• img

    Nebûn arkeolog çiftlîka dewaran ava kirin

    Jinên Arkeolog Miray Dîrîm û Arkeolog Teberik Kubra Dîrîm ji ber di pîşeya xwe de kar bi dest nexistin, cotgeha (çiftlik) dewaran ava kirin. Arkeologên bi hevre cotgeh avakirin, qatixên cotgehê li bazara Ruyê Erdê ya Foça difiroşin.

  • img

    Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye

    Karkerên Camê yên ji Fabrîqeya Camê ya Paşebahçeyê ya girêdayê Şîşecama Luleburgazê ji kar hatin avêtin, du roj e dimeşin. Meşa li ber Navenda Giştî ya Şîşecamê dest pê kir, di roja duyemîn de ye û karker edalet, kar û qut dixwazin.

  • img

    Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da

    Abdullah Ahmed ê ji Sûriyeyê li Bornavayê di dixebitî, ket birka plastîkên kevin û jiyana xwe ji dest da.

  • img

    Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne

    Ahmet Şeremet ê di darbeya leşkerî de 15 salan di girtîgehê de ma, wê jiyana komunî ya li girtîgehê hîn bû piştî derketinê jî didomîne. Şeremet pêşî tevî hin hevalên xwe komuna hilberîna pêlavan ava kir û wiha got: “Heke di civakekê de komun tune be, ezperestî, hesûdî, pevçûn û şidet dibe serwerê wê civakê.”

  • img

    Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin

    Masîvanên Mêrsînê, diyar kirin ku masiyên ku ew bi kedek mezin neçîr dikin, pere nake, lê bazirganên ku masiyan ji wan distînin bi pereyekî mezin difiroşin. Masîvan Ali Yeşilova, diyar kir ku di nava şert û mercên giran de masî tên komkirin û wiha got: "Em cefayê dibînin lê bazirgan sefaya masiyan dibînin.

  • img

    Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir

    Welatî Nîzamettîn Dogan ku ji ajokariya serewîsê teqewît bû, dema dît ku debara wî nabe carek din berê xwe da ser dîroksiyonê. Dogan berê digot “Heke ez teqewît bibim ez ê baxçeyê kulîlkan vekim”, niha jî dixwaze wê xeyala xwe li şaneşîna xwe pêk bîne.

  • img

    Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan

    Li warê Feqiyê Teyran Miksê, gûzên ku mêr ji daran dadiweşînin, jin berhev dikin.

  • img

    Tanrikulu: Li Şirnexê hilberîn qaçax be jî bazarî qanûnî ye

    Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu bal kişand ser hezeza li Şirnexê û aşkera kir ku wî bi walî re axivî ye, lê der barê destûrnameyê de agahiyeke şên ber negirtiye û wiha got: "Hilberîn qaçax be jî diyar e bazarî bi qanûnî ye."

  • img

    Pirsgirêka kurd aborî têk bir: Ji bo parastinê 92 milyar hat veqetandin

    Di razemeniyên Butçeya Navendî ya 2018'an de ya hikumetê de para herî zêde ji bo şer hat veqetandin. Ji bo saziyên ewlehî û parastinê razemenî hat kirin û ev wekî 92 milyar 718 milyon 151 hezar TL hat destnîşankirin.

  • img

    MMO: Kana Şirnexê ne qaçax bû, bincil kirin

    Hevserokê Şaxa MMO ya Amedê Dogan Hatun, diyar kir ku tu bingeha rastiya daxuyaniya Wezîrê Enerjiyê ya der barê Kana Şirnexê te tune ye. Hatûn, anî ziman ku Kana Şirnexê ne qaçax e û wiha got: "Rastiya daxuyaiya wezîr tune. Ocak di 2017'an de dane îhaleyê. Ji venêrtinê re çav girtine û bincil kirine. Divê rê li pêş venêrtina saziyên bê alî vekin."

  • img

    Serdozger daxuyaniya 'qaçax' a wezaretê derewand

    Sersozgerê Komarê Mehmet Patlak der barê hezana li Şirnexê de daxuyanî da û ev tişt got: "Heyeta pêzan a ji 3 kesan pêk tê li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî, lê rastî kaneke qaçax a komirê nehat." Wekîla bajêr Bîrlîk jî pirsa "Xwediyê kargehê yê esalî kî ye" ji Wezîrê Enerjiyê kir.

  • img

    Bîrlîk: Berpirsê vê komkujiyê hikumet e

    Parlementera HDP’ê Leyla Bîrlîk bertek nîşanî daxuyaniyên “qaçax” ên rayedaran der barê kana komirê de da û got: “Di serdema qedexeya Şirnexê de em nikaribûn biketina kanê. Lê karker li wir dixebitin. Ji bo sûcê ji ser xwe biavêjin van daxuyaniyan didin.”

  • img

    Malbata ji Reqayê li Serêkaniyê tev li komîna gund bû

    Malbata El Hesen ê ji Reqayê, niha li gundê Serêkaniyê tevlî jiyana komîn a gundan bû. Mahmûd El Hesen, diyar kir ku dema ew ji bin zilma DAIŞ’ê ya 3 salan rizgar bûn pir kêfxweşbûn, lê dîsa ew ditirsa li pêşiya wan çi heye li wan peyda bûye û got: “Lê ev salek zêdetir e bi kurdan re di çandiniya pembuyê de dixebite û ligel zahmetiyan jî ew pir kêfxweş in.”

  • img

    Sobevanên Wanê: Roj bi roj em îflas dikin

    Li Wanê bi destpêka sermayê re li Sûka Sobevanan, sobeyan li ber dikanan û dezgehên dikanan cihê xwe girt. Esnafên Sûkê diyar kir ku bihabûna dolaran li ser karê wan bandorek neyînî dike û ew roj bi roj ber bi îflasê ve diçin.

  • img

    Hejmara karkerên li kana Şirnexê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 7’an

    Li Şirnexê cenazeye Abdullah Kayaş k udi bin hezanê de mabû jî hat derxistin. Hejmara kesên di hezanê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 7’an.

LÊGERÎN