Li Erdîşê mitînga zimanê kurdî: Erka her kesî ye ku bi zimanê kurdî biaxive
- çand û huner
- 14:41 25/5/2024
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitînga “Her dem kurdî her der kurdî” de ya li Wanê axivî û got: “Bi polîtîkaya sedsalî gotin ‘heke em ziman tune bikin, em ê hebûna kurdan jî tune bikin’. Lê belê em li her qadên jiyanê xwedî li zimanê xwe derketin û em ê van polîtîkayên wan pûç bikin.”