:43 Di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan hatin kirin