Derheqê Kurdistana Sor de belgeyeke nû: Çavdêriyên Pçelîna

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Dr. Îsmet Konak xwe gihand belgeyên Y.G. Pçelîna yên di dema geştekî li Kurdistana Sor de û nirxand. 
 
Di navbera salên 1923 û 1930’an de çendek geştên zanistî li Kurdistana Sor kir. Yek ji van geştan jî di havîna sala 1924’an de hate kirin. Arkeologê sovyet Yevgeniya Georgiyevna Pçelîna Kurdistana Sor ji nêz ve şopand û çavdêriyên xwe di sala 1932’yan di kovara Sovetskaya Etnografiya’yê de bi ser navê “Li ser Kurdistan Uyezdî ya li Azerbaycanê” hate weşandin. Akademîsyenê dîroknas Dr. Îsmet Konak xwe gihand naveroka geştê û çendek aliyên girîng analîz kir: 
 
KURDISTANA SOR LI BENDA LÊKOLÎNKIRINÊ YE
 
Azerbaycanê di sala 1923’yan de li rojavayê Komara Sovyetan ji bo kurdên ku hejmara wan derdora 30 hezar bû, uyezdeke xweser ava kir. Kurdistan Uyezdî yan jî bi navê xwe yê din Kurdistana Sor, her çende ji bo demekî kin be jî, li dijî bahozê ji bo kurdên li Sovyetê mîna stargehekê bû. Yek ji remzên wê jî rêveberiya wê ya nenavendî bû. Mixabin ev avadaniya otonom di sala 1930’an di encama hinek dek û dolaban ji holê hate rakirin. Mala gelê kurd, ji hêla hinek kesan ve bi “sergoya kayê” hate tijekirin. Heke gotin di cih de be, pêvajoya Kurdistana Sor mîna xakeke berhemdar a di bin berfê de li benda lêkolînkirinê ye. 
 
GEŞTA GIRÎNG A PÇELÎNA 
 
Bêguman yek ji wesîqayên herî girîng ên têkildarî vê serdemê, geşta Arkeologê Sovyet E.G. Pçelîna ye. Ev geşta zanistî ya behsa xeberê, di havîna sala 1924’an de ji hêla komeleya Kafkasyaya Başûr ve hate amadekirin. Di çarçoveya bernameyê de dê ji bo Daglik Karabag, Zangezur û Kurdistana Sor geşt bihatina lidarxistin. Di nava koma dê biçûya Kurdistanê de Y.G. Pçelîna, G.F. Çursin, Lazo (Akop Kazaryan), T.N. Atabekyan, N.G. Stepanyan û ji Komîteya Rêveberiya Kurdistanê Museyib İlyasov hebûn. Piştre jî ji gundê Mînkendê mamosteyê kurd Samed Şahsuvarov li komê hate zêdekirin. Etnograf G.F. Çursîn ku di geştê de cih digirt, çavdêriyên xwe yên têkildarî Kurdistana Sor di sala 1925’an di kovara “Izvestiya” ya Enîstîtuya Dîrok û Arkeolojiyê ya Kafkkasyayê de bi gotara bi sernavê “Kurdên Azerbaycanê: Nîşeyên Etngorafîk (Azerbaydzhanskiye Kurdy: Etnograficheskiye Zametki) ” weşand. Her çiqas kêm jî be, ev gotar ji hêla raya giştî ya Tirkiye û Kurdistanê ve tê zanîn. Lê belê çavdêriyên Pçelîna, cara ewil e digihin ber destê xwîneran. Bêguman em ê hinek aliyên balkêş ên van çavdêriyan bi we re parve bikin. 
 
LI KURDISTANA SOR 35-40 HEZAR KURD
 
Arkeolog Pçelîna, di ketina gotara xwe de têkildarî demografyaya Kurdistana Sor de çendek agahiyan dide. Dibêje ku li Uyezdde’yê derdora 35-40 hezar kurd û nêzî 9 hezar jî tirkên Azerbaycanê dijîn. Pçelîna, dibêje ku heta navbera salên 1918-1919’an ermen jî li vê herêmê dijiyan lê belê ji ber aloziya li herêmê neçar mane ku tevek derbasî Zangezurê bibin. 
 
AXAFTINA BI KURMANCÎ KÊM DIBE
 
Pçelîna dibêje ku li Kurdistan Uzeydiyê gelê kurd bi zimanê xwe kurdî diaxive. Piştre jî sala 1932’yan ku gotara xwe wê demê nivîsandiye û sala geştê anku 1924’an dide berhev. Li gorî vê; kurdên vê derê ji ber peywendiyên “bazirganiyê” yên bi tirkên li herêmê re danîne, zêdetir tirkiya Azerbaycanê diaxivin û hejmareke pir kêm a gundan bi kurdî diaxivin. Di sala 1924’an de nîviya kurdên li Kurdistana Sor bi kurdî diaxiviyan. Em wisa texmîn dikin ku rêveberiya Azerbaycanê jî ji bo “tirkkirinê” ketiye nava hewldanên bizanebûn. 
 
MALBATA ‘AMEDÎ’ YA ÎLYASOV 
 
Yek ji nîşeyên din ên Pçelîna ku balê dikişîne jî eslê kurdên li Kurdistana Sor e. Têkildarî dem û sedema wan a hatina vê herêmê wiha hatiye vegotin: “Hebûna kurdan a li Kurdistan Uyezdiyê heta sedsalên XV. û XVI. jî diçe. Di vê mijarê de bi taybet jî di nava gel de çendek serpêhatî tên vegotin. Weke mînak, tê gotin ku ji gundê Ogundarê malbata Îlyasov heye ku bi eslê xwe ji Amedê ne. Her wiha tê gotin ku ermenên li gundê Şalva/Ardaşerê ji cihê xwe hatine kirin û kurdên ji Xorasan a Îranê ev gund bi dest xistine...” 
 
HACI HUSAN Ê JI XORASANÊ
 
Divê neyê jibîrkirin ku kesê navê wî di geştê de tê gotin Museyib İlyasov ê ji gundê Ogundarê ye ku bi eslê xwe ji Amedê ye. Tê destnîşankirin ku Îlyasov bi taybet jî di mijara polîtîkaya Kurdistana Sor de bi roleke çalak rabûye û tê zanîn ku di dema xwe de mifetişê girêdayî Komîsertiya Gel a Perwerdeyê ya Komara Sovyet a Azerbaycanê kiriye. Li gel vê, Pçelîna di binnîşeya gotara xwe de derheqê kurdên ji Xorasanê hatin de agahiyên berfireh dide. Li gorî vê yekê; kurdekî bi navê Haci Husan (dibe ku Hasan jî be), di serdema Şah Îsmaîl de tevî 10 malbatan derbasî hêla Zangezurê dibe. Di vê navberê de gundên weke Şalva, Vagazin, Peçaniz û Kurt-Kadji (Kurthaçi) di bin kontrola ermenên weke Zur Keşiş û Şîrîn Beg de bûn. Dema mirov li vegotinên Pçelîna dinihêre, hîn dibe ku di navbera aliyê Haci Husan û ermenan de şer derdikeve. Zur Keşîş tê kuştin û Şîrîn Beg direve. Di şer de ziyaneke mezin digihije gund. Di dawiya dawî de Haci Husan û 10 malbatên pê re li gundên Şalva û Vagazînê bi cih dibin. 
 
DI KURDAN DE ‘ÇANDA OCAXÊ’ 
 
Di geşta Pçelîna de bi taybet jî “malên şikeftê” balê dikişînin. Weke mînak wêneyekî maleke li gundê Minkendê hatiye kişandin. Li gundên weke Abdalyar, Karikaasi, Sendlyar, Kizilyav (Kızıllar), Daşlyu, Molla Ahmellyu, Bozlu û Pircahanê tê dîtin ku hem malên bidestçêkirî hem jî yên ji şikeftan hene. Di nava van malan de “ocax” hene. Pçelîna, dibêje ku ev ocax di heman demê de ji bo kurdan tiştekî “pîroz” e. Weke mînak; dema kesek ji dayik dibe li dora ocaxê tê gerandin. Her wiha navika zarokekî nû ji dayik bûyî li pêşiya ocaxê tê birîn. Dema kesek nû dizewice ji ewil li mala bavê xwe û piştre jî li mala bavê zavayî li dora ocaxê tê gerandin. Her wiha dema mihek di zê, li ocaxa kurdan agirekî gur tê hilkirin ku heta demekî dirêj venamire. Dema kesekî mirî tê bibîranîn, daran diavêjin nav agirî.  Li gorî gotara Pçelîna; di nava kurdan ji bo kesên girambar pênaseya kur/keça ocaxê û ji bo kesên berade jî pênaseya bêocax tê kirin.