Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Pîranşar bajarekî Rojhilat e ku di sînorê Başûr de ye. Zarokên 16 salî Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade li vir hatin kuştin. Malbatên wan dibêjin ku piştî zarokên wan hatine kuştin dewletê ji wan xwestiye gel sûcdar bikin.

 
Pîranşar di sînorê Başûr de ye û bi qenderê 150 hezar nifûsa vî bajarî heye. Tenê 10 kîlometreyan dûrî deriyê sînor ê di navbera Temercîn û Hacî Umran de ye. Ev bajar li ser deşteke fireh ku derdora wê çiya ne ava bûye û erdeke bi xêr û bêr e. Piştî kuştina Jîna Emînî weke her deverên rojhilatê Kurdistanê li vî bajarî jî xwepêşandan hatine lidarxistin. Gelek kesên ku berê navî vî bajarî nebihîstibûn jî bi kuştina zarokên li vî bajarî hay jê çêbûn. 
 
Zekeriya Xeyal hêj 16 salî bû hate kuştin. Komar Deruftade jî weke Zekeriya 16 salî bû û di bîranîna 40'ê Zekeriya de hate kuştin. Li vî bajarî kesê ku van her du zarokan nas neke êdî tune ye. Min jî Zekeriya bi zêmara dayika wî, Komar jî bi parvekirina "çiyayê bilind jî tola tenêtiya xwe ji me hiltînin" nas kir û çawa derbasî Îranê bûm jî min xwest malbatên wan ziyaret bikim. Piştî çend rojên li Rojhilat geriyam, xebera ku ez ê karibim bi malbatan re hevdîtin bikim hat û min ji Mahabadê berê xwe da Pîranşarê. Piştî gihîştim vî bajarî min bi çavkaniya ku wê ji min re bibe alîkar re hevdîtin kir û destpêkê em çûne mala Zekeriya Xeyal. Zêmarên dayikê hê jî berdewam in. Ji aliyekî ve dê, ji aliyê din ve bav behsa Zekeriya dikin ji min re.
 
'DEMA ZEKERIYA HATE KUŞTIN ÇALAKÎ RAWESTIYABÛN'
 
 
Zekeriya 16 salî bû. Di pola 7'an de ji neçarî dest ji dibistanê berda bû. Ji ber nexweşiya bav ku nikaribû bixebite, debara malê li ser pişta Zekeriya bû. Serê sibehê zû radibû diçû firûnê û heya nîvro li firinê di karê nanpêjiyê de dixebitî. Piştî nîvro jî li eywaneke dawetê dest bi kar dikir û heya derengiya şevê dixebitî. Birayê sê xwişkan bû. Jê mezintir xwişkek û jê biçûktir jî du xwişkên wî hebûn. Di 21'ê îlonê de li Pîranşarê çalakî hene û êvarê çalakî radiwesitin. Zekeriya jî saet li 11'ê şevê dema ji kar derdikeve bi hevalên xwe re ber bi malê ve dimeşe. Li ser Cadeya Kerîcoh nêzî Dibistana Şebîna Roj bi yek guleyeke berdidine pişta wî jiyana xwe ji dest dide. Malbat û niştecihên Pîranşarê ku ez bi wan re hevdîtin dikim, dibêjin ku kêliya Zekeriya ji hêla hêzên rejimê ve hatiye kuştin çalakî rawestiyabûn û welatî tev vekişiyabûn malên xwe.  
 
'DEWLET DIXWAZE KU MALBAT DI WÊ KÊLIYÊ DE DEFIN BIKE'
 
Bavê Zekeriya, Suleyman Xeyal dibêje ku birayê wî lê geriyaye û xebera Zekeriya dayê û wiha dibêje: "Birayê min li min geriya û got Zekeriya birîndar bûye. Lê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Hêzên rejimê xwestin ku em cenazeyê Zekeriya wê şevê demildest bispêrin axê. Piştî me ew şûşt û kefen kir serê sibehê zû em çûne goristanê. Ligel ku em pir zû çûbûn jî kê bihîstibû hatibû goristanê . Xebera şehadeta kurê min li tevahiya Pîranşarê belav bûbû û gel em bi tenê nehiştin."
 
'BERÎ ZEKERIYA BÊ KUŞTIN XWARZIYEKE MIN ÇÊBÛ ME NAVÊ JÎNA LÊ KIR'
 
Bav dibêje ku berî kurê wî Zekeriya bê kuştin bi 4 rojan keçek ji xwişka wî re çêbûye û ewan navê Jîna lê kirine. Bav Suleyman Xeyal wiha axaftina xwe didomîne: "Piştî xwarziya min çêbû bi 4 rojan Zekeriyayê min ji min stendin. Ew zarokekî wisa bû ji temenê xwe mezintir bû. Dema kesek nexweş biketana, serxweşî yan jî şahiya kesekî hebûna li min digeriya û digot 'bavo biçe wan ziyaret bike'. Li Pîranşarê kesê ku ji Zekeriyayê min heznekirana tune bû. Pir hestiyar bû. Berî şehîd bikeve bi çend rojan ji min re got, 'Bavo xwedê bila mirineke wisa bike nesîbê min ku herkes min di qefesa dilê xwe de hilgire.' Erê, weke daxwaza wî çê bû. Kurê min kete dilê herkesî. Ne tenê li Pîranşar, li hemû Kurdistanê kurê min di qefesa dilê herkesî de cih girt. Êşa wî di dilê xwe de hîs kirin. Li hemberî êşeke ewqas mezin tişta me li ser piya digire û teselî dike jî ev e. Zekeriyayê me ne di riyeke bîlaheq û nebaş de çû. Li ser wê riya ku di dilê xwe de xêz kiribû ji nava me bar kir û çû. Em pê serbilind in."
 
'GOMLEKÊ KU PIR JÊ HEZ DIKIR BI DILÊ XWE LI XWE NEKIR'
 
 
Dayika Zekeriya, Amîne Abdullah Nejad Eqdem sê wêneyên biçûk ên Zekeriya digire destê xwe û bênavber maçî dike. Dibêje ku ew ji kurê xwe têr nebûye. Wêneyek ji wan wêneyan nîşanî min dide û dibêje, "Li çarşiyê ev qumaşê gulgulî dîtibû û kêfa wî pir jê re hatibû. Min jî ew qumaş stend û jê re ev gomlek çêkiribû. Li gora dilê xwe têr li xwe nekir. Tim ji min re digot, 'Çima hûn jiyanê ewqas li xwe diherimînin. Perçeyek nanê we hebe parve bikin hûnê hingavê baştir tama jiyanê bigirin.' Kurekî pir baş bû."
 
'BI TIŞTÊN DIHATE SERÊ GEL DIÊŞIYA' 
 
Bav Suleyman Xeyal bênavber dixwaze ji me re behsa kurê xwe bike û wiha dibêje: "Zekeriya ku kar jî neke bila were li cem min be. Mirovekî wiha bû ku dikete civakekê rewşa wê civakê diguherand bi sihbeta xwe bi kenê xwe yê xweş. Dişibiya bapîrê xwe. Mirovekî wisa şer his bike nîn bû, lê ciwan bû, ciwanekî xwîngerm bû. Dema aciz dibin dikarin her tiştî bikin. Ez bi xwe jî şaş dimînim bê çawa li firinekê dixebitî û piştî şehîd ket ewqas nas û kes û mirovên wî ji kuderê hatin ez şaş mam. Ez pê şanaz im. Dema ji kar dihat merhem di destê xwe dida... (Dayik dibêje xwezî niha bihatana min ev mal tev bidanayê hemû zêr bidanayê tenê xwedê, te wî ne kuştana). Wan tiştan nebêje em tenê giliyê xwe dibin cem xwedê. Rast e li mala min mezin bûye û perwerde bûye lê ez pê şanaz im ku di vê rêyê de çûye. Di riyeke bilaheq de neçûye. Piştî şehîd ket ez derî bi derî geriyam û min ji milet re got, hûn li min bixin eger li we xistibe, ger deyndarê we be ez malê difiroşim deynê wî didin. Herkesî got em deyndarê Zekeriya ne. Min jî got naxwe ji we re helal be. 
 
 
Her tim dilê min xweş dikir gotinê xweş ji min re digotin. Dema min behsa hin kesan dikir digot, 'em ê giş rojekê bimirin malê dinyayê ne tişteke, ne hewce ye tu dilê tu kesî bihêlî.' Axaftinê wisa dikir ku ez nikaribûm bifikirim bibêjim. Ew lawik temahiya wî tune bû. Digote min 'çima tu dibêjî nan nayinî malê. Tu li malê yî bi rewşa xelkê nizanî. Ez li firinê me dizanim. Tu rojekê were li firinê li cem min bixebite tu yê bibînî bê rewş çawa ye.' Min wate nedida van gotinên wî. Lê piştî şehîd ket, jinek hate taziyeya wî û got dema ez diçûme firinê nanê ji bo xwe hilanîbû dida min. Min hingavê fêm kir bê kurê min zarokekî çawa ye. Bi gotinên wê jinê re em careke din pê serbilind bûn."
 
'MIN BI DESTÊN XWE GULEYA DI LAŞÊ KURÊ XWE DE DERXIST'
 
Bav dibêje ku ew î bi destên xwe guleya di laşê kurê xwe de guvaştiye û derxistiye. Wiha axaftina xwe didomîne: "Min hezar car heqê xwe lê helal kir. Gerdenazad, hezar carî gerdenê te azad be. Heta min bixwe cihê fîşekê guvaşt û fîşek ji laşê wî derxist. Min go bila pak biçe. Min pir xweşik wî şûşt, min cil lê kir, bi meriv û birayên xwe re. Gel pir bi kelecan dihatin serxweşiyê, lê ev ne serxweşiya kurê min bû. Ez bi xwe serxweşiyê li gel dikim. Hûn divê serxweşiyê li xwe bikin ne hewceye li min bikin. Mirovên paqij heyf e em ji wan re bibêjin El Fatîha û çû. Divê em ji xwe re bigirin ne ji bo wî."
 
 
 
Dayik Amîne bi çavên girî dema behsa Zekeriya dike bav wê teselî dike û dibêje: "Amîne baş e em dizanin mezelê kurê me li kuderê ye. Ma ne bi hezaran yên mezelên wan tune ye hene. Ez ji Xwedê dixwazim yên girtî ne bila bi dîtina dê û bavên xwe şad bibin. Yên şehîd bûne Xwedê ji bo mezinbûna xwe tu wan bi şehîdbûna wan efû bikî, yên li çiya ne tu wan bigihîjînî dayikê wan." 
 
'DI 40 ROJA KURÊ MIN DE EZ JÎ BIRÎNDAR BÛM'
 
 
Di roja 40'emîn a bîranîna merasîma Zekeriya de gelê Pîranşarê û welatiyên ji bajarên derdorê hatine diçine ser goristanê û tev li bîranîna Zekeriya dibin. Bav Suleyman Xeyal dibêje ku qerebalixe pir pir zêde hebûye û wiha dibêje: "Piştî merasîma ser gora Zekeriya, wê gel bi meş bihatana mala me û careke din sersaxî ji me re bixwesta. Min li goristanê axaftineke kurt kir û got, 'kezeba min û dayika Zekeriya şewitî. Em naxwazin îro li ber deriyê me kezeba hin dê û bavên din jî bişewite.' Hevjîna min çû mala birayê xwe, min jî deriyê malê rada û derketim çûme cihekî din. 43 roj derbas bûbû li bajêr gel careke din dakete kolanan û pêkûtî û êrişên hêzên rejimê şermezar kir. Di wan protestoyan de ev car Komar kuştin. Ew roj ez jî li ber deriyê mala xwe bûm û min dît 5 mamûrên dewletê yên bi çekdar ji serê koşa kolanê derketin û gule berdane min. Ez ji lingê xwe birîndar bûm. Ew roj çend kesên din jî birîndar bûn. Keçeke 12 salî bi guleya kaleşnîkofê ji zikê xwe û destê xwe birîndar bûbû. Tiliya wê jê bûbû. Li nexweşxaneyê tiliya wê dirûtin û niha rewşa wê baştir e." 
 
Ez daxuyaniya hêzên rejimê ku dibêjin "çalakger ne ji hêla hêzên wan ve têne kuştin" ji bavê Zekeriya dipirsim û ew jî wiha dibêje: "Ev ne rast e. Herkes dizane ku hêzên rejimê Zekeriya kuştin. Her wiha di 40 rojka Zekeriya de gule li min jî reşandin û ez jî birîndar bûm."
 
Dê û bavê Zekeriya dixwazin ku kujerên kurê wan bêne darizandin.
 
KOMAR DERUFTADE JI NÊZ VE HEDEF HATE GIRTIN Û KUŞTIN
 
Ji malbata Zekeriya Xeyal re sersaxiyê dixwazim û ev car jî ber bi mala Komar Deruftade ve diçim. Komar, piştî bîranîna 40 rojê Zekeriya hate kuştin. 16 salî bû û li Dibistana 9 Day di pola 11'mîn de xwendekar bû. Berî bê kuştin bi çend saetan li ser hesabê xwe yê înstagramê ku ji bavê xwe vedişart ev peyam parve kiribû: "Îme xelkî Rojhilatî Nawerastîn, hindekê man li ceng ekujerînin, hindeke man li bendîxane, hindeke man li şeqam dimirin, hindeke man li derya noqem ebîn. Ta nanet kaje berzekaniş tûlayî tenyayîyan le îme ekanawe çûn îme kareman merdine. (Em gelên Rojhilata Navîn hin ji me di şeran de, hin ji me li zindanan, hin ji me li cadeyan têne kuştin. Hin ji me jî di behran de dixeniqin. Ev ne bes e çiyayên bilind jî tola tenêtiya xwe ji me digirin. Lewre karê me tenê mirin e!)" 
 
 
Komar, di 30'ê cotmehê di roja yekşemê de li Duryana Mihemed Hewraz, ji nêz ve bi guleyên tifinga pompeyî hedef hate girtin. Ew rakirin Nexweşxaneya Îmam Xumeynî ya Pîranşarê lê jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Komar bire gundê Zêwka û li vir sparte axê. Hêzên dewletê gelek caran bavê Komar tehdît kir da ku ew kuştina kurê xwe bixe sitûyê çalakgeran. Lê bav û malbata Komar, ev yek qebûl nekir û di her firsetê de aşkera kirin ku Komar ji hêla hêzên rejimê ve hatiye kuştin. 
 
Bav Hesen Deruftade û dayik Seyid Hecere Bersincî êşa Komarê xwe ji bîr nakin. Lê bi serlêdanên welatiyên nas û nenas, hinek be jî teselî dibînin. Hesen Deruftade wêneyên Komar nîşanî min dide û hezkirina xwe ya ji bo Komar tîne ziman.
 
Bavê Komar, bêyî ku pirsek bikim destpêkê bertek nîşanî cehşên rejimê û kurdên ku li hemberî kujerên kurdan rêzdarin dike û wiha dibêje: "Kesên Doktor Abdurrahman Qasimlo şehîd kirin (Muhammed Cafer Sehrarudi) li Hewlêrê bi xaliyên sor hatin pêşwazî kirin mixabin. Heyf û hezar heyf."
 
'TOLA HERÎ MEZIN PÊKANÎNA XEYALÊN ZAROKÊN ME YE'
 
Bav Hesen Deruftade dibêje ku kurê wî bi çûyina xwe jî rêyek li ber wan vekiriye û wiha dibêje: "Xwedîderketina gel em şanaz kirin. Kesên ji dinyayê fêm kiribe bi erkê xwe dizane. Şehîd diçin lê riyeke din nîşanî me didin. Dinyayeke din jî heye ew jî dinyaya aramî ye. Bi kuştina kujeran tiştek çareser nabe. Dema armanca wan şehîdan pêk were wê çaxê tola herî mezin tê girtin. Di vir de huner ew e ku tu xwe winda nekî."
 
HÊZÊN REJIYÊ JI BO MALBAT KUŞTINA KOMAR ÎNKAR BIKE EW TEHDÎT KIRINE
 
Welatiyekî ku ji bo sersaxiyê li odeyê ye dibêje, "Hin malbatên zarokên wan şehîd bûne hene, çûne ser televizyonan gotine zarokê min nexweş bûye. Tiştên wisa jî çêbûne. Lê hûn bi serbilindî li berxwe didin û we serê xwe netewand." Bavê Komar li ser vê gotinê dibêje ku dewletê heman tişt jê jî xwestiye û wiha got: "Lê min qebûl nekir. Xwedê li me meyze kir û ez serbilind kirim bi vî gelî."
 
'DAYIKA WÎ NEDIXWEST WÎ JI ŞÎR BIKE'
 
 
Bav dibêje ku Komar di 26'ê Gelawejê (tebax) de ji dayik bûye û bi bîr dixe ku beriya li Mahabadê Komara Kurdistanê bê îlankirin bi salekê di Gelaweja 1945'an de Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê hatiye îlankirin û bi vê munasebetê navê Komar li kurê xwe kiriye. Wiha axaftina xwe berdewam dike: "Komar ji zarokatiyê ve zarokekî şêrîn bû. Dema çêbû kesekî wisa bû dayika wî jî pir jê hez dikir. Navekî li gorî wê demê min jê re dît min navê Komar lê kir. Mezin jî bûbû dilê dayika wî nedihat wî ji şîr bike. Ewqas jê hez dikir. 7 sal şîr xwar. Weke zarokê din nebû. Di navbera nîvro de ji dibistanê dihate malê, şîrê xwe dixwar û diçû. Dema mêvanek hebûna şerm dikir dayika wî jî fêm dikir gazî dikirê û wî dibire odeyê û şîrê wî didayê. Mêvanek bihatana mala me dihat derhal nêzîkî wan dibû. Têkilî bi wan re datanî. Pir zû xwe nêzîk dikir. Niha li vir bûna wê li kêleka we rûniştana. Li malê carinan ku bêhna min teng dibû, digot babo em sohbetekê nekin bi hev re, em bi hev re neleyizin. Ez bavê wî bûm lê xelkê wî bi min nasnedikir, min bi Komar nasdikirin. Rojekê ez diçûm gund bo karê baxçeyan. Cixarefiroşekî mezin heye li Pîranşar. Min çend karton cixare sitend lê pere li cem min tune bû. Got rahijê tiştek nabe, tê piştre heqê wê bînî. Min rahişte cixareyan û çûm. Li vegera ji gund dema çûm pereyê wan bidim min nihêrt li defterê nivîsandibû Hesenê Zewkê Bavê Komar."
 
'BI CIVAKÊ RE TÊKILIYEKE WÎ YÎ XURT HEBÛ'
 
Hesen Deruftade dibêje ku bi Komar re weke du hevalan bûne û wiha axaftina xwe didomîne: "Têkiliyên wî yên civakî pir xurt bûn. Ciranê me hebûn li gund, navbera me ne xweş bû. Te dît carinan wisa dibe li gundan. Lê Komar tiştekî wisa ava kiribû ku êdî me bêyî hev nikaribû nan û av û çay bixwin û vexwin. Di navbera me de aştî ava kiribû. Havînan carinan em diçin gund bawer bikin hezkirinek wisa avakiribû ku têkiliya min jî bi xelkê gund re xweş kiribû. Têkiliyeke wisa hebû ez weke bavê wî ewqas têkilîya min tune bû. Hestekî wî yî welatparêzî jî hebû. Ji destpêkê ve wisa bû. Êvarê piştî nan dixwar teqez diçû nava gel, mal ziyaret dikirin. Ji bo nivîs û parvekirinên wî nebînim hesabên xwe yê medyayê ji min vedişart. Lewre min carinan digot baldar be. Xwedê ev lawik ji me re baş kir û careke din ji me girt. Mirovekî pir germ bû. Ger bimaya..." 
 
 
'KOMAR LI VÊ ODEYÊ PARÇEYÊN KURDISTANÊ ANÎ CEM HEV' 
 
Ji başûrê Kurdistanê ji Çomanê jî hin welatî hatine taziyeyê. Bavê Komar ji bo vê rewşê jî wiha dibêje: "Komarê min li vê odeyê parçeyên Kurdistanê li hev civand. Bi şehadeta xwe kir ku hem Başûr, hem Bakur hem Rojhilat li vê odeyê kom bibe. Hêvî dikim Kurdistan rojek berî rojekê azad bibe."
 
Piştî hevdîtinên bi malbatan re diçime goristana li ser riya Deriyê Sînor ê Temercîn û gora Zekeriya Xeyal ziyaret dikim. Gora Komar Deruftade jî li gundê Zêwka ye. 
 
 
MALBATÊN ZAROKÊN WAN TÊNE KUŞTIN RASTÎ TEHDÎDAN TÊN
 
Weke Mahabadê li Pîranşarê jî ligel hêzên rejimê, cehş jî hene. Gel dibêje, fermande (qeymeqam) û şaredar jî ji van cehşan in û hêza dewletê didine pişta xwe û bêperwa êrîşî gel dikin. Welatî her wiha dibêjin hêzên dewletê destpêkê bi tifingên pompeyî bi berikên saçmeyan êrîş dikirin lê êdî rasterast kaleşnîkofan bi kar tînin. Her wiha hin welatiyên bi wan re hevdîtin dikim dibêjin piştî kuştina Zekeriya Xeyal, Qeymeqamê Pîranşarê ligel gelek polîs, leşker û mamûrên dewletê çûye malbat ziyaret kiriye da ku kuştina Zekeriya bixine sitûyê çalekgeran. Lê malbatê ev yeq qebûl nekiriye. 
 
Piştî ji Pîranşarê vediqetim di navbera 16yê Mijdar û 21ê Mijdarê de weke hemû bajarên Rojhilat, li vir jî hêzên dewletê careke din guleyan li welatiyan direşînin. Di encamê de li Pîranşar; Emir Ferastîşad, Karwan Qadirşukrî, Tahir Ezîzî û Heyder Mehalî jî jiyana xwe ji dest didin û gelek kes jî birîndar dibin. 
 
Sibê: Li Bokanê di 5 rojan de 11 kes hatin kuştin: Em ê li pêşeroja xwe xwedî derbikevin
 
MA / Abdurrahman Gok