Kedkarên Ozak Tekstîlê tevî dorpêçê li ber xwe didin
- aborî-ked
- 13:06 30/11/2023
Kedkarên Ozak Tekstîlê, tevî dorpêça leşkeran têkoşîna xwe ya ji bo mafên sendîkayê, di roja 4’emîn de didomînin.
Kedkarên Ozak Tekstîlê, tevî dorpêça leşkeran têkoşîna xwe ya ji bo mafên sendîkayê, di roja 4’emîn de didomînin.
KESK’ê ji bo mitînga ku dê bi daxwaza “Em ji aliyê kedê ve budçeyeke demokratîk a gel dixwazin” di 2’yê kanûnê de li Qada Stasyonê were lidarxistin, banga tevlibûnê kir.
Jinên li Ozak Tekstîlê dixebitin ji ber sedemên derxistina ji kar, mobîng û zextan çalakiya berdana kar dan destpêkirin. Jinan, diyar kirin ku heya daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.
Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul diyar kir ku têkoşîna sendîkayî weke “hêmayê sûc” tê nîşandan û wiha got: “Îxrackirin, sirgûn, dûrxistina ji kar a sîstematîk li dijî mafê xwebirêxistinkirinê yê kedkaran weke amûra zextê tê bikaranîn.”
Sekreterê Lijneya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’a Sêrtê Firat Şîmşek destnîşan kir ku kana madenê ya 2 endezyar û karkerekî tê de jiyana xwe ji dest dane “bi sabiqa” ye û got: “Tedbîrên ji bo sehaya kanê hatine girtin, ji bo karkeran nehatine girtin, ev yek cînayet e.”
Li Wanê kesên teqawidbûyî anîn ziman ku çavkanî ji bo şer tên xerckirin û gotin ku bi meaşê heyî nikarin debara xwe bikin.
Parlamentera HEDEP’ê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bandora wê û wiha got: “Neçareserkirina pirsgirêka kurd û israra di polîtîkaya kurd de îktîdarê dixitimîne.”
Parlamenterê HEDEP’ê Sezaî Temellî di hevdîtinên bûdçeya wezareta parastinê de daxuyaniyên wezîrê parastinê yê berê Hulusî Akar bi bîr xist û pirsa “Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?” ji Guler kir.
Kedkaran bi pêşengtiya KESK’ê li gelek bajaran çalakî li dar xistin û gotin: “Em bûdçeya gel a demokratîk ya bi kedê re” dixwazin.
Lîreyê tirk her ku diçe li hemberî Euro bênirxtir dibe. Euro îro rekor derbas kir û bû 31.19 TL.
Meşa ku DÎSK’ê bi daxwaza di dahat û bacê de edalet pêk were ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve daye destpêkirin di roja 2’yemîn de li Gebzeyê didome.
ÎSÎG'ê daxuyand ku di meha cotmehê di encama cînayetên kar de herî kêm 150 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Tîmûr Sayyîgit destnîşan kir ku mûçeya wan a teqawidiyê tenê çend rojan di berîkên wan de dimîne û wiha got: “Teqawid, ji bo ku nemirin li ber xwe didin.”
Serokê Şaxa Egitîm Sena Wanê Mûrat Atabay bal kişand ser polîtîkayên desthilatê û anî ziman ku desthilatê civakekî li gorî cihê şer helwest nîşan dide ava kir.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglû da zanîn ku dê ji bo edaleta di dahat û bacê de û ji bo edaleta li welat dê di 13’ê mijdarê de ber bi Enqereyê ve meşekê li dar bixin.