Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka Bermal Çem a bi navê "Çemê Stranan" derket. Çem bi gotina, “Bila gerdûn bê stran nemîne û her berbangê bi lêgerîna heqîqeta notaya azadiyê we hembêz bike” dest bi pirtûkê dike. 

 
Pirtûka Bermal Çem a bi navê "Çemê Stranan" ku ji gotin, nota û çîrokên stranan pêk tê ji Weşanên Aryenê derket. Edîtoriya pirtûkê Roj Agir, redaksiyona wê Şeyma Orhan û Ferhat Patiyev, mîzanpaja wê Jûjî Tasarim, dîzayna bergê Sadik Hangul kiriye û wêneyê bergê pirtûkê Nûredîn Anyig xêz kiriye. 
 
Di pirtûkê de 80 stranên ku gotin û muzîkên wan zêdetir aydê hunermend Bermal Çem in hene. Ji van stranan 8 stranên bi navê "Demsal, Bexçê Zarokan, Morî Me, Lîstokên Me, Pepûle Me, Xwezaya Rengînê, Efrîna Min Bi Zeytûne û Dayika Min Rindik" e ku ji bo zarokan hatine nivîsîn di pirtukê de cih digirin. 
 
‘STRANÊN MIN KOMBÛNA JIYANA MIN IN’ 
 
Di pirtûka ku Bermal Çem bi gotinên “Em ew rêwiyên li dû notaya azadiyê ne, orkestraya me xweza ye, rîtma stranên me dilê çiyayan e. Bila gerdûn bê stran nemîne û her berbangê bi lêgerîna heqîqeta notaya azadiyê we hembez bike” dest pê dike, bi gotinên “Her stranek xwediyê çîrokekê ye. Her çîrokek parçeyek ji jiyana me ye; parçeyek ji heqîqeta ji çavan veşartî. Min xwest ez bibim dengê wê jiyan û heqîqetê da ku bigihînim cîhanê dengê kenê wan kesên dilxweşik, pakrewan, ên xatir ji me xwestin…Lewma stranên min kombûna jiyana min in. Bi hêvî û hesreta welatekî azad…” spasiya xwe pêşkeşî hemû kesên di xebata nivîsandina pirtûkê de cih girtine û ked dane dike. 
 
Weşanên Aryenê bi dîmenekê, bi gotinên “Her straneke di pirtûkê de jiyaneke, her jiyanek beşeke têkoşîna azadiyê vedibêje. Her notaya vê berhemê aydê çiya û zarokên dil azad ên çiya ne. Ev pirtûka ku weke arşîvekê ye jî çîroka wan stranên ku me ji Bermal Çem guhdarkirine vedibêje. Çemê Stranan ji dilê Bermal Çem derket û ber bi dilê wêjehez û muzîkhezan ve dest bi herikînê kir” danasîna pirtûkê kir. 
 
KÊLIYEKE BÊHEMPA
 
Li pişta pirtûkê jî ev nivîsa rojnamevan Gulistan Çiya Îke cih digire: “Beriya salan li Çiyayên Kurdistanê em komeke heval û hogir li hev civiyabûn. Li dorhêla me zinarên asê, li nav sînga zinaran cemek diherikî bi gurmegurma mizginiya biharê re. Em bi civat bûn li gel hevalan, bi derd û kulên welat de ketibûn. Lewma dem di bin barê êş, azar û hêviyê de giran giran diherikî. Lê şahiya me jî kêm nedibû. Geh me govend digerand, geh awazeke hêviyê seri radikir li çiyayan, geh em dibûn helbestek li ber têhna agir, li binê taveheyvê. Li berêvareke vî zemanî, dema roj diçû ava, hew min dengek bihîst ji wî milê newalê. Ji binê dareke berûyê dengê sazekê dihat, pê re ji dengekî dilgir û aza tevli xumxuma çem dibû. Min qesta stranê kir, berê xwe da dara berû û meşiyam. Jineke ciwan di hembêza we de saz, distirî. Çi bêhempa bû ew kêli, çend xweş bû. Ma kî dizane, belkû lewma stran hene; ji bo demên bêşîrove bên vegotin. 
 
STRANA BERMALÊ WEKE ÇIYAYÊN WELAT E
 
Ew deng û awaz ya Bermalê bû, xwe dabû ber dara berû û distirî. Min guh da wî dengî û pê re jî dil. Ji wê roje ve bênavber Bermal strana dilê xwe, strana dilê me û strana çiyayiyan distirê. Strana Bermalê bilind e, zîz û asê ye, her weke çiyayên welat e. Kûr e dengê wê, ji binê bîra zeman diqêre gotinên dapîr û bapîran. Gotina wê ristika li gerdena çiyayiyan e, bazind li zenda zinariyan e. Rîtma wê zengila dilê şervanan e, ji Zagrosan heta Botan û Dêrsimê, miriyan ji xewê şiyar dike, pakrewanan oxir dike. Çiyayiya me, stranên dilê me distirê. Ji yên çûyî, ji yên li vir û yên bên berhev dike êş, hêvî û azadiyê...”
 
MA / Fahrettîn Kiliç 
 
 

Sernavên din

16/09/2023
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand