Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî

img

ŞIRNEX - Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê berdewam in. Tirkiye ji hêlekê ve bi petrol û xaza xwezayî ya ji herêmê derdixe re pêdiviya xwe ya enerjiyê pêşwazî dike û li hêla din jî li ser van çavkaniyên Herêma Kurdistanê hewl dide di polîtîkaya derve de destê xwe xurtir bike. 

Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir. Tirkiye ku ji bêîstîkrariya hikûmeta navendî ya Iraqê û ji bêîradeyiya rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ku di bin rêveberiya malbata Barzanî de ye sûd digire, bi hevkariya Ingilistan û hêzên navneteweyî van êrişên xwe didomîne. Krîza xaza xwezayî ku bi şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê re rû da, kir ku hêzên kapîtalîst bikevin nava hewldanên cuda. Malbata Barzanî jî ji bo ku pertrola li herêmê bifiroşe welatên din, bi Tirkiyeyê re ji bo 50 salan peymana bazirganiyê îmze kir. Her wiha ji bo çavkaniyên din ên binerd jî dest bi lihevkirinên nû kir. Hemû çavkaniyên petrol û xaza xwezayî pêşkeşî şîrketên girêdayî Tirkiyeyê hatine kirin lê li hêla din mûçeyên karmendan nayên dayîn. 
 
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê yê demê Taner Yildiz di sala 2014’an de aşkera kir ku di encama peymana transferkirina petrola Herêma Federal a Kurdistanê, salane 500 milyon dolaran qezenc dikin. Piştî şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de, krîza xaza xwezayî kûrtir bû. Bi vê yekê re di serî de Ingilistan, welatên Ewropayê ji bo peydakirina xaza xwezayî ketin nava hewldanên cuda. Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî du roj piştî êrişên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê, di vê çarçoveyê de bi Wezîra Dewletê ya ji Asya û Rojhilata Navîn Berpirsyar a Ingilistanê Amanda Milling re hevdîtin kir. Piştre jî bi Serokwezîrê Ingilistanê Boris Johnson re hate ba hev. Dema ev geşedan tên nirxandin, xuya dibe ku êrişên Tirkiyeyê tenê bi herêmên Zap û Avaşînê re bisînor namînin. Aşkera ye ku armanca êrişên Tirkiyeyê ku bi hevkariya NATO û PDK’ê tên kirin, ji armancên xuya dikin gelek mezintirin. 
 
PETROL Û XAZA XWEZAYΠ
 
Li gorî daneyên Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC), piştî welatên weke Venezuela, Erebistana Siûdî û Îranê, Iraq bi rezerva xwe ya 150 milyar varîlan re di dinyayê de di rêza 4’an de ye. Iraq ku nifûsa wê nêzî 40 milyon kesa ye, her wiha xwedî rezerva 3 trîlyon û 744 milyar metrekub a xaza xwezayî ye jî. Li gel rezervên petrol û xaza xwezayî, her wiha ji ber cureyê xaka xwe, piştî Kuveyt û Erebistana Siûdî ji dewletên herî bi hêsanî petrole derdixin de jî di rêza 3’yemîn de ye. Ji pertrola Iraqê 3 paran yek jê li Herêma Federal a Kurdistanê ye. Li gorî daneyan, 45 milyar varîlên petrolê û 3 trîlyon û 500 milyar metrekub rezerva xaza xwezayî li Herêma Federal a Kurdistanê heye. Ji ber çavkaniyên girîng ên xaza xwezayî û petrolê, hem Iraq û hem jî Herêma Federal a Kurdistanê di radara gelek şîrketan de ye. DYA, Rûsya, Çîn, Fransa, Îtalya, Kore û Tirkiye jî di nav de şîrketên gelek welatên cuda jî li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê hene. 
 
PEYMANA EWIL DI 1973’YAN DE HATE KIRIN
 
Petrol û xaza xwezayî di sektora enerjiyê de xalên herî bingehîn in. Ji bo peydakirina petrol û xaza xwezayî, Tirkiyeyê di sala 1973’yan de bi Iraqê re peymana petrolê îmze kir. Bi Xeta Boriyê ya Petrolê ya Yumurutalikê (Xeta Boriyê ya Petrola Xam a Iraq-Tirkiyeyê) re di navbera Kerkûk û navçeya Yumurtalik a Hatayê de borî hatin danîn û petrola xam hate veguhestin. Xeta boriyê ku di 1973’yan de dest bi çêkirina wê hat kirin, di sala 1976’an de hate karîgerkirin û cara ewil jî di sala 1977’an de tanker hatin tijekirin. Xeta boriyê ku bi qasî 40 înça bû, di heman demê de 986 kîlomîtroyan jî dirêj bû. Ji ber ku kapasîteya wê kêm bû, di sala 1987’an de xeteke nû ya bi qasî 46 înçan û bi dirêjiya 890 kîlomîtroyan hate çêkirin. Veguhestina Petrolê ya Xetên Boriyan A.Ş. (BOTAŞ) ku xwediyê Xeta Boruyê ya Kerkûk-Yumurtalikê ye, di sala 2010’an de peymana xwe nû kir û emrê peymanê 15 salên din dirêj kir. Di sala 2021’an de bi xeta pertrola xam re 186 milyon û 875 hezar varîl hatin îxrackirin û di 4 mehên destpêkê yên sala 2022’yan de jî 42 milyon û 280 hezar varîlên petrola xam hatin veguhestin. 
 
ÇAVKANÎ DI DESTÊ TIRKIYEYÊ DE NE 
 
Çavkaniyên pertolê yên li Herêma Federal a Kurdistanê ji ber nelihevkirinên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, heta demekî dirêj jî nehatin derxistin. Cara ewil di sala 2002’yan de kargeha bi navê “Petoîl” a Tirkiyeyê li Herêma Federal a Kurdistanê dest bi lêgerîna petrolê kir. Li Herêma Federal a Kurdistanê di sala 2006’an de hilberîna petrolê dest pê kir û rojane nêzî 600 hezar varîlên petrolê hatin derxistin. Rêveberiya Herêma Kurdistanê petrola ku li ser Kerkûkê îxrac dikir, li ser Bendera Ceyhan a Tirkiyeyê pêşkeşî piyasaya dinyayê kir. Li gorî peymana di navbera Tirkiye û Herêma Federal a Kurdistanê ku di sala 2014’an de hate mohrkirin, her serê varîlekê ku li ser Tirkiyeyê pêşkeşî piyasaya cîhanê tê kirin, Tirkiye 1 dolar pere qezenc dike. 
 
SALANE 500 MILYON DOLARAN QEZENC DIKIN 
 
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê yê demê Taner Yildiz, di sala 2014’an de pereyê ku di çarçoveya peymana bi Herêma Federal a Kurdistanê de ji dahata petrolê qezenc dikirin wiha aşkera kir: “Heke Iraq ji bo firotina petrola xwe li ber were, em hêj ji duh ve amade ne. Tirkiye di çarçoveya peymana ku îmze kirî de serê her varîlekî 1 dolar pere qezenc dike. Heke di nava salekê de bi rêk û pêk were, em di nava salekê de zêdetirî 500 milyon dolar pereyan qezenc dikin.” 
 
DAIŞ’ê di 12’ê hezîrana sala 2014’an de êrişî Herêma Federal a Kurdistanê kir û bi vekişîna artêşa Iraqê re jî Kerkûk kete bin kontrola Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê. Û Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê bi tena serê xwe dest bi îxrackirina petrolê kir. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2015’an de her mehê bi bihayê 800 milyon dolaran petrol îxrac kir. Di encama hevdîtinên di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê de, her du aliyan di sala 2016’an de lihev kir ku dahata petrolê li gorî Qanûna Bingehîn di navbera her du aliyan de were parvekirin. Li gorî vê peymanê, ji petrola Herêma Federal a Kurdistanê 150 hezar varîl jê dê rojane li ser şîrketa Iraqê ya bi navê SOMO’yê bên îxrackirin. Lê belê ev peyman li hewa ma. 
 
SALANE 20 MILYAR METREKUB XAZA XWEZAYÎ
 
Li gel peymana îxrackirina pertrolê ya di navbera Herêma Federal a Kurdistanê, di heman demê de ji bo îxrackirina xaza xwezayî jî di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de gelek peyman hatin îmzekirin. Weke parçeyeke peymana enerjiyê ya stratejik a di navbera Hewlêr û Enqereyê de ku di sala 2012’an de dest pê kir û di sala 2013’an de hate temamkirin, peyman hat îmzekirin ku Herêma Federal a Kurdistanê her sal 20 milyar metrekub xaza xwezayî îxrac bike. Piştî vê peymanê; Tirkiyeyê Xeta Boriyê ya Xaza Xwezayî ya Mêrdînê li ser navçeyên Stewr, Mîdyad û Nisêbînê derbas kir û ji wir jî li ser navçeyên Hezex, Cizîr û Silopiya yên Şirnexê derbasî Herêma Federal a Kurdistanê kir. Anku Xeta Boriyê ya Xaza Xwezayî ya Şirnexê ku bi dirêjiya 185 kîlomîtroyane hate avakirin. Bi vê xeta boriyê re dê çavkaniyên xaza xwezayî ya Herêma Federal a Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê bihatina îxrackirin. Lê piştî ku hikûmeta Iraqê para bûdçeyê ya Herêma Federal a Kurdistanê qut kir û DAIŞ’ê dest bi êrişan kir, rêveberiya hikûmeta herêmê nekarî rezervên xwe derxîne û vê peymanê têxe meriyetê. 
 
NAVENDA TRANSFERKIRINA PETROLÊ
 
Têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Federal a Kurdistanê ji sala 2005’an ve di çarçoveya têkiliyên aborî de teşe digirin. Sedema vê jî pêdiviya Tirkiyeyê ya bi petrol û xaza xwezayî ye. Tirkiye dixwaze petrol û xaza xwezayî erzan bikire û bi zêdekirina çavkaniyan re jî alternatîfên nû ava bike. Hewl dide ku xetên petrolê yên nû li ser xaka wê derbas bibin û bibe navenda transferkirina petrolê. 
 
PEYMANA BO 50 SALAN
 
Di 25’ê adara sala 2013’an di navbera Tirkiye û Herêma Federal a Kurdistanê de ji bo enerjiyê peymaneke din hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê, ev rêya xeta boriyê ku bi 400 milyon dolaran hatibû çêkirin, di 15’ê mijdara sala 2013’an de hate temamkirin. Ji sala 2014’an heta niha jî petrola Herêma Federal a Kurdistanê li ser vê xetê derbasî Tirkiyeyê dibe. Dema peymana enerjiyê ya di navbera Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî weke 50 salan hate destnîşankirin. 
 
ARMANCA TIRKIYEYÊ
 
Tirkiye bi saya petrol û xaza xwezayî ya ji Herêma Federal a Kurdistanê werdigire, hem pêdiviya xwe ya enerjiyê pêşwazî dike û hem jî hewl dide di polîtîkaya derve de deste xwe xurt bike. Piştî ku di sala 2015’an de balafira Rûsyayê hatiye xistin, têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê li ber qedînê bûn. Di halê hazir de Tirkiyeyê hemû xaza xwezayî ji Rûsyayê pêşwazî dikir û di rewşeke awarte de jî nedikariya alternatîfeke din bibîne. Lewma çavkaniyên enerjiyê yên li Herêma Federal a Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê gelek girîng in. Tirkiye ji bo êrişên xwe yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê rewa nîşan bide jî PKK’ê weke hincet nîşan dide. Lê belê bêyî erêkirina hikûmeta navendî ya Iraqê, di sala 2012’an de di navbera Serokê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiyeyê de peymanek hate îmzekirin. Li gorî vê peymanê, dê Herêma Federal a Kurdistanê petrol û xaza xwezayî li ser Tirkiyeyê bifiroşê dewletên cîhanê. Kargeha “Genel Enerjî” ku di bin sîwana Holdînga Çukurovayê de dixebite, li 6 qadên cuda yên Herêma Federal a Kurdistanê hilberîna petrolê dike.