Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li her bajarekî Îranê, bi navên Înkilab û Azadî meydan hene. Di 43 salan de ji bo ku gel, ji Meydana Înkilabê bigihîje Meydana Azadiyê bi hezaran welatî hatin kuştin û bidarvekirin. Lê gelên Îranê dibêjin ku ev car bi biryar in wê riya xitimiye vekin.
 
Ji 16'ê  Îlonê ku Jîna Emînî ji hêla polîsan ve li Tehranê hatibû kuştin û heya niha li tevahiya Rojhilat û Îranê serhildan hene. Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di rapora 28'ê mijdarê de aşkera kir ku di nava du meh û nîvên serhildanan de 60 jê zarok, 29 jê jin 448 welatî ji hêla hêzên rejimê ve hatine kuştin. Ji 72 kesên ku di navbera 16 û 21'ê mijdarê de hatine kuştin 56 jê ji Rojhilat bûn. Welatiyên li 26 eyaletên Îranê hatine kuştin hema hema nêviyên wan ji eyaleta Sistan û Belûcistan û bajarên Rojhilat in. Li Tehranê jî herî kêm 43 welatî heya îro hatine kuştin. Ev hejmar tenê ji kesên ku nasnameyên wan hatine bidestxistin pêk tê. Gelemperiya çavkaniyên ku bi wan re hevdîtin dikim dibêjin gelek malbat ji ber zextên dewletê newêribûne zarokên xwe yên hatine kuştin aşkera bikin. Di xwepêşandanan de her wiha bi hezaran kes birîndar bûne û zêdetirî 18 hezar kes hatine binçavkirin.
 
JI MAHABADÊ BER BI TEHRANÊ VE
 
 
Piştî li bajarên Rojhilat digerim dixwazim rewşa Tehranê jî bibînim. Tehran, paytexta Îranê ye û nifûsa wê li derdora 18 milyonî ye. Êvarê li Termînala Mahabadê li otobûsê siwar dibim û serê sibehê digihîjim Tehranê. Ligel riyên fireh, trafîkeke xirecir heye. Ji ketina bajêr heya digihîjim Termînala Rojhilatê Tehranê saetek derbas dibe. Nêzî vê termînalê yek ji sembolên sereke yên Îranê Birca Azadî heye. Kesên ku ji eyaletên din yên Îranê ji bo xebatê hatine û li termînalê ji otobûsan peya dibin, destpêkê têne vê qadê û hinek bêhna xwe berdidin; heya çarşî û bazar vedibe. Ez jî berê xwe didime Birca Azadî. Li vê qadê ji bo Kûpaya Cîhanê ya FÎFA 2022 ku li Katarê destpêkiriye hin amadekarî hatine kirin. Çend ciwanên bi hêviya karekî bibînin ji eyaleta herî hêjar a Îranê Huzistanê hatine, li parkê xwe dirêjkirine û bêhna xwe berdidin. Piştî li vê parkê çend wêneyên Birca Azadî dikişînim dest bi gera bajêr dikim. Li cadeyan qerebalixa serê sibehê heye û mirovên vî bajarî ji bo ji kar nemînin bi lez her yekê ber bi cihekî ve diçe.
 
GAŞT E ÎRŞAD HUKMÊ XWE WINDA KIRIYE!
 
 
Hem li kolanan hem jî li cadeyên Tehranê hejmara jinên ku li hemberî îtiraza Gaşt e Îrşad (Dewriyeyên Rehber) serê xwe vekirine li gorî ziyaretên min ên berê zêde bûne. Rejîm betalkirina biryara vê hêzê îlan bike jî neke jî, weke bajarên Rojhilat li Tehranê jî tu hukmê Gaşt e Îrşad nemaye. 
 
LI HER CIHÎ NIVÎSÊN 'BIMRE DÎKTATOR' HENE
 
Piştî li cade û kolanan digerim ber bi Parka Nehc-ul Belaxe ve diçim. Ev park li dola Ferehzade hatiye avakirin û di navbera cadeyên Nîayeş, Hemet û Yadîgarî Îmam de ye. Parkek ji parkên herî mezin ên Tehranê ye û hem welatî hem jî xwendekarên dibistanan li vê parkê seyranê dikin û bêhna xwe berdidin. Piştî nîvro gelek xwendekarên lîseyê li vê parkê ne û kom bi kom rûniştinê. Keç û kurên ku ji bûfeyan xwarin û vexwarin sitendine bi hev re dixwin û vedixwin, bêyî li tu kesî guhdar bikin stranan dibêjin û kenên wan bi ser parkê dikeve. Di nava parkê de li ser dîwaran nivîsên "Diktator Xamaney", "Mahsa (Jîna) Emînî", "Zen, Zendegî Azadî (Jin, Jiyan Azadî) hene. Gelekên wan hatine xêzkirin, lê li kêleka wan nivîsên xêzkirî, ciwan nivîsên nû dinivîsin. Nivîsa "Bimre Dîktator" yek ji wan dirûşmên ku nû hatiye nivîsîn. 
 
DESTÊN XWÎNÎ!
 
 
Ji vê parka mezin careke din ber bi navenda bajêr ve dadikevim. Hema hema li ser her stûnên pirên ser riya û dîwaran sîmgeyên ku balê dikişîne ser kuştina çalakgeran hene. Dîsa îşaretên "destên bi xwîn" jî balê dikişînin.
 
CELADÊ ZINDANA EVÎN!
 
 
 
 
Li rawestekeke otobosan rûdinim û li ser kursiyê vê rawestgehê bi qelema pastel nivîsa "Merg ber Xamaney Celadî Zindanî Ewîn (Bimre Xamaneyê Celadê Zindana Evîn) dibînim. Zindana Evîn di bîra her îraniyekî de bi îşkenceyan cih girtiye. Girtîgeha herî mezin a Îranê ye ku girtiyên siyasî lê digirin. Li vê zindana ku bi îşkenceyan tê nasîn, hin hucreyên taybet hene ku ne girêdayî rêveberiya girtîgehê ne, ne jî girêdayî dadgehê ne. Hucreyên hejmara 209 û 240 rasterast ji hêla Wezareta Îtlaatê (İstihbarat) û Muhafizên Şoreşê ve têne birêvebirin û lêpirsîn û îşkenceyên li vê derê li mirovan têne kirin bêhed û behisab in. Dîsa jî ev yek tê înkar kirin lewre fermiyeta vê navendê tune ye. Herî dawî di 16'ê cotmehê de bi hinceta ku girtiyan îsyan kiriye hêzên rejimê êriş biribûne ser Zindana Evîn û 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dabû, ji 60'î zêdetir girtî jî birîndar bûbûn. 
 
SAZIYÊN RAGIHANDINÊ YÊN NAVNETEWEYÎ HEDEF TÊNE NÎŞANDAN
 
 
Li Tehranê hema hema li ber derê her saziyeke dewletê polîsên bi motorsîklêt û di destên wan de çek hatine bicihkirin hene. Li vê paytexta ku herî zêde li zanîngehan û êvaran li taxan çalakî têne lidarxistin, alîgirên rejimê jî vala nasekinin. Li gelek bîllboardên nava bajêr, pankartên bo piştgiriya rejîmê hatine daleqandin. Di van pankartan de serhildan weke "leyîstokên hêzên derve" têne nîşandan. Dîsa li ser hin dîwar û panoyên telekomînîkasyonan navên hin polîsên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane û li binê van navan jî navê saziyên ragihandinê yên navneteweyî bi nivîsên "Qatil" hatine hedefgirtin. 
 
TELEVÎZYON, ROJNAME Û AJANS DI XIZMETA REJIMÊ DE NE
 
Televizyonên Îranê jî serhildanên gel weke "provokasyonên hêzên derve" nîşan didin û li ser vê yekê bênavber bernameyên taybet pêşkêş dikin. Dîsa belgefîlmeke li ser dirûşma "Jin Jiyan Azadî" hatiye amadekirin bala min dikişîne. Hem mêr hem jî jinên peywirdarên rejimê vê dirûşmê weke "nebaşî û bêexlaqî" şîrove dikin û dirêj dirêj li serê diaxivin. Heya ez li Îranê me hema hema her roj vê belgefîlmê diweşînin. Her wiha televîzyonan giranî dane bernameyên der barê jiyana polîs û leşkerên di salên berê de hatine kuştin jî. Welatiyek dibêje ku di salên berê de jî dem dem bernameyên bi vî rengî dihatin nîşandan, lê ji roja çalakî destpêkirine û vir de hejmara bernameyên wiha zêdetir bûye. Piraniya rojnameyan û ajansên dewletê jî bi nûçe û înfografîkên amade dikin, xwepêşandaran hedef digirin. Rêxistinên mafên mirovan, siyasetmedar, hunermend û aktîvîstên îranî yên li dîasporayê, welatên Ewropa, Erebistana Suûdî, DYA û rêxistinên muxalîf û yên kurdan ku piştgiriya van çalakiyan dikin bi şemayan hedef nîşan didin. 
 
GEL BI ÇAVKANIYÊN ALTERNATÎF XWE DIGIHÎNE AGAHIYAN
 
Gelemperiya ragihandina Îranê ku di bin hukmê rejimê de ye kuştina jin, zarok û ciwanan nabîne û qet di nûçeyên xwe de behsa vê yekê nake. Heman ragihandin grevên esnafan weke "zordestiya çalakgeran", çalakiyên ciwan û gelan jî weke "vandalîzm" pênase dike. Çavkaniyên ku bi wan re diaxivim dibêjin ku êdî kes ji nûçeyên televîzyon, ajans û rojnameyên alîgirên rejimê bawer nake. Îranî ligel ku qedexeya înternetê û astengiya gelek malperan heye jî bi awayekî xwe digihînin çavkaniyên alternatîf û rojeva welatê xwe û cîhanê ji van çavkaniyan dişopînin. 
 
JI ÎNKILABÊ BER BI AZADIYÊ VE...
 
 
Li her bajarekî Îranê qadên bi navê "Înkilab (şoreş)" û "Azadî" hene. Li paytexta welêt Tehranê jî navê du qadên girîng "Înkilab" û "Azadî" ne. Dema bi îraniyan û rojhilatiyan re diaxivim û balê dikişînim ser vê yekê, mînakeke balkêş ku di nava gel de tê axaftin didin. Welatiyekî di dema gera min de ji min re dibe alîkar wiha dibêje: "Tu mafdarî. Li her bajarî bi van her du navan meydan hene. Gel dibêje 43 sal berê Înkilab (şoreş) kirine. Di nava 43 salan de me xwe negihande Azadiyê. Riyên di navbera meydanên Înkilab û Azadiyê de xitimandî ne."
 
Di 43 salan de ji bo ku gel, ji Înkilabê bigihîje Azadiyê bi hezaran welatî hatin kuştin û bidarvekirin. Lê gelên Îranê ku piştî kuştina Jîna Emînî daketin kolanan û îtirazên xwe bênavber tînine ziman dibêjin ku ew vê carê bi biryar in wê riya di navbera Înkilab û Azadiyê de xitimiye vekin.
 
 
(Dawî)
 
MA / Abdurrahman Gok