Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê

  • rojane
  • 09:03 19 Cotmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Rojnamevanê fransî Chrîs den Hond destnîşan kir ku peywira rojnamevanan ew e ku rastiya kurdan ragihînin cîhanê û ji bo çareserkirina meseleya kurd jî got ku divê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevgerek bê destpêkirin. 

 
OrientXXI ku li Fransayê saziyeke çapemeniyê ya serbixwe ye, geşedanên li Rojhilata Navîn radigihîne cîhanê. Ji OrientXXI'yê Chrîs den Hond, nêzî 30 sal in têkoşîna gelê kurd û geşedanên têkidlasrî çareserkirina meseleya kurd ji nêz ve dişopîne. den Hind ku Kongreya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ku di 15'ê cotmehê de hat lidarxistin şopand, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û meseleya kurd de axivî. 
 
TEVGERA PIŞTEVANIYÊ JI BO KURDAN
 
Hond anî ziman ku cara ewil di sala 1995'an de hatiye Kurdistanê û rastî eleqeyeke qels a rojnamevanan a ji bo herêmê hatiye. Hond diyar kir ku piştî vê der barê Kurdistanê de dest bi çêkirina nûçeyan kiriye û got: "Li Ewropayê jî der barê kurdan de nûçe tune bûn. Wekî kuew terorîst bin, wekî tevgereke terorê bin dihatin dîtin. Me digot ev ne rast e, lewma me li Belçîkayê, li Fransayê, li Ewropayê ji bo mafên kurdan tevgereke kurdan ava kir û wekî rojnamevanekî çi ji destê min hat min kir. Ez di sala 1997'an de di MED TV'yê de xebitîm. Ez 10 salan xebitîm. Ew deh sal kêliyên herî xweş ên jiyana min bûn. Me bi peykên cuda deng da mirovên dengê wan tune bû. Çendî qedexe bûn jî mirovan peyk standin. Gava antên ji aliyê artêşa tirk ve hatin tunekirin jî, mirovan heywanên xwe difirotin û antên dikirîn, ji bo MED TV'yê temaşe bikin." 
 
EZMÛNA DEMOKRATÎK A ROJAVAYÊ
 
Hind ragihand ku di navbera 2017-2019'an de çûye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: "Ez wiha difikirim ku gelê kurd û gelê Filîstinê du gelên bêdewlet in. Îro ev mirov ji bo dewletên xwe şer nakin, ev jî modernbûyîna paradîgmaya Abdullah Ocalan e. Ehlê konfederalîzmê ne û ev jî feraseteke pir modern e ku tê wateya jiyana pevre ya mirovan. Gava ez di sala 2017, 2018 û 2019'an de çûm Rojavayê, min dît ku mirovên li wir di nava Sûriyeyê de doza Kurdistaneke biçûk nakin. Dixwazin bi civaka ereb, tirkmen, sûriye û kurdan r ebijîn û ev jî siberoja mirovahiyê ye. Tezatiyeke heye li hemberî neteweperestiya tirk, neteweperestiya erebe, netewperestiya Îranê û her wiha netewperestiya kurdan a bi Barzaniyan xwe daye der. Ji lew re ev ferasetên netewperest naxwazin Rojava bi ser bikeve. Em kesên xwedî vê feraseta demokratîk, divê em bi her awayî piştgiriya ezmûna demokratîk a li Rojavayê bikin. Peywireke me ya wekî em rastiya gelê kurd ragihînin tevahiya cîhanê heye." 
 
‘LI DIJÎ TECRÎDÊ TEVGEREK DIVÊ'
 
Hond destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleya kurd û aştiya civakî divê rabûnek hebe li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî tecrîda li ser Ocalan tevgerek divê. Li Tirkiyeyê û li her derî divê girtiyên siyasî azad bin û ragihandina van nûçeyan jî peywireke mutleq a rojnamevan e. Em gava li nûçeyên li vir mêze dikin, em gelek nûçeyên di çapemeniya cîhanê de rast dikin. Car heye em serketî ne, lê dîs ajî em hewl didin rastiyê ragihînin girseyeke mezin." 
 

Sernavên din

22/10/2023
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye
13:26 Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike
13:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:18 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êrişa çekdarî hate kirin
12:17 Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin
11:59 Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
11:37 Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin
11:20 Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin
11:13 Pentagon: Me moşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirin
10:59 Li dijî biryara beraetê ya di doza destdirêjiya li dijî zarokê de dê îtîraz were kirin
10:56 Kaya: Divê kurd li dijî êrişan konsesûsek nû ava bikin
10:55 Karkerên FEDAŞ’ê derketin ser avahî: Daxwazên me qebûl bikin
10:54 Konferansa Jinan: Polîtîkaya qeyûman ji tecrîdê qut nîn in
10:31 Bakirhan: Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi hev re ava bikin
10:14 Têkoşîna 43 salan a edaletê: Qada Galatasarayê navnîşana edaletê ye
09:10 23 sal in kiryarên Aydin Dere nehatine dîtin!
09:09 ‘Tirkiye mafên jiyanê yên zarokan binpê kir'
09:08 Endamê SGDF'ê Koyûn ê girtî 5 meh in tê tecrîdkirin
09:08 Kafeya ku şaredariya AKP'î li perava Gola Wanê çêkir li dijî îmarê ye
09:07 Xwendekarên zanîngehê: Fikarên aborî bandorê li perwerdehiyê dikin
09:05 ‘Şerê taybet ê ku li Kurdistanê dihate meşandin belavî Tirkiyeyê bû’
09:02 Rojnameger Nebî: Êrişên li ser Rojava zirarê dane 4 milyon û 2 hezar mirov
09:00 Heta ku dilê wî sekinî alîkariya mexdûrên erdhejê kir
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN
19/10/2023
19:37 ‘Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' hat taloqkirin
19:11 Ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin
15:54 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li kujerê Helîn Şen a 12 salî hate birîn
15:17 Biryara bihincet a biryara beraetkirina rojnamegeran: Bi inyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyan
15:01 Di doza destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Berwariyê de biryara beraetê hate dayîn
14:47 Rojnameger: Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin
14:35 Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da!
14:25 Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
14:24 Parastina hevserokatiyê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?
14:06 Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde
13:08 Jina 58 salî hate binçavkirin
13:07 Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:59 Zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê zêde bûn: Malbatan serî li ÎHD’ê dan
11:49 Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin
10:50 Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin
10:39 Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin
10:21 Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin
10:18 Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda
10:10 Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin
10:07 NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane
09:49 Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene
09:14 Girtiyê nexweş ku 'poşmantiyê' qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:05 Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
09:05 Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike
09:04 Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde