Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora binpêkirinan eşkere kir
- cîhan
- 12:40 01/9/2024
Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di meha tebaxê de li rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin bidarvekirin.
Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di meha tebaxê de li rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin bidarvekirin.
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bû.
Di rûniştina 3’yemîn konferansa li Berlînê de panela bi sernavê ‘Li Îmraliyê tecrîd û îzolasyon’ hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn got ku dewleta Tirk li gorî peymanên navneteweyî tevnagere û saziyên navneteweyî tecrîdê paşguh dikin.
Li Taylandê ji ber barîna barana zêde lehî rabû û hezaz çêbû. Di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li Sûdanê ji ber barana dijwar û lehiyê bendavek hilweşiya. Hat diyarkirin ku heta niha 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî winda ne.
Serokkomariya Îranê ragihand ku meha bê wê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan serdana paytexta Iraq Bexdayê bike.
Di lêhiya ji ber barana zêde li Endonezyayê rabûye de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Freibûrgê yê Almanya û Melboûrne yê Awustralyayê qetilkirina rojnamevanan a ji aliyê dewleta tirk ve hat protestokirin û peyama “Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin” hat dayîn.
Hate ragihandin ku di êrişa Ukraynayê ya li ser herêma Belgorod a başûr rojavayê Rûsyayê de 5 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Îsraîl bi hinceta “êrişên pêşîlêgir” êrişî Lûbnanê kir û Hîzbûllahê jî bersiv da van êrişan. Piştî bersiva Hîzbûllahê Îsraîl li tevahiya welat ji bo 48 saetan Rewşa Awarte îlan kir.
Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harrîs, di roja dawî ya Kongreya Partiya Demokrat de namzetbûna serokatiyê ya partiya xwe qebûl kir. Heke Harrîs bê hilbijartin dê bibe yekemîn seroka jin a Amerîkayê.
Di êrişa çekdarî ya li dijî dibistana navîn a li Bosna Hersekê hatiye lidarxistin de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Li Îranê otobûsa rêwiyên hecê yên Pakistanî qelibî. Di encama qezayê de 28 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.
Parlementerên kurd ên li parlementoya Iraqê, derbarê pêşniyara guhertinên Qanûna Statuya Takekesî de diyar kirin ku ji bo malbat û civakê talukeyên mezin hene û anî ziman ku nêzîkatiyên mezhebî li qanûnê tên zêdekirin.
Dadgeha Federal a Iraqê serlêdana Serokê Eniya Tirkmen Hesen Toran û parêzgarê berê yê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Ciburî, ya ji bo betalkirina encama civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê red kir.