Rewşa dawîn a 'Herêma Ewle' û 'Îdlibê': Lihevkirin an şer?
- analîz
- 11:06 07/8/2019
Di pêvajoya ku di hevdîtinên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de yên li ser 'Herêma Ewle' de tu encam derneketine, Rûsya li gel 'agirbestê' jî li Îdlîbê ket tevgerê.
Di pêvajoya ku di hevdîtinên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de yên li ser 'Herêma Ewle' de tu encam derneketine, Rûsya li gel 'agirbestê' jî li Îdlîbê ket tevgerê.
TSK li ser sinorê Girê Spî eskerên zêde bi cih dike. Duh heyetek DYA hat Tirkiye û bi wezareta parastinê re hevdîtin kir. Hevdîtin îro ji berdewam dike. Heyeta DYA diyar kirin ku duh li dijî “Kembema Ereb" bûn û îro jî wê “Kembera Tirk" qebûl nekin.
TSK li ser sinorê Bakurê Sûriyeya û Rojhilatê Bakur ê Sûriye eskeran bi cih dike. Tê diyar kirin ku TSK li ser daxwaza DYA eskeran bi cih dike û dixwaze li aliyekî rageşiyê zêde bike û li aliyê din bêtir TSK û QSD'ê bîne hemberî hev û xeta xwe li ser aliyan ferz bike.
Di niqaşên Zîrveya G20'an de rageşiya der barê Îdlibê de bi dawî nebû. Di hevdîtinên 2 kesan ên di Zirveye de tê dîtin ku Enqere berê dîreksiyona xwe li Washingtonê zîvirandiye. Lê naxwaze "kontrola" Mostokva jî ji dest berde. Piştî Trump fotoreya S-400'an li Obama birî tê payin ku pêşkenîn nû derkevin holê.
Hewldanên TSK û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ya li qada Bradostê, bi bertekên jin, ciwan û pêşmergeyên kedkar, vala derket. Piştî Rêveberiya Barzanî, di bazirganiya petrolê ya bi Tirkiyeyê re bi 26 milyar dolaran ket bin deynan, herêm ji TSK û MÎT'ê re vekir û bedel da Tirkiye û destkeftiyên Kurdan pêşkêşî Tirkiye kir.
Operasyona Xakûrkê ya bi desteka PDK’ê ku Tirkiye pêk tînê ket roja 17’an. Hem hêzên herêmî û hem jî hêzên navnetewî çawa nêzî operasyonê dibin? Armanca Tirkiyeyê û PDK’ê çi ye? Iraq, Îran û DYA çima bêdeng in. Vane agahiyên dawî ku ji herêma operasyonê hatine.
Tirkiye piştî di mijdara 2015'an de balafira şer a Rûsya xist, bi Rûsya re li ser xeta polîtîk gihiştin hev. Polîtîkayên Tirkiye û Rûsya ku 4 sal berê bûn yek niha li Idlibê xetimiye. Niha Hêzên Rejîme ku piştgiriya xwe ji Rûsya digirin, êrîşî nokteyên çavdêriyê yên Tirikye dikin û nokteyên Tirkiye dorpêç dikin. Li aliyê din Tirkiye hêdî hêdi berê xwe dide xeta NATO'yê.
Serokvezirê Herema Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ji bo rêveberiya xwe xurt bike, rêvebiriya Kerkukê ji Tirkmenan re berdide.
Tirkiye ya ku ewil di milê eskerî û siyasî de piştgirî da komên selefî û bû perçeyek şerê navxweyi yê Sûriye, piştî li Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê tev li şer bû, niha li Idlibê bi destê HTŞ'ê tevlêbûna xwe berdewam dike. Enqere bi polîtîkayên li dijî Kurdan, Idlibê dike mijara bazarê.
Hêzên Rejîma Sûriye, bi piştgiriya Îran û Rûsyayê li Idlibê operasyonên li dijî noktayên çavdêriyê yên Tirkiyeyê û HTŞ'ê zêde kir. Rejîma Sûriye bi van operasyonan peyama “Ji axa Sûriye derkeve" dide Tirkiye.
Çawa îtîfaqa AKP-MHP li ser derdorên muxalif û bi taybetî jî ser civaka kurd siyaseta çewsandin û tunehesibandinê dimeşîne û her diçe wan ber bi tunekirinê ve dibe, du partiyên desthiladar ên li Herêma Kurdistana Federal PDK û YNK jî heman siyasetê li ser partî, sazî û civakên muxalif dimeşînin û ew jî wekî wan bi windabûn û tunekirinê ve rû bi rû dimînin.
Hat diyar kirin ku 'Herêmên Ewlehiyê' yên Bakur û Rojhilatên Sûriye ku Tirkiye gotibû 'Wê di kontrola me de bin' ji aliyê DYA û MSD’ê ve hatiye diyarkirin. Ji bo Mutabakata Edeneyê jî tê niqaşkirin ku Rojavayê Firatê dê ji Rejîma Sûriye re bê hiştin.
Piştî HDP'ê di 7'ê Hezîrana 2015'an de biryar girt û wekî partî tev li hilbijartina bû, bûye tirsa hêzên antîdemokratîk. Ji bo vê hilbijartina herêmî jî her çend stratejiya "Li Kurdistanê bi ser bikeve, li rojavayê welat bi wan bide windakirin" bê nîqaşkirin jî, lê belê wê serketina HDP'ê û rastiya wê ya polîtîk di 1'ê Nîsanê de bi awayekî zelal bê fêmkirin.
Nûçegihanê ajansam me Nazim Daştan çû Bajarokê Arîma ya girêdayî Babê. Arîma bûye mijara daxuyaniyên YPG, Artêşa Rejîmê, Tirkiyeyê, Rûsya, DYA û hêzên koalîsyonê. Li bajarok Cephet El Ekrad, Rûsya û hêzên Rejîmê hene. Ewlehiya sînorê bajarok jî hêzên herêmî diparêzên.
Serokê DYA Trump piştî biryara "Vekişina eskeran" ya ji Sûriye da niqaşên li ser herêmê zêde bûn. Hêz û dewletên serdest piştî vê biryarê ketin nava lêgerîna ku çawa perçe bikin û parve bikin. Gelên Bakur û Rojhilatên Sûriye jî ketin nava legerîna 'Jiyana Azad".