Li Rihayê dîrokek winda dibe!
- çand û huner
- 09:13 07/9/2018
Li Taxa Esemkûlû ya Rihayê, xebatgeh, gor û navendên bicihbûnê yên ji dema Romayê mayî winda dibin.
Li Taxa Esemkûlû ya Rihayê, xebatgeh, gor û navendên bicihbûnê yên ji dema Romayê mayî winda dibin.
Li dijî zextên li ser huner, Şa Performan weke alternatîf hat avakirin. Ji Şa Performansê Tuncay Ozel, diyar kir ku di van şert û mercan de, ligel ku bi ekîbên mezin û bi dekorên biheybet nalîzin jî, bi biryarin ku şanoya bi Kurdi berdewam bikin. Ozel got kelûmelên wan tenê bedena wane.
Li Mêrdînê osteyê neqişandina sifir Emrah Ozcan, bi baweriya ku remz û sembola xêr û bereketê ye bi salan e portreyê Şahmeran li ser sifir dineqişîne û çanda Şahmeran a bi hezaran salan hatiye li ser rûyê sifir zindî dike. Emrah Ozcan, li ser qîmeta pîşeyê sifir û neqişandina Şanmeran got "Heta ji destê min bê ez dê vê çandê zindî bihêlim."
Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî, anî ziman dewlet bi polîtîkayeke çewisîner bi ser kurdî û weşangeriya kurdî ve diçe û divê li hemberî vê hemû kurd dema serê xwe danîn ser balgiyê ji xwe bipirsin: "Îro min ji bo zimanê xwe çi kir?"
Weşanxaneya Sîtavê 6 jê bi kurdî 8 pirtûkên nû çap kirin.
Kedkdarê Radyoya Êrîvanê, hebestkar û dengbêj Mecîdê Silêman di 81 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Li Mêrsînê 4 hunermend dê pêşangeha bi navê "Koçberî û Eraf" ku zor û zehmtiyên koçberî û penaber bi wan re rû bi rû dimînin vedibêje li dar bixin.
Li herêma Mezopotamya bi sedan cih û warên dîrokî hene. Yek ji van cih û warên dîrokî Bajarê Antîk Dara ye. Her kesên ku biçin Mêrdîn divê teqez biçin Dara bibînin.
Bi KHK'yan saziyên ku di warê şanoya kurdî de dixebitîn û yekeyên şanoyan ên şaredariyan ji aliyê qeyûmên hatin tayînkirin hatin girtin. Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê destnîşan kirin ku tevî hemû çewisandin û astengiyan jî dê şano neyê girtin.
Dengbêj Gazin kilamên di dilê xwe de nestirîn û jiyana xwe ji dest da. Gazin di hemû temenê xwe de ji bo çanda dengbêjiyê jîn bike têkoşîn û kedek mezin da. Di roportaja xwe ya dawî de hestera xwe ya "Stranen kilamên bi ruhê azadiya çiyê ya ji Zozanan" vegotibû.
Xwediyê Sînemaya Bajar ya Amedê ku bi fîlman çanda herêmî dida xuyakirin, Abdulkadir Aydin, diyar kir ku fîlmên destan û çîrokên kurdan vedibêjin rastî eleqeyek zêdetir tên û wiha got: "Ez dê di her şertan de çanda sînemaya herêmî bidomînim." Aydin, destnîşan kir ku piştî AVM û Cafe vebû çanda gel jî di cafeyan de asê ma.
Pîr Zeynet Kete, di baweriya elewîtiyê de behsa cihê tembûrê (baxlemeyê) kir û diyar kir ku tembûr nasnameya civakî ya elewîtiyê ye.
Li Silêmaniyê Muzeya Emnesureke 22 salin şahidiya komkujiya li ser kurdên 4 perçeyên Kurdistanê hatiye meşandin dike. Muze di heman demê de hişekî ava dike û komkujiya li ser gelê kurd pêş dikeve radixe ber çavan. Ev muzeya ku berê navenda îşkenceya serdema Sedam bû, niha şahidiya îşkenceyê dike. Lê li Amedê Girtîgeha Amedê ku di serdema darbeya 12'ê Îlonê de navenda îşkenceyê bû hêj girtîgeh e.
Dengbêj û çîrokbêj Mihyedîn Duymak ji zarokatiya xwe ve çîrokên kurdî berhev dike û dinivîsîne. Duymak van çîrokên berhev dike dixwaze bike pirtûk. Duymak diyar kir ku ji bo vê yekê pêdiviya wî piştevaniyê heye û got: “Ev çîrok evîn û şerê me ne. Divê em xwedî lê derkevin.”
Ramamzan Kavakê ku ji mamostetiyê hat îxrackirin, pirtûka wî ya duyem a helbestan "Êşa Genim" derket. Kavak got: "Ya ku hişt ez bi zimanê xwe binivîsînim heqîqet e."