Wê ji bo Cejna Zimanê Kurdî resepsiyonekê li dar bixin
- çand û huner
- 09:02 14/5/2024
Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê, 10 sal in ji bo standardîzasyona kurdî û folklora kurdî gelek xebat kirine.
Weqfa Mezopotamyayê ya li Amedê, 10 sal in ji bo standardîzasyona kurdî û folklora kurdî gelek xebat kirine.
Di panela Cejna Zimanê Kurdî de banga xwedîderketina li kurdî hat kirin.
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Şirnexê panel hat lidarxistin û li Wanê jî meş hat lidarxistin. Di çalakiyan de banga “Li her derê bi kurdî biaxive, bifikire, binivîse û bijî” hate kirin.
Li Sûrê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ji bo gel vexwînin çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî xwestin belavokan belav bikin. Girse piştî astengkirina polîsan, bi devkî, gel vexwend çalakiyan.
MED-DER, li gundên Text û Hertayê yên Pasûrê bi zarok û jinan re civiya. Li gundê Textê Cejna Zimanê Kurdî, li gundê Hertayê jî Roja Dayikan pîroz kirin.
Şaredariya Cizîrê di çarçoveya aktîvîteyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de “10’emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hûnerê ya Cizîrê” li dar dixe. Di mihrîcanê de Dîwana Dengbêjan hate danîn.
Li Bismilê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li qada vekirî panel hate lidarxistin û helbest hatin xwendin. Eleqeya ji panel û helbestan re zêde bû.
Li Êlihê dê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji Kolana Hunerê heta Parka Yilmaz Guneyê bi çepik û dirûşmeyan dimeşin.
Sanatça û Şaredariya Peyasê bi tevlibûna bi hezaran kesan konserek li dar xist. Dengbêjên NÇM’ê û Rastak guhdarvanan mest kirin.
27'emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya ku Ûçan Supurge pêk tîne dest pê kir.
Dengbêj Halideyê diyar kir ku ew berdewamên têkoşîna Hozan Mîzgîn in û got: "Hebûna Hozan Mîzgîn, wê her tim di hunera kurdî de cih bigire û ji nifşên pêşerojê re bibe mînak."
Mamosteyên Kurdî-DER'ê ku di sala 2016'an de hat girtin niha amade ne ku li Navenda Çand û Hûnerê ya Eyşe Şanê perwerdehiyê bidin xwendekaran. Yek ji van mamosteyan Aydin Deniz diyar kir ku armanca wan ew e ku navendê veguherînin fêrgehêekê û wiha got: "Em dixwazin vê derê bikin fêrgeheke berfireh a zimanan."
Ji bo Yekemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye.
Di çarçoveya projeya MKM’ê ya 21 sal berî niha de lawjeyên kurdî û tirkî hatin tomarkirin. KOM Muzîk dê qeydên hatine tomarkirin bi navê “Dia, Beyt û Samahan” biweşîne.
Şaredariya Peyasê dê sibe bi tevlibûna çîrokbêj, dengbêj û koma ji rojhilatê Kurdistanê Rastakê konserekê li dar bixe.