Ji Şaredariya Êlihê kreşa pirzimanî

  • rojane
  • 09:31 28 Cotmeh 2024
  • |

ÊLIH - Berdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê Şaredariya Êlihê Mehmet Esen diyar kir ku qeydên “Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê” didome û li gorî pêdiviyê dê hejmara kreşan zêde bikin. 

 
Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, hefteyek berê li Taxa Beşevlerê “Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê” vekir. Kapasîteya kreşê ji bo 60 xwendekaran e û li gel zimanê kurdî, bi zimanên din jî perwerdeyê dide. Berdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê Şaredariya Êlihê Mehmet Esen, da zanîn ku dê bi heman navî du kreşên din jî vekin. 
 
'DIVÊ DAYIK Û BAV BI ZIMANÊ DAYIKÊ BIAXIVIN’ 
 
Mehmet Esen
 
Esen, diyar diyar kir ku ji zarokan heta kesên sere polîtîkayên pişaftinê li ser her kesî berdewam in û wiha got: “Di demên dawî de li ser ziman, çand û hunera kurdî hewldaneke pir mezin a astengkirin û qedexeyan heye. Ya ku li dijî vê were kirin ew e ku hewceye dayik û bav tevî hemû zext û êrişan jî li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, ziman û çanda xwe bikin hîmê sereke yê jiyana xwe û vî ziman û çandê biparêzin.” 
 
'DÊ 2 KREŞÊN DIN BÊN VEKIRIN’
 
Esen, got ku divê her zarokek bi zimanê dayikê perwerde bibe û ev tişt anî ziman: “Li Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê dê her zarok di pêşdibistanê de bi zimanê dayika xwe perwerde bibe û ev gav, xizmeteke girîng a şaredariyê ye. Li vê derê hem bi kurdî hem jî bi zimanên din dê perwerde were dayin. Derfet tê dayin ku her zarok li vir bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe. Em di wê baweriyê de ne ku Beybûn dê bigihije armanca xwe, dê xebatên xwe yên li vê derê bi serkeftî bidomîne û em ê bêhtir xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Di vê mijarê de kreşa ewil e em dixin xizmetê û dê berdewamiya wê jî hebe. Li taxan em ê li gorî pêdiviyê xizmeta kreşan bidomînin. Plana me heye ku em bi navê Beybûnê 2 kreşên din jî vekin.” 
 
BANGA ‘QEYDÊN XWE ÇÊBIKIN’
 
Di berdewamê de Esen banga “qeydên zarokên xwe çêbikin” li malbatan kir û axaftina xwe wiha qedand: “Zarok li vir hînî muzîk, drama, lîstik, hejmaran dibin û navên ajalan hîn dibin. Ji serê sibehê saet di 8’an de dest pê dike û heta 5’an jî berdewam dike. Ji xwarina zarokan heta razana wan li vir her tiştek tê amadekirin. Zarokên tên vê derê bi zimanê xwe yê dayikê hîn dibin. Heke zarok bi zimanê dayikê hîn bibin, êdî ji bîr nakin. Zarokên temenê wan di navbera 3 û 5 salî de li vir perwerde dibin. Banga me ya ji bo malbatan ew e ku ji bo zarokên wan bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin qeydên wan çêbikin. Me kreşeke kapasîteya wê 60 kes vekir. Ev der hêj tam tije nebûye. Heke daxwaz çêbibe em ê li taxên din jî vekin. Ji bo zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin em ê xebatên xwe bilez û bez bidomînin.” 
 
MA / Fethî Balaman

LÊGERÎN

Ji bo 758encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

17:24 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:53 Kurtulmuş: Em ê pêvajoyê di demekî herî kin de biencam bikin
16:45 Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
16:34 Gardiyanên ku şêweyê girêdana dersokê neecibandin hevdîtin asteng kir
15:36 Ji bo rojnameger Ruvanas biryara neşopandinê hat dayin
15:33 Der heqê çawişê pispor ê milê zarokê 10 salî şikandî de doz hat vekirin
15:03 DFG’ê rapora binpêkirinan a meha Cotmehê aşkera kir
14:32 Danişîna rojnameger Kanbal hate taloqkirin
14:26 Huda Kaya hate girtin
14:16 Temellî ji îktîdarê pirsî: Hûn çima ji bo çekan hêj ewqas pere vediqetînin?
13:46 Ji ber ‘Lihevkirina Bajar’ ceza ji Ahmet Ozer re hat xwestin
13:35 Kavala ê 8 sal in di girtîgehê de daxuyanî da
13:27 Girtiyên ku zexta pêkirina şimikê red dikin naşînin nexweşxaneyê
12:38 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 60 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 37.15 e
12:37 Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
12:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:04 Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin li girtîgehê rewşa wî giran bû
11:48 ‘Ji sedî 90’ê avahiyên li Rezanê xetere ne, vesazkirina bajar şert e’
11:02 ‘Hewceye gavên ku pêşiya siyaseta demokratîk vedikin bên avêtin’
10:24 Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn