YPJ'ê li Baxozê ala xwe çikand: Bila Newroz diyarî jinên cîhanê be

  • jin
  • 13:15 21 Adar 2019
  • |
img
DÊRA ZOR - Şervanên YPJ'ê, dawî li DAIŞ'a ku 5 salin li ser gelê Sûriye zilm û zordariyê dike, talan û wêran dike, anî. YPJ'ê ku li dijî DAIŞ'ê şerekî dijwar da û dawî li DAIŞ'ê ani, li Gundê Baxozê ala xwe çikand. YPJ, serkeftina li dijî DAIŞ'ê wekî diyariya Newrozê diyarî jinên cîhanê kir. 
 
Hêzên/Quweta Sûriyeya Demokratîk (QSD), diyar kir ku operasyona bi navê “Pêngava Bagera Cizîrê" ku li Gundê Baxozê yê Dera Zor dabûn destpêkirin bi dawî bûye û DAIŞ bi temamî ji ser axê paqij kirine. QSD, destnişan kir ku hemû axa Rojhilat û Bakûrê Sûriye ku DAIŞ'ê dagir kiribû bi temamî ji destê DAİŞ’ê rizgar bûye û hebûna DAIŞ'ê ya li ser axê bi temamî xelas bûye. Operasyona ku di 18'ê Îlona 2018’an de dest pê kiribû îro bi dawî bû. 
QSD'ê da zanîn ku di operasyonê de bi temamî 30 hezar endam û malbatên endamên DAÎŞ'ê teslîmî wan bûn. 
 
 
Şervanên Yekîtiya Parastina Jin (YPJ) ala dawî ya DAÎŞ xist xwar û li şûna wê ala xwe ya YPJ'ê çikand. Şervanên YPJ'ê ala dawî ya DAÎŞ'ê xist xwar û li şûna wê ala xwe ya YPJ'ê daliqand. YPJ'ê diyar kir ku ew vê serkeftinê wekî diyariya Newrozê diyarî hemû jinên cîhanê dikin. Newrozê li hemû jinan pîroz dikin. YPJ'ê anin ziman ku di serî de serkeftinê li jinên êzîdî û hemû jinên cîhanê piroz dikin û diyarî hemû jinên cîhanê dikin. 
 
YPJ'ê ya herî zêde bû hedefa DAIŞ'ê û herî zêde şerekî dijwar li dijî DAIŞ'ê meşand,  dema ala xwe daliqand ket ber wêneyê Ajansa Mezopotamya (MA). 
 
MA / Nazım Daştan
 

LÊGERÎN

Ji bo 820encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin