Pasûriyan bertek nîşanî madenan dan: Dewlet jî be em ê destûrê nedin
- ekolojî
- 12:32 28/7/2024
Ji şêniyên Zozanên Hasandinê ku di hedefa şîrketên madenê de ye Serayî Yuce ya 85 salî wiha got: “Dewlet jî be, kî jî be em ê destûrê nedin.”
Ji şêniyên Zozanên Hasandinê ku di hedefa şîrketên madenê de ye Serayî Yuce ya 85 salî wiha got: “Dewlet jî be, kî jî be em ê destûrê nedin.”
Li dijî qirkirina xwezayê ya bi salan e li Şirnexê didome wê di 28’ê tîrmehê de daxuyaniyeke bi girseyî bê dayin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Şirnexê bang li saziyên ekolojik, rêxistinên demokratik û gel kirin ku tev li çalakiyê bibin.
Endamê Komîsyona Hawîrdorê yê Baroya Şirnexê Fadil Tay, anî ziman ku li dijî qirkirina daristanan a li bajêr bi daxwaza “rawestandin birêvebirinê” dê dozê li Wezareta Çandinî û Daristanan vekin.
Li gundê Kanî yê navçeya Amediyeyê ya Dihokê ku ji hêla balafirên şer ve hate bombebarankirin, şewat derket.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî birîna daran a li Şirnexê bang li herkesê ku li dijî qirkirina xwezayê disekine kiribû ku di 28'ê tirmehê de li Şirnexê bin. Hevberdevkê Yekitiya Ekolojiyê Suleyman Eryilmaz ê bersiva vê bangê da, ji hemû pêkhateyên xwe xwest ku bersiva vê bangê bidin û got: “Em ê têkildarî talana li bajarên kurdan zêdetir gotinan bibêjin.”
Endama Komisyona Ekolojiyê ya KNK'ê Serwer Qeredaxî, diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê pêşiya texrîbateke mezin a xwezayê vekiriye û destnîşan kir ku ev êriş ne tenê mirovan dikujin ekosîstema herêmê jî tune dikin.
Hevdîtinên teklîfa kuştina ajalên li kolanan, bi protestoyên parlamenterên muxalefetê ji nû ve dest pê kirin.
Rêxistinên Ekolojiyê dê di 28'ê tîrmehê de li dijî qirkirina xwezaya li herêmê daxuyaniyeke girseyî bidin çapemeniyê. Berdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram bang li her xwezaperezî kir ku wê rojê li Şirnexê bin.
Talankirina xwezayê ya li herêma Komateyê ji hêla cerdevenan ve hatiye destpêkirin bênavber didome.
Li Geliyê Botanê yê li navçeya Hezexê şewat derket.
Prof. Dr. Riza Ozturkmen diyar kir ku şewatên ku zêde dibin ji ber krîza avhewayê ye û hişyarî da ku heke krîz bidome dibe ku kêmbûna avê û qitûtiya avê biqewime.
Li Licê ji bo maden sifir dar û ber tên birîn û ev proje rê li ber talûkeya jîngehan vedike. Parêzer Ahmet Înan ji bo “sekinandina rêvebirinê” projeye serlêdan kir û got gundên di salên 90’î de hatine valakirin îro bi madenê tên tunekirin.
Li gundê Hesana yê bi ser Silopiya ve û li gundê Navyan ê bi ser navenda Şirnexê ve birîna daran ji nû ve hat destpêkirin.
Şîrketên TPIC û TPAO ku li Çiyayê Gabarê li neftê digerin, bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dikin.
Cotkarên Şemrexê diyar kirin ku ji ber DEDAŞ ceyranê dibire, berhemên wan ên çandiniyê hişk bûne.