'Ahmed Arîf mora xwe li rihê helbestê daye'
- çand û huner
- 11:37 02/6/2019
Helbestkar Hîcrî Îzgoren diyar kir ku Ahmed Arîf mohra xwe li helbestê daye û wiha got: "Helbestên wî her tim cihana me ya hestan dewlemend kiriye." Helbestkar Şukru Erbaş jî diyar kir ku taybetmendiya ku helbestên Ahmed Arîf mezin dike; paşneguhkirina pirs û êşên gel e.