Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma

img
STENBOL - Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şîn bûye û got: “Kurdan li ber xwe dan û bûn yek ji hêzên herî girîng ên Rojhilata Navîn. Tirkiye bi tenê hat hiştin.” 
 
Komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind dimîne û bi tecrîdek girankirî re rûbirû ye, 23 sal in li ber xwe dide. Hêzên komploger negihîştin armanca xwe û hemû hesab û polîtîkayên wan tafsiyeyê bi berxwedana gelê kurd û dostên wan hat pûçkirin. Di 23 salan de li erdnîgariya Rojhilata Navîn gelek guhertin çêbûn û Sûriya ku gavên ewil ên komploya li ser Ocalan hatin avêtin, yek ji wan deveran e ku para xwe ji vê guhertinê girt û niha bi ramanên Ocalan li Rojavayê Kurdistanê ango li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê birêvebirin. 
 
Piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyê dest pê kir, gelek bajar ketin bin kontrola hêzên paramîlîter û komên cîhadî yên ku sûcê mirovahiyê kirin. Gelên ku ji ramanên Ocalan sûd wergirtin, xwe li ser piya girtin. Bi têkoşîn û pêşengiya kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hesabên hêzên li qadê serûbino bûn. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku di vê dema hesabên komplogeran serûbino kirin, destkeftiyên mezin bi dest xistin, niha bi raman û perspektîfên Ocalan jiyaneke nû li wir tê hûnandin. 
 
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, ku demeke dirêj li Sûriyeyê bi Ocalan re ma û demeke kurt beriya komploya 9'ê Cotmehê hevdîtin kir, bandora Ocalan a li Sûriyeyê, pêvajoya komployê û pişt re tiştên qewimîn ji ajansa me re nirxand. 
 
OCALAN Û GEL BÛN YEK 
 
Muslim diyar kir ku Ocalan bi gelên herêmê re têkiliyek xurt ava kir û di sala 1979'an de dema ku hat Sûriyeyê bandorek mezin li ser xelkê Rojava kir û wiha got: "Mirov ji Rêbertî (Ocalan) û tevgerê ne dûr bûn. Di pêvajoya Sûriyeyê de, gelek kes bi birêz Ocalan re hevdîtin kirin û pêwendî pêş xistin. Vê têkiliyê şiyarbûneke mezin pê re çêkir. Ev şiyarbûn di astek ku tu carî nayê hilweşandin de bû. Em dikarin bandorên şiyarbûna ku birêz Ocalan çêkiriye di hemû warên jiyanê de bibînin. Bandor û têkiliya Ocalan a bi Kurdên li Sûriyeyê dijîn re xwe nîşan da. Tovê berxwedanê yê ku paşê hat çandin, weke şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin bû.” 
 
DERKETINA JI SÛRIYÊ 
 
Muslim da zanîn ku dema zextên li ser rejîma Sûriyê zêde bûn wan texmîn nedikir ku ka wê bi ber bi kîjan alî ve biçe û got: “Atmosferek siyasî serwer bû. Ocalan ferq kir ku wê hin tişt bibin. Gefên Tirkiyeyê dest pê kirin û gav bi gav zêde bûn. Em jî matmayî man, me fêm nekir çi diqewime. Gelek siyasetmedar jî nizanin çi diqewime, lê belê wan tam nizanibû çi dibe. Lê lîstikek dihat lîstin. Me nizanibû ev lîstik li dijî Kurdan û Rêbertiya wan e. Me nizanibû wê çawa bibe.” 
 
RUHÊ BERXWEDANÊ 
 
Muslim da destnîşan kir ku derketina Ocalan a ji Sûriyeyê di nava Kurdan de bû sedema xemgîniyek kûr û got: "Gel hîs kir ku ew bêxwedî mane. Her kes kêlî bi kêlî pêvajoyên birêz Ocalan ên li Yewnanîstan, Rûsya û dervayî welat dişopand. Xelkê me meraq dikir ku wê birêz Ocalan biçe ku derê û wê bikaribe bi silametî biçe. Piştî derketina Ocalan a ji Sûriyê, têkiliyên Sûriyê û Tirkiyê baş bûn. Sûriyê bi ya Tirkiyê dikir. Rewşên wekî tepisandina gel, qedexekirina Newrozê, qedexekirina 1’ê Gulanê û 15’ê Tebaxê hebûn. Gel şehîd dan lê dîsa jî pîrozbahî û bûyer li dar xistin. Çimkî di nava gel de ruhê berxwedanê hatibû çandin.” 
 
BANDORA OCALAN 
 
Muslim bal kişand ser serhildana Qamişloyê ya 2004'an û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya piştî 2011'an ku bi fikrên Ocalan hat hûnandin û wiha got: "Hûn nikarin vî ruhî ji nav gel derxînin. Di nav gel de dilsoziyek mezin hebû. Dema ku ew dîl hat girtin jî, gel jê qut nebû. Girêdana bi Ocalan re ne meseleyek fizîkî ye. Tevî ku dijmin dixwest serî biperçiqîne û laş perçe bike jî, lê negihîştin aramncên xwe. Di pêvajoyên pitş re gel bi ruhê berxwedanê yê ku birêz Ocalan li Îmraliyê nîşan da, li ber xwe da. Ji ber vê yekê, hûn nikarin vî ruhî û vê paradîgmayê, vê felsefeyê ji hişê mirovan derxînin. Tiştên îro qewimîn îspata wê ye.” 
 
ARMANCÊN KOMPLOYÊ 
 
Muslim anî ziman ku hêzên komploger dixwestin ku bi komployeke plankirî Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û wiha got: "Wan birêz Ocalan li pêşiya xwe asteng didîtin. Ji ber vê yekê xwestin birêz Ocalan bêbandor bikin. Birêz Ocalan, bi fikrên xwe, hêza rêxistinî û çekdarî, xwedî wê hêzê bû ku hevsengiyên ku dixwestin li Rojhilata Navîn çêbibe, bêbandor bike û hêzên hegemonîk ev dîtin. Mijar tevahiya Rojhilata Navîn eleqedar dike. Dema ku em pêvajoya komployê bi ya îro re bidin ber hev, em bibînin ku em bi rewşek xirabtir re rûbirû ne. Eşkere ye ku li Rojhilata Navîn, Iraq û Sûriyê çi diqewime. Komkujî, hilweşandin, koçberî, êşên mezin qewimîn. 5-6 mîlyon mirov li Sûriyê welat terikandin. 500-600 hezar kes mirin. Vana gişt di çarçoveya plansaziyên nû yên Rojhilata Navîn de qewimîn. Ger komplo çênebûya, ma ew ê biqewimiya? Bersiva min 'na' ye. Dê mirov bi vî rengî zirarê nedîtina.” 
 
HESABÊN WAN SERÛBINO BÛN 
 
Muslim diyar kir ku piştî komployê kurdan jî êşên mezin kişandine û bedelên giran dane û got: "Lê belê komplo heta niha negihiştiye armanca xwe. Berxwedan û mayîna kurdan a li dijî hemû êrişan mînaka vê rewşê ye. Ew koç kirin, wan gelek şehîd dan, lê komplo negihişt armanca xwe. Wan nehiştin ku komplo bi ser bikeve. Armanca komployê ew bû ku Kurdan biqedîne, lê kurdan wê pûç kir. Li ber xwe da û niha bûye yek ji hêzên herî girîng ên Rojhilata Navîn. Dîsa, Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên cîhadîst ve hat dagirkirin. Kurdan ev hêz jî şikandin. Li vir jî, ew negihîştin armancên xwe. Hesabên wan negirtin. Em dikarin bi hin xebat, têkoşîn û danûstandinên dîplomatîk armanca komployê pûç bikin û bîrdoziya xwe bi ser bixînin.” 
 
TIRKIYE BI TENÊ MAYE 
 
Muslim diyar kir ku her çiqas komplo hatibe pûçkirin jî lê dîsa jî komplo berdewam dike û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku dema birêz Ocalan û gel azad bijîn û fikrên xwe bi azadî par ve bikin komplo dê ji binî ve biqede. Ev bûyer heta îro bi komployekê hatin kirin. Lê belê, îro komplo guheriye. Îro li Başûr, Bakur û Rojava di çarçoveya komployê de geşedan diqewimin. Lê tiştek cuda heye. Îro Tirkiye bi tenê maye. Tirkiye hewl dide bi tena serê xwe komployê pêk bîne û gazinên xwe li hêzên din dike û dibêje, ‘We ev plan çêkirin, niha çima hûn wan bicih nayînin, çima hûn li ba me nîn in’. Ev têne dîtin. Li hemberî vê yekê divê gelê Kurdistanê xwe bi rêxistin bike û qadan bi ramanên birêz Ocalan tije bike. Heke ev pêk were wê bi vî awayî komplo bi temamî pûç bibe.” 
 
MA / Îdrîs Sayilgan