Bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn
- çand û huner
- 09:28 25/4/2018
Li Colemêrgê bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn. Hin dêr di encama karesata xwezayî de û hin dêrên li ser piya man jî ji aliye kesên li xezîneyê digerin hatin rûxandin.
Li Colemêrgê bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn. Hin dêr di encama karesata xwezayî de û hin dêrên li ser piya man jî ji aliye kesên li xezîneyê digerin hatin rûxandin.
Pêşangeha wêneyan “Ji Hundur Ber Bi Derve Ve Wêne – Xeyal Nayên Girtin” dê li Enqereyê bê pêşandan. Kesên bixwazin dikarin di navbera 28’ê Nîsanê û 4’ê Gulanê de serdana pêşangehê bikin.
Lîstikvan Bîlal Bûlût, diyar kir ku li gor 10 sal berê sinemaya kurdî pêşveketiye, lê belê bandor ji Rewşa Awarte girtiye. Bûlût diyar kir ku sinema qadeke girîng û ew bi riya sînemayê dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê.
Bi minasebeta 120'emîn salvegera weşana Rojnameya Kurdistanê Nivîskar Ahmet Kanî hemû hejmarên Rojnameya Kurdistanê di pirtûkekê de kom kir. Kanî diyar kir ku Kurdistan çirûskeke ku her geş e.
Pirtûka Sîdar Jîr “Handa” ji Weşanên Lîsê derket. Jîr, diyar kir ku wî di Handayê de ruhê jinê nivîsandiye. Jîr anî ziman ku serlehenga pirtûkê Handa her çar dîwarên civakê dide der û got: “Lê belê Handa di fikr û ramanên xwe de azad e.”
Nivîskar û senarîst Osman Şahîn ku di Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya 37'an de layiqî "Xelata Rûmetiyê ya Sînemayê" hat dîtin, diyar kir ku wî tevî Yilmaz Guney çîrokên xwe li sînemayê guncandine û got "Tiştên min nivîsandine çîrokên kesên ji rêzê ne. Çîrok û xeberoşkên wan jî hene. Û min zahf hez wan mirovan kir."
Sîlûeta Keleha Dîlokê, ji ber avahiya muzeyê ku Şaredariya Mezin a Dîlokê çêdike, sîber dike.
Nivîskar û helbestvanê Kurd Selîm Temo, zextên li ser ziman û wêjeya Kurdî anî zimên. Temo, qedexekirina heyî jî ji bo Kurdî weke derfetekê nirxand. Selîm Temo derbarê zextên li ser çapemeniya Kurdî de jî wiha got: "Gelek kesan zimanê xwe bi rojnameya Azadiya Welat nas kirine. Azadiya Welat di çapemeniya Kurdî de wekî dara rûmetê ye."
Gazete Karinca “Ji 1915’an heta niha: Portreyên Ermeniyan” ku ji projeya Aurora Prîzeyê berhev kir weke pirtûk hat çapkirin. Yek ji wergêrên pirtûkê Lokman Sazan got: “Bi vegotina wan xwendina van mirovan, belkî jî bibe munasebeta hevrûbûn û aştiyê.”
Derhênerê fîlmê “Kaçiş” (Rev) Kenan Kavût ku di fîlmê xwe de çîroka koçberekî sûriyeyî yê di şer de malbata xwe winda kiriye û ji welatê xwe koç kiriye vedibêje got: “Îktîdar mirovên bêguneh ber bi şer ve hêl dikin. Li erdnîgariyeke ku şer lê hebe, mirin ji jiyanê zehmetir e.”
Mehmet Vûral ku di 14 saliya xwe de hînî çêkirina baxlemeyê bû, 24 salin baxlemeyan çêdike. Vûral behsa karê xwe kir û got: “Tekane tişta ku cîhanê rizgar bike muzîk e. Muzîk tu carî daxilî şer û xerabiyê nabe.”
Derhênerê fîlma “Hewno Bêreng” Mehmet Alî Konar, diyar kir ku wî xwest ji çavên zarokan bûyerên herêmê yên di salên 1990’î de rû dan vebêje û got: “Min xwest derûniya zarokên Kurdistanê ragihînim.”
Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê Hurermend Mercan Gorkem ku sûretan (resîman) xêz dike li şûna tuala caw, li ser text suretan xêz dike. Gorkem, diyar kir ku hestê xwe bi firçeyê li ser text xêz dike.
Fîlmê “Hewno Bêreng” yê derhêniya wî Mehmet Ali Konar kiriye di 37'emîn mihrîcana fîlman a Stenbolê de li sînemayê hat peşandan.
Xebatkara Weşanxaneya Otonom Melîs Înan, diyar kir ku piştî Çapxaneya Gun hat desteserkirin nikarin çapa pirtûkên xwe yên nû bikin û wiha got: "Zext ne tenê bi îro sînorkirinî ne. Naxwazin em xwe biginin rastiyan."