‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’

  • jin
  • 09:43 1 Cotmeh 2023
  • |
img
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Gonul Uzunay diyar kir ku hêzên navneteweyî bi komployê paradîgmaya Abdullah Ocalan kiribûn hedef û wiha got: “Lê belê nekarîn armancên xwe pêk bînin. Bi paradîgmayeke gerdûnî bûyî re rû bi rû man.” 
 
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku weke gava ewil a mudaxileya hêzên kurewî ya li dijî Rojhilata Navîn tê nirxandin, kete sala 26’an. Bi komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi anîna Tirkiyeyê berdewam kir re xwestin Abdullah Ocalan tune bikin. Lê Abdullah Ocalan ku komplo vala derxist, 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. 
 
Abdullah Ocalan ku di şert û mercên giran ên tecrîda li Îmraliyê de bi “Paradîgmaya Azadîxwaziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk” re modêla jiyaneke nû pêşkeş kir; di serî de jin bi vê fîkriyata xwe bû hêviya hemû gelan. Abdullah Ocalan, bi tespîta “Heta jin azad nebe civak jî azad nabe” re bû çavkaniya têkoşîna azadiyê ya jinan. Ji Viyan Soranan heta Elefteriya Fortulakiyan jinan li dijî komploya navneteweyî li dora Abdullah Ocalan xelekeke ji agir ava kirin. Li dijî pergala tecrîdê ya 25 salan, yên berxwedana herî mezin raber kirin jî jin bûn. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gonul Uzunay têkildarî komploya naneteweyî, rola hêzên kûrewî, pergala tecrîda li Îmraliyê û girîngiya azadiya Abdullah Ocalan axivî. 
 
Gonul Uzunay
 
PARADÎGMAYA GERDÛNÎ BÛYÎ
 
Uzunay, anî ziman ku hêviyên gelê kurd bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re şîn bûne û got ku bi komploya navneteweyî re hewl dan Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bikin. Uzunay, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo gelan modêleke jiyana alternatîf pêşkeş kiriye û wiha dom kir: “Paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê, li dijî pergala kapîtalîst û emperyalîst bû alternatîfeke xurt. Dewletên kapîtalîst û emperyalîst komployek pêş xist û xwestin azadiya gelê kurd asteng bikin. Bi taybet jî xwestin paradîgma û perspektîfa azadiyê asteng bikin. Lê nekarîn armancên xwe pêk bînin. Bi paradîgmaya ku roj bi roj gerdûnî dibe re rû bi rû man.” 
 
'TIRKIYE DI TECRÎDÊ DE YE’ 
 
Bi domdarî Uzunay, destnîşan kir ku komploya navneteweyî û pergala tecrîda li Îmraliyê girêdayî hev in û ev tişt anî ziman: “Ev 25 sal in birêz Ocalan girtî ye û heta niha jî di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Lewma mirov dikare bibêje tecrîda li Girava Îmraliyê, berdewamiya komployê ye. Hewl didin bi rêya tecrîdê pêşî li ber ‘Paradîgmaya Azadîxwaziya Jinê, Ekolojîk û Demokratîk’ bigirin. Jixwe tecrîd jî veguherî komployeke navneteweyî û niha temamiya Tirkiyeyê di tecrîdê de ye.” 
 
Di bedewamê de Uzunay diyar kir ku tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî fikr û paradîgmaya Abdullah Ocalan bi Girava Îmraliyê re bi sînor neman û ev nirxandin kir: “Gel, di sala 1998’an de çawa xwedî li birêz Ocalan derketibin, niha jî bi heman awayî xwedî lê derdikevin û dibin dengê wî. Pergala ku ev 25 sal in dixwestin pêk bînin, bi ser neket û dê bi ser nekeve.” 
 
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINAN 
 
Uzunay, got ku yek ji armancên din ên komploya navneteweyî jî mudaxilekirina perspektîfa azadiya jinê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Azadiya jinê, têkoşîna jinên kurd û têkoşîna jinên enternasyonal wisa bi hêsanî xwe ne gihand van rojan. Bedelên giran hatin dayîn û wisa gihişt roja me. Bêguman têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi pêşengtiya birêz Abdullah Ocalan gihişt vê astê. Hedefa din a komployê, tevgera jinên azad bû. Tevgera azadiyê ya jinên kurd, bi taybet jî tevgera azadiyê ya Kurdistanê, bi perspektîfa birê Ocalan re bûn ‘Xwebûn.’ Tevgera azadiyê ya kurd bi saya vê perspektîfê roj bi roj mezin bû. Bi perspektîfa birêz Abdullah Ocalan re jinan di têkoşînê de cih girtin û gotin; ‘ez heme.’ Di esasê xwe yek ji tiştên dixwestin di şexsê birêz Abdullah Ocalan de tecrîd bikin jî tevgera azadiyê ya jinên kurd bû. Di şexsê rêberê gelan û rêhevalê jinan birêz Abdullah Ocalan de têkoşîna azadiyê ya jinên kurd vala derxînin. Abdullah Ocalan, bi perspektîf û paradîgmaya xwe ev têkoşîn hêj bêhtir pêş xist. Têkoşîneke ji Semayan heta Zîlanan dûvdirêj dibe heye. Û îro jî ev têkoşîn bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan a gerdûnî dibe re didome.” 
 
‘JINAN KOMPLO VALA DERXISTIN’
 
Uzunay, bi lêv kir ku jinan bi têkoşîna xwe ya azadiyê komplo vala derxistine û wiha pê de çû: “Jinan, tespîta birêz Abdullah Ocalan a ‘Jina şer dike azad dibe, jina azad dibe xweşik dibe, jina xweşik dibe jî jê tê hezkirin’  rast derxistin. Jin, bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan re li her qadê têkoşîna xwe didomînin û têkoşîneke pir mezin raber kirin. Me, bedelên gelek giran dan. Tevgera jinên kurd li ber xwe da û komploya 9’ê Cotmehê vala derxist. Têkoşîna jinan ku li Rojava bi xwe azadî anî, tecrîd û komplo jî vala derxist û didome. Paradîgmaya bi sala ye didome û gerdûnî bûye, niha jî di pêşengiya jinan de pir xurtir e. Tevgera jinên kurd ku komploya navneteweyî vala derxist, nîşanî her kesî da ku bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan gelek xurtir e. Ev paradîgma îro bi pêşengtiya jin û ciwanan gerdûnî bû.” 
 
‘DIVÊ HER KOLAN VEGUHERE QADA ÇALAKIYÊ’
 
Uzunay, bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya di tecrîdê de û axaftina xwe wiha qedand: “Zêdetirî 31 meh in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayên girtin lê dîsa jî CPT bêdeng e. Tirkiye veguheriya dewleta tecrîdê. Ji bo tunekirina vê tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke mezintir heye. Gelê kurd û pêşengên siyaseta kurd divê ji bo bidawîkirina tecrîdê bêhtir têbikoşin. Divê tevahiya gelan vê tecrîdê baş fêm bikin û bi çalakiyan bersivê bidin. Hewceye hemû kolan veguherin qadên çalakiyan.” 
 
MA / Rûken Polat
 

Sernavên din

04/10/2023
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin