AMED - Welatiyên beşdarî hevdîtinên "Aştî û Civaka Demokratîk" bûn, dixwazin dewlet gavên jidil bavêje û sererastkirinên qanûnî pêk bîne.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de li gelek bajaran dest bi civînên gel kirin. Hevdîtinên ku bi armanca civakîkirina pêvajoyê tên lidarxistin wê heta 16'ê Adarê dewam bikin. Destpêka civînên li Amedê li navçeya Farqînê pêk hat.
Ji kesên beşdarî civînê bû Tayfun Dolan diyar kir ku bi salan e bi zext û êrişan hewl tê dayîn daxwazên aştiyê bên tepisandin. Dolan bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku dor hatiye ku dewlet gavan bavêje. Dolan got: "Sûriyeyê wekî hincet nîşan didin. Dibêjin 'divê li Sûriyeyê xwe fesih bikin'. Na, Rêber Ocalan di peyama xwe de behsa PKK'ê dike, ne Sûriyeyê. Her wiha berpirsyariya çareseriya vê pirsgirêkê dikeve ser milê meclisê. Divê ev pirsgirêkê bixin meclisê û li wir çareserî bê dîtin. DEM Partî wê vê hefteyê bi aliyên siyasî re hevdîtinên pêk bîne û em hêvî dikin ku ev hevdîtin erênî derbas bibin."
‘EM LI BENDA GAVÊN JIDIL IN'
Refîk Yabanci anî ziman ku Abdullah Ocalan banga aştiyê dike û got: "Em gotina wî esas digirin û baweriya xwe pê tînin. Di vê pêvajoyê de em li medyaya Tirkiyeyê dinêrin, her tim dibêjin ku divê PKK bê şert û merc dest ji çekan berde. Ev yek ne pêkan e. Ma ev têkoşîn 48 salan beleheq hat dayîn? Ew qas mirov hatin qetilkirin. Ma qey mafekî wan jî tune ye? Armanca vê têkoşînê ew e ku doza mafên xwe bikin." ."
Mesut Kiliç anî ziman ku Abdullah Ocalan di rawestandina şer de roleke dîrokî lîstiye û got: "Ji bo gelê kurd, tirk û hemû gelên cîhanê rol lîstiye. Bi banga xwe careke din nîşan da ku kurd şer naxwazin. Ez piştgiriyê didim peyama birêz Ocalan. Medyaya tirk di vê pêvajoyê de dixwaze serê gelê kurd tevlihev bike. Dibêje 'gelê kurd teslîm bûye' û bi vî awayî pêvajoyê proveke dike. Divê partiya me bersiva van pirsan bibe û pêvajoyê zelal bike. Ez hêvî dikim ku wê ev pêvajo bibe sedema aştiyeke mayinde. Divê di vê pêvajoyê de girtiyên siyasî serbest bên berdan."
AZADIYA FÎZÎKÎ
Celîl Erînfîk jî anî ziman ku Abdullah Ocalan 50 sal in bi fikrên xwe di nava şerekî li dijî pergala hegemonîk de ye û got: "Niha hemû cîhan guh dide peyama Rêber Ocalan û hewl dide ku wê zindî bihêle. Her kesî hêza kurdan dît û destnîşan kir ku eger li wir aştî pêk neyê, dibe ku Tirkiye bi heman awayî têkeve nava xetereyên cidî. Ji ber ku dewletê ev xeterî dît, neçar ma bi Rêbertî re hevdîtinê bike. Pêvajo ji her kesî tevgerê dixwaze. Ger dewlet di vê pêvajoyê de gavekê bavêje hem ji xetereya ku pê re rû bi rû ye xilas dibe û hem jî dê demokratîk bibe. Heta dewlet demokratîk nebe kurd tu carî dest ji têkoşînê bernadin. Gavên ku Tirkye bavêje dê geşbûna aborî û siyasî peyda bike. Divê dewlet şert û mercên Rêbertî baş bike. Ji bo vê jî divê azadiya wî ya fizîkî misoger bike."
MA / Heval Onkol