Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
- rojane
- 09:30 19/11
Hevberdevka Tora Mafên Zarokan a Amedê Berfîn Elçiyê diyar kir ku zarok di warê mafên xwe yên tenduristî, stargeh, perwerde û jiyanê de bi gelek binpêkirinan re rû bi rû tên. Berfîn Elçiyê anî ziman ku dewlet polîtîkayên ku gelek binpêkirinên li dijî zarokan girantir dikin pêk tîne û got: "Erka dewletê ne alîkariya zarokan e, dayîna mafên wan e."
