Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be

  • rojane
  • 09:06 1 Cotmeh 2023
  • |
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, ji bo meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de li Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komploya navdewletî li dar bixin, bang kir. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED'ê (MED TÛHAD-FED) dê di salvegera komploya navdewletî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin, bi dirûşma "Azadî ji bo birêz Abdullah Ocalan, çareserî ji bo meseleya kurd" li Amedê meşekê li dar bixin.
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, ji bo beşdariya li meşê bang kir. 
 
‘SERDEMA TÊKOŞÎNEKE BERFIREH'
 
Bayindir diyar kir ku desthilata AKP-MHP'ê denklema xwe ya zextan û şer a li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi israrkirina di tecrîdê de didomîne û got ku bi tecrîdê tê xwestin ku bend û astengî li ber destkeftiyên nû yên kurdan û destkeftiyên heyî bên danîn. Bayindir bibîr xist ku 31 meh in tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku ev yek li bara civakê bûye cihê fikarên mezin. Bayindir bilêv kir ku dê li dijî vê bitêkoşin û ji bo şikandina tecrîdê dê serdema têkoşîneke berfireh bidin destpêkirin. Bayindir wiha domand: "Em ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û çareserkirina meseleya kurd bang li hemû dînamîkên Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û derdorên aştîxwaz dikin." 
 
Bayindir destnîşan kir ku divê barê têkoşîna li dijî tecrîdê tenê li ser milê gelê kurd neyê barkirin û got ku divê hemû dînamîkên li Kurdistan û Tirkiyeyê îtirazeke hevpar bidin der û dengê xwe bilind bikin. 
 
‘TECRÎD VEGUHERÎ AWAYÊ BIRÊVEBIRINA WELÊT'
 
Bayindir bilêv kir ku rakirina tecrîdê tê wateya ku dê çareserkirina meseleya kurd car din bê nîqaşkirin û wiha pê de çû: "Rakirina tecrîdê, tê wateya jiyana azad, aştiyane û wekhev a gelan. Desthilata AKP-MHP'ê xwe neda ber vê çareserkirinê, paş de gav avêt, maseyê quliband û ji sala 2015'an ve bi israr tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan didomîne. Her wiha tecrîda îro li seranserê girtîgehên Tirkiyeyê veguheriya awayê birêvebirina hemû dînamîkan û berfireh bûye. AKP-MHP'ê vê tecrîd kirina awyaê birêvebirina welêt." 
 
Bayindir destnîşan kir ku civaka Tirkiyeyê ji ber tecrîdê di warê aborî, civakî û siyasî de bi gelek texrîbatan re rû bi rû maye. Bayindir anî ziman ku her kes dizane ku dê meseleya kurd bi aktoriya Abdullah Ocalan bê çareserkirin û got: "Şertê yekem û merheleya yekem a vê yekê jî, ew e ku çi dibe bila bibe divê ev tecrîda mutleq bê şikandin û rakirin." 
 
‘BANGAWAZÎ’
 
Bayindir diyar kir ku komploya navdewletî ketiye sala xwe ya 25'an û ji bo meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de li dar bixin bang li hemû kurdistaniyan kir. Bayindir wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li hemû kesên ku dixwazin dawî li vî şerî, li vê tahdeyê bê û hemû kesên azadîxwaz, dmeokrasîxwaz û aştîxwaz dikin ku di 9'ê Cotmehê de hêzê li hêza me zêde bikin. Her wiha dixwazim bibêjim ku di serî de ji bo çareserkirina meseleya kurd û bi giştî jî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, em ketine serdemeke têkoşînê ya pir bihêz." 
 
MA/ Mujdat Can
 
 

Sernavên din

04/10/2023
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin