Girtiyê destek û lingekî wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin

  • rojane
  • 14:38 15 Mijdar 2024
  • |
img
KAYSERÎ - Girtî Şaban Kaygusuz ku destek û lingekî wî tune ne û ji sedî 90 astengdar e, di hucreya yekkesî de tê ragirtin û daxwaza wî ya sewqkirinê jî hate redkirin. 
 
Girtî Şaban Kaygusuz li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin. Kaygusuz, di hevdîtina rû bi rû ya bi malbata xwe re de got ku di hucreyê de tê ragirtin. Destek û lingekî Kaygusuz tune ne û ji sedî 90 jî astengdar e. Kaygusuz, ev agahî bi malbata xwe re parve kir: “Demekî nêz berê du qawîşên li girtîgehê kirin yek. Di qawîşa berê de derence gelek tîk nebûn lewma min xwe dixijand û derdiketim. Lê derenceyên qawîşa nû gelek tîk in û bêyî alîkariya kesekî nikarim bêm û biçim. Ez naxwazim her carê hevalê xwe aciz bikim. Çendek caran bi şev min hewl da dakevim lê ketim xwarê. Ji bo vê min bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin kir.” 
 
Kaygusuz, da zanîn ku ji bo sewqî girtîgeha Dîlokê were kirin ku malbata wî li wir dijî serlêdan kiriye lê serlêdana wî bêyî hincetek were nîşandan hatiye redkirin. Kaygusuz, diyar kir ku daxwaza wî ya sewqkirinê nehatiye qebûlkirin û ser re jî xistine hucreya yekkesî. Kaygusuz, got ku heta pirsgirêka wî tê çareserkirin dê li hucreyê bimîne. Kaygusuz, xwest rêxistinên mafên mirovan ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan. 
 
DAYIK: DIVÊ WERE SEWQKIRIN
 
Dayika Kaygusuz, Zeynep Kaygusuz jî bertek nîşan da û got: “Em dixwazin kurê min li cihekî nêz be. Ji bo kurê min li cihekî daşir û cihê razanê li qada zemînê ye bimîne me gelek caran hewl da. Lê kurê min dane qawîşeke derenceyên wê tîk. Got ku çendek caran ketiye xwarê. Ev bêwijdaniyeke çawa ye. Divê daxwazên kurê min tavilê bi cih bînin. Ji sedî 90 astengdar e û ev hefteyeke bi tena serê xwe dimîne. Heke tiştek bi serê kurê min were, berpirsyar rayedarên girtîgehê û Wezareta Dadê ne. Em dixwazin kurê min sewqî Dîlokê were kirin.” 
 
DERHEQÊ ŞABAN KAYGUSUZ DE
 
Kaygusuz, di sala 1996’an de li gundê Bîlgîlî yê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Malbata Kaygusuz zextên cerdevanbûnê qebûl nekir û di heman salê de koçî Dîlokê kir. Kaygusuz, di sala 2015’an de tev li PKK’ê bû. Di sala 2017’an de li Şirnexê di pevçûnekê de birîndar bû. Kaygusuz sewqî nexweşxaneyeke Wanê hate kirin û hêj tedawiya wî temam nebûyî bi awayekî birîndar hate girtin û şandin Girtîgeha Sêrtê. Ji vir sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate kirin. Di 19’ê cotmeha 2021’ê de jî bi hinceta “ewlehiyê” sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê hate kirin. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kayseriyê rapora ji sedî 90 astengdar da Kaygusuz. Destê rastê û lingê rastê yên Kaygusuz tune ne. Tevî vê jî di 8’ê kanûna 2022’yê de rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” dan Kaygusuz. 
 

LÊGERÎN

Ji bo 797encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket