Dayika ku cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt: Dewlet çi bike ji tirsa xwe dike

  • rojane
  • 09:41 2 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Asiye Elçîçek a ku piştî 5 salan cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt bi lêv kir ku dewlet bi vê rêbazê dixwaze bi wan bi paş ve gavê bide avêtin û wiha got: “Heta ku em hene em ê pey doza xwe bin. Ew çi bikin dê nekarin me. Yê ku bitirsin ew in. Ew çi bikin ji tirsa xwe dikin.”
 
 
Di 14 û 15’ê îlona 2018’an de li herêma Kato Marûnis a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera endamên HPG’ê-YJA Starê û leşkerên tirk de şer û pevçûn derketibû. Di pêvçûnê de endama YJA-STAR’ê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo), Berna Yalman (Hîra Hêvîdar), Guler Ozbey (Nûpelda Sêrt), Azad Satilmiş (Azad Zagros) û Tûgay Çelîk (Reşît Hogir) jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî ku Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê agahî da malbata Elçîçek, malbat yekser çû Colemêrgê û testa DNA’yê kir. Piştre jî cenazeyê Elçîçek bêyî agahiya malbatê, li goristana bêkesan a Colemêrgê hatibû definkirin. Du roj berê jî Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê dîsa li malbatê geriya û jê re got ku cenazeyê keça wan li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ye. Li ser vê yekê malbat çû Stenbolê. ATK’ê, cenazeyê Elçîçek di torbeyekî şîn ê di qartoneke spî de radestî malbatê kir. Dayika Elçîçekê, Asiye Elçîçek a ku cenazeyê keça xwe di qartonê de radestî wê hate kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
STANDINA CENAZE
 
Dayik Elçîçek anî ziman ku tişta ku hatiye kirin îşkenceye û wiha axivî: “Dema ku agahiya şehadeta wê ji me re hat ez ewilî çûm Şirnexê. Min li Şirnexê xwîn da. Pişt re ji min re gotin, 'DNA hev negirt û cenaze ne li gel me ye here ji xwe re lê bigere' Ji wê demê ve me jî xwe ker kir. Piştre jî miduriyeta polîsan a Colemêrgê li me geriya û got, 'Herin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê cenazeyê we li wir e' Ez ewilî çûm Colemêrgê û min kaxiza destûrê ya dozgeriyê stend û ez çûm Stenbolê. Piştî me kirariyên xwe yê li vir pêk anîn ji me re gotin, 'wesayitên xwe nêz bikin' me nêz kir û me û malbata din cenazeyên xwe xistin wesayitên xwe. Hestiyên wê di qartonê de dan me. Piştî ku em hatin Edeneyê me li wir cenaze kefen kir û xiste darbestê û me anî vir û sparte axê.”
 
'ÇIMA SALA EWILÎ RADESTÎ ME NEKIRIN' 
 
Elçîçek, diyar kir ku wê cenazeyê keça xwe bi serbilindî girt û got: “Çima sala ewilî we cenazeyên zarokên me nedan me? Çima hê birîna me gerim we cenazeyê me nedan me? Çima piştî 5 salan şûnde we cenaze dan? Ew 5 sal bûn ez li heviya cenazeyê keça xwe bûm. Min her digot, ‘xwezî min cenazeyê keça xwe bidita’ kezeba me şewitî. Xwedê mala neyaran xerab bike. Dema ku min cenazeyê keça xwe bi wî rengî standî ez xemgîn bûm lê ji aliyekî ve jî keyfxweş bûm. Çimkî hin dayikên ku bi salan e hestiyên zarokên xwe nedîtine hene. Min cenazeyê xwe anî malê ev ji min re serbilindî bû. Dema ku li ber morgê jî bûm, min got, ‘ez qurbanê van cenazeyan bim’ polîs li dora me kom bûn lê tiştek nekirin.” 
 
‘EW ÇI BIKIN DÊ NEKARIN ME’
 
Elçîçek, bi lêv kir ku ew ê tu carî serê xwe netewînin û ev tişt got: “Bi Xwedê ew çi bikin em li ser doza xwe nayên xwarê. Em ji doza şehîdên xwe nayên xwarê. Heta ku em hene em ê pey doza xwe bin. Ew çi bikin dê nekarin me. Yê ku bitirsin ew in. Ew çi bikin jî ji tirsa me dikin. Bi xwedê ew çi bikin jî ew nikarin me.”
 
Di vê keliyê de dayika Asiye kilama ku li ser keça xwe gotiye distiriya. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/01/2024
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin
10:45 Zarokê karker ê sûriyeyî hate qetlikirin
10:44 Waniyan sala 2023’yan nirxandin: Şer, xizanî, cihêkarî, qedexe
10:19 Li ser rêbeja Colemêrgê hezaz çêbû: 3 kes birîndar bûn
10:18 Rêveberiya qeyûm li Amedê hewl dide 165 karkeran ji kar derxîne
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 66 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 33’yemîn de ye
09:09 Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...
09:06 Doza xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin li DMME'yê ye
09:03 Karakaş a di Nobeta Edaletê de: Tevî hemû zextan jî me li ber xwe da
09:02 Mîrateya ku ji apê xwe yê di rojiya mirinê de hat qetilkirin wergirtiye didomîne
09:02 Şenlîk: Heya Abdullah Ocalan azad nebe em ê paş de gav neavêjin
09:01 Malnişîn: Divê mûçeya me herî kêm 15 hezar TL be
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:55 Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin
08:54 Rojnameger Hakan Yalçin hate binçavkirin
28/12/2023
20:45 Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir: 5 kes hatin qetilkirin
18:09 Erdem piştî 12 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
16:21 Komkujiya Roboskê di sala 12’emîn de ye: Heta ku neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê
16:09 ‘Em ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin’
16:03 Faîlê ku Kuşçu qetil kiribû hate girtin
15:44 Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin!
14:38 Qurbaniyên Komkujiya Roboskê hatin bibîranîn: Heman zîhniyet îro li Rojava komkujiyan dike
14:31 Di êrişên dewleta tirk de derhêner Kerîmeyan hate qetilkirin
14:08 Demîrtaş: Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand?