Di tebaxê de 11 jê zarok 174 karkeran jiyana xwe ji dest daye
- aborî-ked
- 13:19 05/9/2021
Meclîsa ÎSÎG’ê ragihand ku di meha tebaxê de 11 jê zarok bi giştî 174 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa ÎSÎG’ê ragihand ku di meha tebaxê de 11 jê zarok bi giştî 174 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Karkerên Şaredariya Bakirkoyê ku ji ber endamtiya xwe ya sendîkayê ji kar hatin derxistin, ev tişt gotin: "Divê karker bi awayekî birêxistinkirî hişmendiya çînê tevbigerin û êdî dengê xwe li dijî karsazan derbixin."
Îsotên Rihayê ku pêvajoya amadekirina wê jî bi qasî tehma wê 'tûj' e derket ser dezgehan. Hilberînerê 21 salan ê îsotan Mehmet Mermer, diyar kir rexmî ku bi hezaran mirov pê debara xwe dikin jî îsot qîmeta ku heq dike nabîne.
Serokê Giştî yê TUMTÎS'ê Kenan Ozturk, anî ziman ku rêxistinbûyîna di Yemeksepetiyê de ji bo karkerên di heman warî de dixebitin bûye cihê hêviyê û got: "Ev bi tenê jî serketinek mezin e û teqez em ê vê bi peymana giştî bilind bikin."
KESK’ê li dijî îmzekirina TÎS’ê ya hikumetê bertek nîşan da û ji bo rojekê dest ji kar berda.
Platforma Şaxan a KESK’a Wanê ji bo greva wê sibê li dijî mutabatakata TÎS’ê ya di navbera hikumet û Memûr-Senê de pêk hat, li dar bixe bang li kedkarên cemaweriyê kir.
Li Wanê şaredariyên qeyûm tayinî wan hatine kirin, ji zû de ye li hin deveran dest bi çêkirina rê û peyarêyan kirine. Lê ji ber ku ev xebat nayên temamkirin, esnafên bajêr bêzar bûne. Esnafan, anî ziman ku pêşî astengiyên ji ber pandemiyê û niha jî ev xebat, kirine ku tu karî nekin.
Ji bo konên karkerên çandiniyê yên mexdûrên koçberiyê ku li navçeya Karataşê dimînin rakin, 2 roj wext dan wan.
Esnafan diyar kir ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Şaredarê AKP'î yê Beyoglûyê Haydar Alî Yildiz jî ku li bazarê digeriya, parast ku krîz tune ye û got: "Gel dibêje 'ez nikarim bistînim', lê halbûkî her kes dikare bistîne."
Malbata Buyum ku li Sûrê dijî, li hemberî xizaniyê li ber xwe dide. 7 meh in der û cînar alîkariya malbatê dikin.
Karkerên Bel Karperê, anîn ziman ku doza mafên xwe dikin û gotin: "Em dixwazin wekî mirovan bijîn."
Meşa baskê Edîrneyê ya endam û rêveberên KESK’ê yên li dijî teklîfa hikumetê ya ji bo hevdîtinên TÎS’ê ku eşkere kir, dimeşin Enqereyê ji Stenbolê ber bi Kocaeliyê ve berdewam dike.
Baskê Êlihê yê meşa ku KESK’ê, li dijî teklîfa hikumetê ya di hevdîtinên TÎS’ê de aşkera kir dest pê kir.
Karkerên çandiniyê ku ji Rihayê hatin Kocaliyê di şertên dijwar de dixebitin. Karkeran got ew beramberî keda xwe nastînin û alternatîfek wan din jî nîne.
Cotkaran li dijî birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê, li navçeya Kaniya Xezalan rê li trafîkê girtin û çalakî kirin.