ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
- rojane
- 09:00 26/3
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Şirnexê jinan ji bo balê bikişînin ser doza endamên çeteya fihûşê ku dê sibe were lidarxistin, meş li dar xistin.
Rojnameger Yasîn Akgul, Zeynep Kuray, Hayrî Tûnç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç hatin girtin.
Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, di danişîna ewil de nehate berdan.
Protestoya xwendekarên zanîngehê ya li dijî lêpirsîna der heqê ÎBB’ê de îro jî bi meş û boykotkirina dersan domiyan.
OHD’ê li gelek bajaran çalakî li dar xist û xwest ku biryara der heqê rêveberiya Baroya Stenbolê de were betalkirin û şaredar dîsa vegerin ser karê xwe.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari got ku piştî cejna Remezanê dibe ku bi serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bînin. Hatîmogullari ji bo serlêdana Îmralî ya heyetê jî wiha got: “Em bang li rayedaran dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”
Xelatên 28’emîn Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe hatin aşkerakirin .
Li Enqereyê di serdegirtinên malan de 30 xwendekar hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê endamên MYK’a Egîtîm Senê de lêpirsîn da destpêkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku bi milyonan kes li qadên Newrozê xwedî li banga Abdullah Ocalan derketine û got: “Êdî derbaskirina qonaxa krîtîk a duyemîn, berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye.”
Dozgeriyê ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê yê CHP’î Înan Guney kir.
Dozgerê li dosyaya rojnamegerên binçavkirî dinihêrt ji ewil biryara berdana bi şertê kontrola edlî da û piştre jî biryara xwe guherand û bi daxwaza girtinê sewq kir.
Cerdevan, darên li çolterên navçeya Çelê tên birîn li ser rêyan difiroşin.