Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin

RIHA - Şoreşa Rojava ku bûye modela jiyana hevpar a gelan, 10 sal li dû xwe hiştin. Endama Koordînasyona Kongreya Starê Welîda Botî anî ziman ku şoreşê bi pirrengiya xwe dewlemendiyeke mezin afirandiye.

Serhildanên gel ên bi navê "Bihara Ereban" ku di dawiya sala 2010’an de li Tûnisê dest pê kirin û li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûn, di 15’ê adara 2011’an de li Sûriyeyê jî rû dan. Destkeftiya herî girîng a şerê navxweyî ku di nîsana 2011’an de li tevahiya Sûriyeyê belav bû û hê jî didome, Şoreşa Rojava bû ku di wan salan de hîmê wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat danîn. Şoreşa ku wekî "Şoreşa Jinê" jî tê binavkirin 10 sal li dû xwe hiştin. Di vî deh salî de ev pergala pêşketî ya li ser asasê jiyaneke nû ji bo gelên li Rojhilata Navîn bû cihê hêviyeke mezin. Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di dema şerê navxweyî de ne li kêleka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ewropayê û hêzên paramîlîter ên statûkoparêz ên herêmê ne jî li kêleka rejîma Esad a statûkoparêz a di bin nîrê Rûsyayê de cih negirtin. Kurdên ji xwe re rêya sêyem hilbijartin, li herêmê pêşengiya “Bihara Gelan” kirin û li hemberî Modernîteya Kapîtalîst, dest bi avakirina Modernîteya Demokratîk kirin. 
 
 
DAMEZRANDINA TEV-DEM Û MGRK'Ê
 
Di serdema yekê ya şerê navxweyî de rejîma Esad ji aliyekî ve û muxalefet jî ji aliyekî ve hewl da ku kurdan ber bi xwe ve bikişînin. Lê belê her du alî jî daxwazên ji bo maf û azadiyan ên kurdan bi gotina “piştî çareseriyê” red kirin. Kurdên ku nîşan dan di şoreşê de bibiryar in, li dijî helwestên rejîmê û hêzên muxalif, ji bo yekitiya xwe ya siyasî ava bikin Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ava kirin.
 
MECLISÊN GEL 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê cara ewil bi pêşengiya TEV-DEM'ê li seranserê Sûriyeyê Meşên Înê li ser navê kurdan hatin destpêkirin. Li Efrînê car ewil kursên zimanê kurdî hatin vekirin û li gelek bajaran jî meclisên gel hatin avakirin. Heya wê çaxê xizmet ji aliyê rêveberiyên girêdayî rejîmê ve dihatin kirin, lê bi çalakiyên protetsoyî re êdî xizmetên ji bo gel hatin kirin. Cara ewil zarokên kurdan li dibistanên ewil ên navendî û amadekariyê yên dewletê hatin qeydkirin û li van deran perwerdehiya bi kurdî hat dayîn. Her wiha Saziya Zimanê Kurdî (SZK) jî di vê demê de hat avakirin.
 
19'Ê TÎRMEHÊ Û ŞOREŞ
 
Di 18'ê tîrmeha 2012'an de li paytexta Sûriyeyê Şamê bi beşdariya serokên hemû saziyên bibandor ên rejîmê civînek hat lidarxistin. Di dema civînê de teqîneke mezin rû da û di wê teqînê de piraniya berpirsên bilind ên rejîmê mirin. Di heman rojê de, danê êvarî Artêşa Sûrîyeya Azad herêmên derdora Minbic, Cerablûs, Kobanê û Helebê bi dest xistin. Di 19’ê Tîrmehê de bi tevlibûna gelê Kobanê hêzên rejîmê ji bajar hatin derxistin. Piştî Kobanê gel li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbesiyê, Amûdê, Dêrik, Girkêlegê, Tirbespiyê û Til Temirê dest danî ser rêvebiriyan. Di heman rojê de kurdan bi dirûşmeya “Sûriyeya Demokratîk, Rojavaya Xweser” li Kobanê kanton îlan kir. 19’ê Tîrmehê wekî roja destpêkirina şoreşê hat qebûlkirin. Piştî Kobanê li Efrîn û Qamişloyê jî kanton hatin ragihandin. Dema ku pevçûn zêde bûn gel ewilî yekîneyên parastinê yên herêmî ava kirin û li kolanan parastina xwe ya cewherî kirin. Piştre Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin avakirin ku hîmê van yekîneyan piştî komkujiya li Qamişloyê ya di 12'ê Adara 2004'an çêbûbû hatibû danîn.
 
HSD HAT AVAKIRIN
 
Li herêmên ku kurdan li wan dest bi xwerêvebirinê kirin, ji siyasetê heya parastinê, ji edaletê heta çandê, ji qada civakî heta qada aborî û jinan sazîbûnî dest pê kir û avakirina pergala bi navê “Xweseriya Demokratîk” dest pê kir. Li herêmê bi pêkhateyên nijadî û olî re têkoşîneke hevpar hat meşandin, avakirina pergala Xweseriya Demokratîk hat meşandin û bi vî rengî geşedanên girîng rû dan. Provokasyonên li Serêkaniyê yên El Nusrayê ya berdewama El Qaîdeyê ku ji hêzên kûrewî tevî hêzên statûkoparêz ew xurt kirin û êrişa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê hemû gel, bawerî û cudahiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn cem hev. Gelên ku bi rêveberiyên hevpar dest bi avakirina jiyaneke azad û wekhev kirin, di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hêzên xwe yên leşkerî hê mezintir kirin.
 
YEKITÎ
 
Bi avabûna hêza siyasî re lêgerînên ji bo yekitiya kurdan xurttir bûn û PYD ku li herêmê mezintirîn hêza siyasî ya kurd e, Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku ji 16 partiyên siyasî di bin banê wê de ne, di 26'ê cotmeha 2011'an de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe li hev kom bûn. Di civînê de biryar hat girtin ku dê her du meclîs bi hev re tevbigerin û di 25'ê tîrmeha 2012'an de Desteya Bilind a Kurd bê îlankirin. Piştî vê pêngava ku di warê yekitiya kurdan de xwedî roleke pir girîng e, di 29’ê tîrmeha 2012’an de, piştî meşa bi hişmet a li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi sed hezaran kes daketin qadan, Desteya Bilind a Kurd wekî îradeya hevpar hat qebûlkirin. Lê piştî wextekê ENKS hem bi hêzên navneteweyî yên li herêmê hem jî bi Tirkiyeyê re tevdigeriya û ji berjwendiyên kurdan dûr ket. Lê li gel vê jî Desteya Bilind sê komîte ava kirin: "Dîplomasî", "Xizmeta Civakî" û "Berevanî." 
 
ÇAND Û PERWERDEHÎ
 
Piştî şoreşê bi "Saziya Şopandinê ya Nûrî Dêrsimî" re li gelek bajaran dewreyên perwerdeyê hatin lidarxistin û li ser perwerdehiya zimanê zikmakî xebatên perwerdehiyê hatin kirin. SZK’ê lez da xebatên perwerdeya kurdî û li herêmê nêzî 100 dibistan hatin vekirin û nêzî hezar mamoste hatin perwerdekirin. Li ser çanda herêmê xebatên lêkolînê yên girîng hatin destpêkirin. Li Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Efrîn, Kobanê û gelek bajarên din navendên çand û hunerê ji hatin vekirin û li van navendan komên muzîkê, folklor, şano û komên zarokan hatin avakirin.
 
KOMÎTE HATIN AVAKIRIN
 
Ji bo peydakirina pêdiviyên gel û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel ên civakî, dadwerî û aborî komîteyek hat avakirin. Ji bilî Komîteya Xizmetên Civakî ya girêdayî Desteya Bilind, di her meclisê "Komîteyên Xizmetguzarî û Aştiyê" hatin avakirin. Li dijî pergala hiqûqê ya dewletê “Komîteya Edaletê” hat avakirin. Ev komîte ji bo avakirina pergala edaletê li bajaran xebatên xwe didomînin. Her wiha gel jî serî li van komîteyan dide û hewl dide pirsgirêkên xwe çareser bike. Girêdayî Desteya Bilind a Kurd, Komîteya Aştî û Edaletê hat avakirin. Ji xeynî vê, ji bo avakirina pergala hiqûqê di 4'ê nîsana 2013'an de di bin banê Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê de "Şaxa Edaleta Civakî" hat avakirin.
 
JIN
 
Ji milên herî girîng ên şoreşê yek jê jî jin û ciwan in. Di vî warî de gelek xebat hatin kirin. Jinên ku ji destpêka şoreşê ve çalak in û di bin navê “Yekitiya Star”ê de xwe bi rêxistin kirine, meclîsên jinan û malên jinan ava kirin. Di meclisên gel de jî temsîliyeta jinan wekî pîvaneke sereke esas hat girtin û li gelek bajaran navendên zanist-perwerdeyê û akademiyên jinan hatin avakirin. Di hemû rêveberiyan de jinan di çarçoveya pergala hevserokatiyê de cihê xwe girtin û saziyên jinan di warê perwerde, malbat, siyaset, aborî û nîzama giştî de roleke çalak lîstin.
 
TENDURISTÎ Û ABORÎ
 
Dîsa di bin banê Komîteya Bilind a Kurd de komîteyên tenduristiyê jî hatin avakirin. Ji bo alîkariya gel bê kirin ku di warê derman, ard û sotemeniyê de bi ambargo û astengiyan re rû bi rû dimînin, Heyva Sor a Kurd hat avakırın. Saziya Pêşxistina Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2013’an de hat avakirin ji bo şikandina ambargoyê, avakirina pergalê û çareserkirina pirsgirêkan. Ev saziya ku dixwaze aboriya xwe li ser esasê gel pêş bixe, giranî da xebatên kooperatîfî û ev yek ji Kobanê û Dêrikê da destpêkirin.
 
GEF Û ÊRIŞ
 
Şoreşa ku bi pêşengiya kurdan de pêş ket, gav bi gav ber statuya Xweseriya Demokratîk ku hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di xwe de dihewîne çû û pergalên wê yên leşkerî jî di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn yek û meclisên rêveberiyê yên hemû pêkhateyan di nava de dihewîne ava bûn. Piştî şoreşê û van geşedanan gefên êrişkar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûn. Niha tim bi gefên êrişkar ên hêzên serdest û bi taybetî jî bi yên Tirkiyeyê dibe rojev. Lê dî sajî gelên herêmê bi reng û dengên xwe jiyana xwe didomînin. 
 
Endama Koordînasyona Kongreya Starê Welîda Botî bi boneya sala 10'an a Şoreşa Rojavayê pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re nirxand.
 
KEYSEKE DÎROKÎ
 
Botî diyar kir ku gelê kurd beriya şoreşê jî xwedî têkoşîneke dîrokî bû û di meseleya kurdî de serwext bûye. Botî, wiha got: “Kurd xwedî zanebûneke girîng a têkoşîna azadiyê bûn. Dema bihara gelan dest pê kir ev hişmendî veguherî binesaziyekê. Ev zemîn ji bo gelê kurd veguherî derfeteke mezin. Beriya sala 2011’an di serî de li ser gelê kurd feraseteke rejîmî ya zordar, otorîter û tekparêz serdest bû. Beriya Şoreşa Rojava ku ji bo dîroka têkoşîna kurdan bû firsendek, kurd her tim ji aliyê rejîmê ve dihatin tepisandin.” Botî anî ziman ku hemû rêyên têkoşînê yên di nava pergala Sûriyeyê de xitimîbûn lê bi xwepêşandanên ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kirin têkoşîna azadiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî cuda xwe bi rêxistin kir û wiha dom kir: "Vê rêxistinê pêkhateyên heyî veguherand." Botî bilêv kir ku li ser dika dîrokê ji bo kurdan "firsendeke dîrokî" derketiye holê û got, bi vê derfetê re armancên wekî xwegihandina piraniya gel û rakirina astengiyên li pêşiya xweparastina rû dane.
 
ŞOREŞA JINÊ
 
Bi domdarî Botî diyar kir ku di têkoşînê de ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de (destpêka şoreşa ku wekî şoreş wekî "Şoreşa Jinê" tê pênasekirin) li herêmê bi pêşengiya gelê kurd pêş ket, jinan roleke girîng lîstiye. Botî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jinan di qada civakî, çandî, siyasî, aborî û parastinê de peywirên girîng hilgirtin û xwe birêxistin kirin. Jinên ku di hemû qadên jiyanê de derfeta xwebirêxistinkirinê bi dest xistin, bi xwe re civakê jî bi rêxistin kirin. Ji ber vê şoreş wekî 'Şoreşa Jinê' jî tê binavkirin. Bi Şoreşa Rojava re armanc veguhertineke civakî ya rasteqîne bû, bi pêşengiya jinan. Di şoreşê de jinan fêm kir ku pêwîstiya wan bi yekîneyên parastinê heye û yekîneya xwe ya parastinê YPJ'ê ava kirin.”
 
‘NIHA EM XWEDÎ SERKETINEKE MEZIN IN'
 
Botî destnîşan kir ku bi dirûşma jiyaneke "biedalet" û wekhev" "Malên Gel" û "Malên Jinan" avakirine û got, ev tiştên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatine avakirin bi derfeteke pir hindik û zehmetiyeke mezin û têkoşîneke mezin hatine avakirin. Botî bi berdewamî ev tişt anî ziman: "Di vir de jinan roleke pêşengiyî girt ser xwe. Îro ro gihiştiye wê astê ku li hemû qadan pergala hevserokatiyê heye. Di qonaxa niha de çavên hemû cîhanê li vê tevgerê ye. Pergalên hegonomîk ên ku dixwazin zextê li gelan bikin dibînin ku li vira vîna gel û tevgerên civakî rû didin. Civak xwe birêxistin dike û bi rê ve dibe. Ev hemû bi guhertina wê feraseta baviksalarî ya çewisîner pêk hatin. Heya em hatin vê astê me bedêlên pir giran û mezin dan. Lê îro ro em xwedî serkeftinên me mezin in. Bi taybetî jin li her derî nîqaş dikin ku dê hebûna xw eçawa bidin der û çawa xwe li her derî birêxistin bikin. Ev nîqaş serketinên şoreşê ne." 
 
‘JI FELSEFEYA OCALAN BANDOR BÛN'
 
Di berdewamê de Botî bilêv kir ku ew li dijî tundiya li ser jinê, qetlîamên li ser jinan û êrişên li ser jinan di nava têkoşîneke mezin de ne û got, ev hewldan ji destpêka şoreşê ve didomin. Botî destnîşan kir ku şoreşa jinê bi felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye afirandin û wiha axivî: “Şoreşa Rojava, destkeftiyên jinan, hêza veşarî ya di jinê de derxist holê. Jinan bi gelek mînakan mohra xwe li şoreşê xist.” Botî anî ziman ku bi avakirina yekîneyên parastina jinê re tevger li herêmê ji bo gel bûye cihê hêviyê û got, cihgirtina jinê ya di nava berxwedanê û parastinê de ev hêvî zeximtir kiriye. 
 
‘GEL XWEDÎ LI ŞOREŞÊ DERKET'
 
Botî destnîşan kir ku şoreşê rê li ber welatiyan vekiriye ku karibin debara xwe bikin û jiyana xwe bidomînin û wiha derbirî: "Piştî şoreşê,  di destpêkê de jiholêrakirin û guhertina pêkhateyên zordar û desthilatdar ên rejîmê zehmet bû. Lê gel gel xwedî li vîna xwe derket û tev li rêveberiyê bû. Bi vê re pêşî li ber vebû ku di warê aborî û xizmetê de. JI esasên sereke yên vê şoreşê jî ew e ku dê çawa derfetên di dest xwe de li vê xakê birêxistin bike û berpêşî xizmeta gel bike." 
 
PIRRENGIYA HERÊMÊ
 
Botî destnîşan kir ku bi mozaîka herêmê re hewl tê dayîn ku her kes bi çanda xwe û rengê xwe hebûna xwe bidomîne û di vê çarçoveyê de cara ewil e ku ji bo gelan li dibistanan perwerdehiya bi zimanê zikmakî hatiye dayîn. Botî got: “Pergala ku şoreşê ew li dijî yek reng, yek ziman, yek neteweyê derxistiye holê, pergaleke pirreng, pirzimanî, pirçandî, pirneteweyî û dînî ye. Gel hebûna xwe bi zimanê xwe, rengê xwe, çanda xwe û adetên xwe didomîne. Vê yekê dewlemendiyek mezin çêkir. Dema ku me dest bi şoreşa ziman kir, dema ku gelên kurd, ereb, asûrî, ermenî û çerkez bi hev re dijiyan, pergal jî veguherî rengekî ku her kes xwe tê de bibîne. Li dibistanan ji bo hemû gelan, bi zimanê wan ê zikmakî û materyalên bi zimanê wan perwerdehî pêk hat. Bi vê şoreşê re hemû rengên çandî derketin holê û derfet çêbû ku hev du ji nêz ve nas bikin. Li ser esasê neteweyeke demokratîk biratiya gelan esas hat girtin. Ev yek hem ji bo tevahiya Sûriyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn modelekê destnîşan dike. Dema siyaseta cudaxwaz û tekparêz derbas bûye. Di vê xwezayê de her tişt bi hev re dimeşe. Ne pêkan e ku sînor di navbera dîn, ziman û çandên bi salan e bi hev re ne bên danîn. Gava aîdiyetên jiyana bi hev re yên ji roja roj de bên parçekirin hêza civakê dernakeve holê. Dê qelsiyên mezin rû bidin. Ev rêya parastina vî welatî ye. Şoreşê ev hemû anî cem hev û kir ku hev du temam bikin." 
 
TÊKOŞÎNA BI HEV RE
 
Botî anî ziman ku ew hêzê ji jiyana bi nasnameyên din re distînin û got, xwestekên pergalên hegemonîk, rejîmên çewisîner û netewe dewletan jî ew e ku gelan li gorî rengên xwe ji hev veqetînin û wan biqedînin. 
 
Botî got: “Dixwazin bi yek rengî pêşî li ber jiyanê bigirin. Li vir em hemû bi hev re li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan ku DAIŞ'ê dixwest dîrok û çanda bi hezaran salan di nava tarîtiyê de veşêre. Hemû derdorên civakî berdêlên giran dan li hemberî vê. Li hemberî êrişan xwîn me û xwêdana me yev li axê bû." Botî bibîr xist ku ji bo parastina destkeftiyan û ji bo van destkeftiyan bigihînin nifşên nû saziyên perwerdehiyê û hîndekariyê jî di nav de zanîngeh ava kirine û got, ew bi biryar in ku li hemberî hemû êrişan destkeftiyên ku bi dest xistine mezintir bikin.
 
‘EM Ê ROJAVA BIPARÊZIN'
 
Botî ku got "Dê gel li hemberî hemû polîtîkayên mêtingeriyê û penabertiyê gavekê jî paş de neavêje" li ser gefên Tirkiyeyê yên ji bo êrişê ev tişt gotin: “Hêza şoreşê hêzeke ku heta dawiyê li ber xwe dide û dikare herêma xwe biparêze. Îro hemû civak hay ji destkeftiyên xwe heye û dizane ku divê li hemberî hemû êrişan xwe biparêze. Li ser van esasan civak û em ê ji bo parastin û mezinkirina şoreşa xwe têkoşîna xwe bidomînin. Heta em bi ser bikevin wê ev têkoşîn bidome. Girêdana me ya bi hev re bû sedem ku pirsgirêkên ji dîrokê ve rû dabûn ji holê rabin. Çawa ku gava kurd dibin yek dengê wan bilind dibe, jiyana bi hev re ya li vir jî me hemûyan xurt dike. Ev hêz li pêşiya hemû hilweşandinan asteng e. Ji ber vê sedemê êrişên li ser Rojava çi rasterast ji aliyê Tirkiyeyê ve çi jî ji aliyê çeteyên girêdayî wê ve bên kirin, em dizanin ku armanca wan tenê jiholêrakirina Şoreşa Rojava ye. Ji ber ku gel vîna xwe daye der, bûye yek û projeyên xwe yên çareseriyê eşkere dike, ji vê ditirsin. Hemû hincetên wan tenê ji bo dagirkirina Rojavayê ne. Çawa ku gelê Efrînê dest ji axa xwe berneda û li kampan her tim hewl dide vegere ser axa xwe, li vir jî gel  ji bo parastina destkeftiyên şoreşê amadekariyên parastinê dike. Em jin, em ê bi kedeke mezin pêşengiya parastina vê berxwedanê dikin. Li dijî êriş û kesên ku hewl didin demografiya herêmê biguherînin gel wê bi hemû rengên xwe li ber xwe bide. Yên ku ji bo çareseriyê garantor in jî ji bo yên ser erd û binerd di nava lêgerînekê de ne. Tirkiye dixwaze hem rûxandineke ekolojîk hem jî qirkirineke demokrafîk pêk bîne. Lê hemû kesên li ser vê axê bûne parêzvanê vê axê.”
 
MA / Ceylan Şahînlî