AMED - Komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku yekemîn destwerdana hêzên global ya li Rojhilata Navîn bû, sala xwe ya 25’an temam kir. Di vê pêvajoyê de ku Ocalan wê wekî “Ez li çarmixê hatim xistin" bi nav kir, ew tasfiyeya ku hêzên komploger dixwestin pêk nehat.
Yekemîn destwerdana li Rojhilata Navîn a hêzên global ên bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Komploya li gor çarçoveya hesab û kîtabên netew-dewletên wekî DYA, Yekîtiya Ewropa (YE), welatên ereb, Rûsya û Îsraîlê hat kirin, ji ber ku Abdullah Ocalan bi helwesteke li teref gelan li ber rabû, xwest wî ji holê rake.
Plana tunekirinê, bi êrişa sûîqestê ya ku di 6'ê Gulana 1996'an de li nêzî mala Abdullah Ocalan li Şamê hat kirin, bi tonek teqemenî hat kirin. Dema ku Abdullah Ocalan bi plana qirkirinê rxelas bû û nehat tunekirin DYA, Îngilîstan û Îsraîlê vê plana qirkirinê ya ji aliyê Gladiyoya NATO'yê ve hatibû amade kirin, gav bi gav xistin meriyetê.
Pêngava yekem a vê planê bi zextên siyasî û dîplomatîk ên DYA’yê yên li ser hikûmeta Şamê ketin meriyetê. Abdullah Ocalan li şûna rêya çiyê ku xeyala wî ya 40 salî bû, ji bo afirandina derfete aştiyê rêya ber bi Ewropayê hilbijart û di 9'ê Cotmeha 1998'an de çû Ewropayê. Ev rêya ku biçûna ber bi Yewnanistanê ve dest pê kir û 130 rojan dewam kir, Abdullah Ocalan wekî "kesê nayê xwestin" hat îlankirin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û ew li Girava Îmraliyê xistin girtîgeha ku ji bo yekkesî hatibû dîzaynkirin.
GAV BI GAV KOMPLO
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê di şert û mercên giran de tê girtin, b parastina xwe ya berpêşî Dadgeha Cezayê Giran Atînayê kir û wekî Parastina Atînayê tê binavkirin, komployê bi her awayî teşhîr kir.
Pêşveçûnên der barê çûna Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê de ku serdana wî ya Ewropayê wekî "anîna pirsgirêka kurd ber bi platformeke demokratîk" ve nirxand û komploya li dijî wî wekî "destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" nirxand. Piştî hatina wî ya Ewrûpayê 130 roj berdewam kir û paşê me geşedanên anîna wî ya bo Tirkiyê, roj bi roj berhev kirin.
Cotmeha 1994'an: Pêvajoya destwerdana li Rojhilata Navîn û pêvajoya ku gav bi gav tevna komployê hat avakirin, bi hewldanön DYA’yê dest pê kir. Serokê Amerîka yê wê demê Bill Clinton piştî 21 salan di Cotmeha 1994'an de serdana Sûriyeyê kir. Her çend ev civîn bi gotinên giştî yên wekî “destxistina aştiya berfireh li Rojhilata Navîn” hatibe bilêvkirin jî, ji 4 saetên hevdîtina Bill Clinton-Hafiz Esad, 3 saet jê der barê Abdullah Ocalan de bû û bi vî awayî Abdullah Ocalan wekî xetera herî mezin hedef hat girtin.
23'yê Sibata 1996'an: Tirkiye û Îsraîl bi peymana hevkariya leşkerî û perwerdehiyê gihaştin asta hevkariya stratejîk. Di çarçoveya vê peymanê de bi tevkarî dor li Sûriyeyê hat tengkirin.
9'ê Nîsana 1996'an: Hevdîtina veşartî ya ku li Qesra Spî di navbera Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Simitis û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Bill Clinton de pêk hat, li ser Abdullah Ocalan bû.
6'ê Gulana 1996'an: Nîşaneya yekemîn a komploya navdewletî ya li dijî Abdullah Ocalan, bi êrişa suîqestê ya li Şamê hat dayîn. Li baxçeyê li kêleka mala ku Abdullah Ocalan lê dima, tonek teqemenî teqiya û Abdullah Ocalan bêyî ku birîndar bibe ji sûîqestê xilas bû. Piştî teqînê bi demeke ji nîv saetî kêmtir, rojnameyên Londonê ragihandin ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye.
Gulan'a 1997'an: Tûrhan Tayan, Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Necmedîn Erbakan, çû serdana Girên Golanê yên Sûriyeyê yên ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn dagirkirin.
16'ê Îlona 1998'an: Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Atîlla Ateş li ser sînorê Sûriyeyê daxuyanî da û daxwaza dersînorkirin an jî teslîmkirina Abdullah Ocalan kir. Piştî daxuyaniyên Ateş komploya navdewletî ket meriyetê û ji gelek navendan zor li Sûriyeyê hat kirin.
17'ê Îlona 1998'an: Yekser piştî rêkeftina Simitis-Clinton, gazî Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî hat kirin ku bê Enqereyê û jê hat xwestin ku ji bo dilsoziya bi Amerîka û Îngiltereyê soz bide. Piştre jî hevdîtin bi Serokê YNK'ê Celal Talebanî re hat kirin û ew şandin Washingtonê. Di 17’ê Îlona 1998’an de di navbera PDK-YNK-DYA'yê de Peymana Otonomiya Kurdan li Washingtonê hat îmzekirin. Esasê vê peymanê tasfiyekirina têkoşîna azadiya kurd û hevkariya di warê Sûriyeyê bû. Lihevkirineke din a di hevdîtinê de jî ew bû ku Iraq li ser esasê federaliyê bê reformekirin.
30'yê Îlona 1998'an: Di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya bi serokatiya Serokomar Suleyman Demirel de vebijarkên leşkerî yên ji bo Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Demîrel di 1'ê Cotmehê de gefa destwerdana leşkerî li Sûriyeyê xwar.
3'yê Cotmeha 1998'an: NATO li Îskenderûnê, li ser sînorê Sûriyeyê, tetbîqatek leşkerî ya berfireh da destpêkirin. 2 hezar û 500 leşker û personelên Amerîkî jî beşdarî tetbîqatê bûn. Ev pêşketin wekî amadekariyên şerê li dijî Sûriyeyê hat şîrovekirin. Bi minasebeta vê tetbîqatê, keştiyên şer ên hêzên deryayî yên Amerîkayê û mûşekên pêşketî ji bo sînorê Sûriyeyê ber bi rojhilatê Deryaya Spî ve hatin veguhestin. Di heman demê de Îsraîlê jî hêzên xwe yên leşkerî li Girên Golanê bi cih kir. Her wiha Fermandarê Hêzên Bejayî Atilla Ateş û Serokomar Demîrel ên ku Sûriyeyê û Abdullah Ocalan hedef girtin, hatin dayîn.
Piştî van daxuyaniyan ji Hatayê ber bi navçeya Cizîr a Şirnexê ve leşker li ser sînorê Sûriyeyê hatin bicihkirin û li baregehên hewayî yên Amed û Meletiyê jî alarma pirteqalî ya di wesfê ya sor de hat dayîn. Ji aliyê din ve DYA’yê bi Misir û Erebîstana Siûdî re ket nava hewldaneke dîplomatîk ji bo zorê bide Sûriyeyê. Bi vî awayî lihevkirina sêalî ya Amerîka-Tirkiye-Îsraîl gihaşt wê astê ku zorê li Sûriyeyê bike.
DERKETINA JI SÛRIYEYÊ
Beriya 9'ê Cotmeha 1998'an: DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyeyê dorpêça leşkerî, siyasî û dîplomatîk a li ser Sûriyeyê zêde kirin. Ev zext di 9’ê Cotmeha 1998’an de gihaşt asta herî jor. Sûriye ji bo berjewendiyên xwe serî li ber van zextan danî û di mijara PKK’ê de bi wan re li hev kir û derketina ji welêt li Abdullah Ocalan ferz kir. Abdullah Ocalan di parastina xwe ya Atînayê de vê tekê wiha vegot: "Rayedarên Sûriyeyê dixwestin ez ji welêt derkevim û digotin 'nesekine derkeve!'"
9'ê Cotmeha 1998'an: Abdullah Ocalan bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê ji Balafirgeha Şamê çû Atînayê. Dema ku balafir li Balafirgeha Hellinikon a Atînayê daket, Wezîrê berê yê Gihandinê yê Yewnanîstanê û Wekîlê PASOK'ê Kostas Baduvas li hoê ne xuya bûn ku bi xwe Abdullah Ocalan vexwendibûn. Li şûna Baduvas, efserê payebilind Savvas Kalenteridis û rayedarên payebilind ên îstixbaratê derketin pêşberî Abdullah Ocalan. Biryar hat dayîn ku Abdullah Ocalan ê serlêdana penaberiyê kir, beriya ku daxwaza wî ji dadgehê re bê şandin, "demildest Yewnanîstanê biterikîne". Abdullah Ocalan di heman rojê de (9'ê Cotmehê) bi balafireke taybet a ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê ve hatibû amadekirin, ber bi Moskovayê ve çû.
Di 9'ê Cotmeha 1998'an de Abdullah Ocalan ku çû Rûsyayê diyar kir ku ji aliyê Numan Uçar û hêzên ewlekariyê yên Rûsyayê ve hatiye pêşwazîkirin û wiha got: "Ez pêşî birim mala Serokê Partiya Lîberal Demokrat Jirinowskî û piştre jî birin mala li çiyê ya Serokê Giştî yê Partiya Lîberal Demokrat Jirinowskî. Min ji bo îltîcaya siyasî serlêdana xwe da efserên li cem xwe."
11'ê Cotmeha 1998'an: Piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, agahiyên îstîxbaratê yên cihên çûyê radestî Enqereyê hatin kirin. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesut Yilmaz di 11'ê Cotmeha 1998'an de li ser mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Ji îro pê ve em hîn bûn ku Ocalan li Rûsyayê ye." Li ser vê yekê Abdullah Ocalan li Dûmayê, li avahiya Parlamentoya Rûsyayê daxwaza penaberiya siyasî kir.
4'ê Mijdara 1998'an: Dumayê daxwaza penaberiyê ya Abdullah Ocalan bi 298 dengan qebûl kir. Yekem berteka li hemberî vê biryara Dûmayê ji DYA’yê hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê James Rubin di daxuyaniya xwe de got ku bila tu kes ji Abdullah Ocalan mafê penaberiyê nexwaze.
Serokwezîrê Rûsyayê Primakov ku biryara Dûmayê ya der barê Abdullah Ocalan de esas negirt, 9 roj muhlet ku Abdullah Ocalan ji Rûsyayê derkeve.
ZEXTÊN LI SER ÎTALYAYÊ
12'ê Mijdara 1998'an: Abdullah Ocalan ku bi mudaxeleya Wekîlê Partiya Komunîst a ji nû ve avakirina Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovani ji Rûsyayê derbasî Îtalya-Romayê bû, li Balafirgeha Îtalyayê hat girtin. Abdullah Ocalan piştî girtinê ji Romayê daxwaza mafê penaberiyê kir.
21'ê Mijdara 1998'an: Wezîra Karên Derve ya Amerîka Madeleine Albright bi Sekreterê Giştî yê wê demê yê NATO Javier Solana re hevdîtinek dirêj kir ji bo ku Abdullah Ocalan li tu welatî neyê qebûlkirin.
24'ê Mijdara 1998'an: Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Bill Clinton du caran telefonî Serokê Îtalyayê D'Alema kir û got: "Xwe ji xeletiyek dîrokî dûr bixin!" Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA James Rubin jî got: "Divê Ocalan rojek berî rojekê radestî Tirkiyeyê were kirin."
16'ê Çileya 1999'an: Abdullah Öcalan ji Îtalyayê derket û hat Moskovayê.
ÇARMIX Û AMADEKARIYA TABÛTÊ
17'ê Çileya 1999'an: Karbidestên ewlekariyê yên rûsî ji Abdullah Ocalan re gotin ku hikûmet naxwaze ew li vir bimîne û got ku ev talîmat ji hêla Primakov ve hatiye dayîn.
18'ê Çileya 1999'an: Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Aleksandr Lebedev, soz da Tirkiyeyê ku "Gava ku Ocalan bê girtin wê were dersînorkirin." Bulent Ecevit jî di heman rojê de bi daxuyaniya xwe ya ji çapemeniyê re vê yekê piştrast kir. Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wekî “amadekirina çarmix û tabûtê" nirxand.
20'ê Çileya 1999'an: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Bîşkek a paytexta Tacîkistanê birin maleke li gundekî. Rêberê PKK’ê ji bo vê wiha dibêje:“Ev revandina bi zorê bû. Ez 8 rojan li vir di bin tecrîdê de mam."
28'ê Çileya 1999'an: Abdullah Ocalan bi balafirekê birin Moskovayê. Abdullah Ocalan li vir ji aliyê yekîneyên taybet ên Rûsyayê ve hat tehdîdkirin û hat xwestin ku wî bişînin Şamê. Lê belê Abdullah Ocalan vê pêşniyazê red kir. Ji ber ku rewş xeternak bû, Abdullah Ocalan ji Admiral Naksakis re ragihand ku ewlehiya wî ya jiyanê di xetereyê de ye.
29'ê Çileya 1999'an: Abdullah Ocalan, bi balafira taybet a ku generalê teqawît Naksakis anîbû, cara duyemîn rasterast daket Atînayê, ji ber ku ji pêşniyazên rayedarên rûs guman lê peyda kiribûn neçû Bukreşê.
30'yê Çileya 1999'an: Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Teodoros Pangalos got: "Hûn bi xêr hatin welatê me. Em dixwazin bi we re hevdîtinê bikin. Xebatên qanûnî yên pêwîst dê bên kirin. Dê nêzîkatiyeke cuda nebe. Di vî warî de em dixwazin rewşa we bi awayekî şênber nîqaş bikin." Abdullah Ocalan ku hevdîtinê qebûl kir, li şûna Pangalos dîsa rastî Stavrakakis û Kalenterîdîs hat.
LI DAVOSÊ AMADEKARIYA PETROLÊ
30'yê Çileya 1999'an: Di civîna Foruma Aborî ya Cîhanê de ku li Davosê hat lidarxistin, rewşa Abdullah Ocalan di navbera serokwezîrê Rûsyayê Primakov û şîrketên petrolê yên Amerîkî de hat ser maseya danûstandinê. Di rojnameya aboriyê ya Rûsyayê Kommersantê de, nûçeyeke bi sernavê "Bazarkirina petrolê li dijî Apo" hat serwîskirin û hat gotin bi vê peymanê re petrola Qazaxistanê dê derbasî Rûsyayê bibe û petrola Azerbaycanê dê bi rêya Tirkiyeyê were belavkirin.
31'ê Çileyê: Bi însiyatîfa Yewnanîstanê û balafira amadekirî li balafirgeha Mînskê daket. Roja ku Abdullah Ocalan daket Balafirgeha Mînskê, bi biryareke veşartî ya li Swîsreyê hat girtin, hemû balafirgehên navneteweyî yên Ewropayê bi biryareke hevpar destûra daketina balafira ku Abdullah Ocalan tê de bû, red kirin
1'ê Sibata 1999'an: Pangalos bang li Balyozê DYE'yê yê Atînayê Nicholas Burns kir û jê re got Abdullah Ocalan ê li Girava Korfuyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, li Yewnanîstanê ye. Pişt re ji Abdullah Ocalan re temînat hat dayîn ku ew ê biçe Afrîkaya Başûr.
2'yê Sibata 1999'an: Abdullah Ocalan di 2'yê Sibatê saet 05.30'an de li şûna Afrîkaya Başûr, bi balafireke taybet ji balafirgeha Korfuyê bi rê ket. Balyozê Amerîka yê Atînayê Nicholas Burns ji Simitis û Pangalos xwestin ku wî bibin Kenyayê. Ev balafira veşartî ya ku tê gotin ji Swîsreyê hatiye û bi îhtimaleke mezin ji aliyê Gladiyoya NATO an jî CIA'yê ve hatiye amadekirin, roja 2'yê Sibata 1999'an saet di 11:00 de li Balafirgeha Nairobiyê daket. Abdullah Ocalan ji aliyê Balyozê Kenyayê Kostoulas ve hat pêşwazîkirin. Her wiha derbasbna wî ya di gumrukê re jî ji aliyê balyoz ve hat kirin.
HEVDÎTINA CIA Û MÎT'Ê
4'ê Sibata 1999'an: Êvarê, elemanekî CIA'yê ji Musteşarê MÎT'ê yê Tirkiyeyê Şenkal Atasagun re li ser mijarekê daxwaza hevdîtinê kir. Sê Amerîkî, Şefê Îstasyona CIA'yê û du pisporên têkoşîna li dijî terorê çûn mala Atasagun û bi fermana Serokê Amerîkayê Clinton ji bo girtina Abdullah Ocalan piştgirî û operasyoneke hevbeş pêşkêşî rayedarên tirk kirin. Tirkiyeyê jî ev pêşniyaz qebûl kir. Di heman demê de Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Ecevît piştî revandina Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevan Sedat Ergîn de got, “Di 4’ê Sibatê de xebera ku hûn dikarin Ocalan ji Afrîqayê bigrin, gihaşt me. Ji ber vê yekê ev mekanîzma hat aktîfkirin." Li ser vê yekê Serokkomar Suleyman Demirel jî nîvê şevê li Qesra Çankayayê civîna mezin li dar xist.
GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ JI NÛ VE HAT AVAKIRIN
Di heman rojê de Girtîgeha Îmraliyê ya nîvvekirî hat valakirin û radestî Serfermandariya Giştî hat kirin. Derdora giravê wekî herêma leşkerî hat îlankirin û di bin navê nûjenkirinê de Girtîgeha Îmraliyê ya ku dê tenê kesek tê de bimîne, ji nû ve hat avakirin.
4-15'ê Sibata 1999'an: Abdullah Ocalan ji bo ku ji mala Kostoulas a li Kenyayê derkeve rastî zextan hat. Ji bo Abdullah Ocalan pasaportek nehat çêkirin û çendî jê re gotibûn dê di 12'ê Sibatê de ji vir biçe jî, ev yek pêk nehat. Jixwe Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan vê yekê wekî" ewarekirinê" nirxandibû.
BALAFIRA TIRK LI ÛGANDAYÊ DANÎ
8'ê Sibata 1999'an: Balyoz Kostoulas, cîgirê xwe Yorgos Diakofotakis, li ser daxwaza Kathourima, Sekreterê Giştî yê Midûriyeta Karên Derve ya Kenyayê şand. Midûrê Emniyeta Tirk Necatî Bîlîcan di daxuyaniya xwe ya ji bo Kovara Der Spîegelê de diyar kir ku Abdullah Ocalan gav bi gav tê şopandin û got: "Em ê wî bigirin."
10'ê Sibata 1999'an: Balafira Tirk ku ji Stenbolê rabû, li Balafirgeha Entabbeyê ya Ûgandayê saet di 16:00 de daket. Derket holê ku ev balafira ku ji aliyê Frans Dassault ve hatiye çêkirin a karsazê Tirk Cavît Çaglar e. Ekîba ku ji 9 kesan pêkhatî çû Kampala paytexta Ûgandayayê ku cîranê Kenyayê ye û 5 rojan li Entebbe Lake Victoria Otelê bi cih bû û li benda xebera Kenyayê sekinî.
Di heman rojê de (10.02.1999) Balyoz Kostoulas û karsaz Yorgos Panos hatin avahiya Sefaretxaneya Kenyayê û di bin navê plana Seyşellerê de hewl dan ku Abdullah Ocalan careke din ji sefaretxaneyê derkeve. Di sibeha 13'ê Sibata 1999'an de dema ku Abdullah Ocalan bi israr ne xwest ji sefaretxaneyê derkeve, hewl hat dayîn ku bi darê zorê bê derxistin.
15'ê Sibata 1999'an: Dema ku Kenyayê di 15'ê Sibatê de xwest Ocalan dersînor bike, Abdullah Ocalan bi şertê ku biçe Hollandayê ji avahiyê derket. Di êvara 15’ê Sibatê de bi operasyoneke hevpar a rêxistinên îstîxbarata navneteweyî, Abdullah Ocalan ji Balafirgeha Naîrobiyê bi awayekî qorsan hat revandin. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît di 16'ê Sibatê de derket pêşberî kamerayan û ragihand ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê.
PÊVAJOYA ÇARMIXÊ
Abdullah Ocalan ku piştî 15’ê Sibata 1999’an anîn Tirkiyeyê, 26 sal in li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Ocalan di xwe ya Atînayê de vê pêvajoyê wiha bilêv dike: “Bizmarê ewil li Moskovayê hat bicihkirin; min bi her awayî bêbextiyê hîs kir. Bîzmarê duyem li Romayê hat bicihkirin; lê tevî van lîstikên kapîtalîzmê jî min dest ji rûmetê berneda. Bîzmarê sêyem li Atnayê hat bicihkirin; Ez li ber bêbextiyeke ned,t, felcî bûm! Bîzmarê çarem li Naorobiyê hat bicihkirin; ez radestî Tirkiyeyê kirim ku doza darvekirina min dikir. Di dawiya komploya çarmixê (çar bizmar)' min li Behra Marmarayê li girtîgeha giravê ya yekkesî ya Îmraliyê bi cih kirin û xwestin ez li vir di çarmixê de li benda mirinê bisekinim. Lewma ez ne mehkûmê Tirkiyeyê, ez mehkûmê komploya navdewletî me."
MA / Mujdat Can