Di mitbexên parastina Efrînê de berxwedan dikele

img

EFRÎN - Dayîkên mil dane milê ciwanên xwe yên Efrînê û li dijî êrîşên TSK’ê welatê xwe diparêzin, bi roj xarinê ji zarokên xweyên di ceperan dene re amade dikin û bi şev jî peywira xwe ya nobetgirtinê pêk tîn in. 

Êrîşên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê di roja 19’emîn de berdewam dikin. Berxwedana li dijî êrîşan jî bê navber berdewam dike û her roja diçe mezintir dibe. Dayîkên ciwanên Efrînî yên ji bo parastina welatên xwe beşdarî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn, alîkariyê didin zarokên. Dayîkan mil dane milên zarokên xwe, dinava rojê de pêdiviyên wan ê xurekê pêk tînin û bi şevê jî di bûnya Hêzên Parastina Civakî (HPC) de li koçeyan nobetê digirin.
 
DAYÎK KEÇ Û KUR BI HEVRE
 
Yek ji wan dayîkan dayîka Gulîzer Mihemed, diyar kir ku roja roja seferberiyê ye û wiha axivî: “Şervanên YPG, YPJ û QSD’ê di ceperên herî pêş de li ber xwe didin. Em ji bi zarokên xwe re li ber xwe didin.”
 
'EM BÛN YEK'
 
Mîne Îbrahîm jî, anî ziman ku zarokên wan li dijî tanq û topan li ber xwe didin û wiha axivî: “Êrîş çiqas dijwar bin, bila dijwar bin, nikarin vîna gelan bişkîn in. Çawan ku 7 salin em diparêzin, em ê ji vir û şûn de jî biparêzin. Em jin, zarok, pîr û kal li virin. Em bûn yek û heya roja îro hatin. Kes nikara vê yektiya me xerab bike. Erka bikeve ser milê me, emê pêk bînin.”
 
'EW ME DIPARÊZIN' 
 
Hacer Miho ya berê du kurên wê di parastina Efrînê de jiyana xwe ji dest dayîn jî, diyar ki ku ew bi çêkirin xarin û pijandin nan beşdarî parastinê dibe.
 
Miho, destnîşan kir ku ew hemû jinên Efrînî li dû zarokên xwe ne û wiha axivî: “19 rojin zarokên me di ceperan de li ber xwe didin. Ma xwîna me ji ya wan gelekî sortire? Me ew mezin kirin û heya roja îro anîn. Ew jî niha me diparêzin. Em yekin. Çi bixwazin em amadene bikin. Ji bo axa xwe em ê bi şev û roj li ser piyan bin.”
 
MA / Nazim Daştan

LÊGERÎN

Ji bo 820encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin