Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê

img
ÎZMÎR - Li Îzmîrê Serê Salê bi çalakiyên cuda hate pîrozkirin. 
 
Gelê Kurd li gorî Salnameya Rûmiyê, şeva 13’ê Çileyê girêdayî 14’ê Çileyê dike, weke Serê Salê qebûl dike. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran pîrozbahiyan li dar dixe. Jinart a li Îzmîrê di çarçoveya Serê Salê de li avahiya xwe ya li Basmanayê pîrozbahî li dar xist. Nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi çalakiyên zarokan û xwarinên herêmî dest pê kir û bi Sêva Mêxekrêj û vegotina çîrokan domiya. 
 
Hunermenda Jinartê Belkisa Suleymanoglû di pîrozbahiyê de bal kişand ser girîngiya Serê Salê û wiha got: “Cihekî girîng ê çalakiyên wiha di çand û dîroka me de heye. Wateya rîtûela Mêxekrêjê ya di çanda me, nûnertiya aştiyê dike. Mirov, bi ritûelên vî awayî re wisa bawer dikin ku dê daxwaza wan a azadiyê û hêviyên wan pêk bên.” 
 
Piştî axaftinê, li dengbêjan hate guhdarîkirin û pîrozbahî bi zûgotinokan domiya.