Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt

  • rojane
  • 09:21 16 Çile 2025
  • |

STENBOL - Samah Raf'at A. Ehmed a filistînî ya ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Zayînê û Zarokan a Suleymaniyeyê zarok aniye dinê, diyar kir ku ji ber ku nikaribûye 40 hezar mesrefa nexweşxaneyê bide zaroka wê hatiye desteserkirin. 

Samah Raf'at A. Ehmed a filistînî ku li navçeya Fatîhê ya Stenbolê dijî û bi zaroka xwe ya duyemîn ducanî bû, di 11'ê Çileyê dw li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Zayinê û Zarokan a Suleymaniyeyê ya Zeytînburnuyê, zaroka xwe anî dinyayê. Zaroka ku sax ji dayik bû, nedan dayika wê. Rêveberiya nexweşxaneyê fatûreyeke 40 hezar lîre da ber Samah Raf'at A. Ehmadê. Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku heta fatûre neyê dayîn wê pitikê nedin wê. Samah Raf'at A. Ehmad jî ji ber vê ji bêgavî bi bi karekkodeke li destê wê hatiye girêdan 5 roj in diçe nexweşxaneyê pitika xwe şîr dide û vedigere malê. 
 
Samah Raf'at A. Ehmed ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ji bo zaroka xwe ya ku ji ber bêpereyê wê tune ye ji aliyê nexweşxaneyê ve "dîl" hatiye girtin alîkarî xwest.
 
‘GER TU PERE NEDÎ EM PITIKÊ NADIN'
 
Semah Ref'at A. Ehmed der barê bûyerê de wiha got: “Tevî pitika min a nû çêbû 2 zarokên min hene. Ez penabereke filistînî me. Em di 11’ê Çileyê danê êvarê saet di 20.00’î de çûn nexweşxaneyeke Zeytînburnûyê. Ez ducanî bûm û min zarokek anî dinyayê. Piştî welidînê nexweşxaneyê ji min re fatûreyek derxist û 40 hezar lîre xwest. Ji ber ku pereyê min tune bû min nikarîbû bide. Piştî du rojan ez çûm û vê carê kesên li nexweşxaneyê 50 hezar lîre ji min xwestin. Yên li nexweşxaneyê ji min re gotin 'ger tu pere nedî em pitikê nadin te.'"
 
 
Samah Raf'at A. Ehmedê ku diyar kir ji ber şerê Îsraîl yê li dijî Filistînê welatê xwe terikandiye û ev 3 sal in li Taxa Fatîhê ya Stenbolê dijî û got ku ew li tu cihî naxebite û ji ber vê yekê nikare vî pereyî bide. 
 
PITIKA XWE ŞÎR DIDE Û TÊ MALÊ
 
Samah Raf'at A. Ehmedê diyar kir ku ew li Tirkiyeyê di nava şert û mercên zehmet de dijîn û dixwaze pitika wê bidin wê û wiha got: “Jixwe ez di nava şert û mercên gelekî zehmet de dijîm. Ez her roj diçim nexweşxaneyê, pitika xwe dibînim û piştî şîrdanê vedigerim. Bi vî awayî, divê ez rojê carekê biçim nexweşxaneyê." 
 
BANGAWAZÎ
 
Samah Raf'at A. Ehmedê anî ziman ku hevserê wê nêzî 7 meh berê bi hinceta ku belge kêm in hatiye dersînorkirin û wiha got: “Ez gelek spasiya bijîşkan dikim. Lê pir zehmet e ku ez 40 an jî 50 hezar lîreyî qezenc bikim û bidim wan. Hevjînê min jî nêzî 7 meh berê hat dersînorkirin. Bila pitika min bidin min." 
 
Em bi rêya telefonê li nexweşxaneyê geriyan, lê wiha hat gotin: "Ji ber ewlehiyê em nikarin di vî warî de tu agahiyan bidin we." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

LÊGERÎN

Ji bo 785encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin