Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe

  • rojane
  • 10:38 21 Nîsan 2021
  • |
img
ŞENGAL - Şengalî nahêlin ku leşkerên di çarçoveya peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatiye îmzekirin li ser sînor hatine bicihkirin bi pêş ve biçin. Dayê Şemê ya li dijî leşkerên Iraqê bû remza berxwedanê got: “Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe.” 
 
Artêşa Iraqê duh bi şev di çarçoveya peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de ku li ser Şengalê hatiye îmzekirin, hêzek leşkerî li derdora gundê Gir Zerik ê girêdayî Til Êzer bi cih kir. Fremandar û leşkerên artêşa Iraqê di nav van leşkeran de cih digirin. Xelkê Şengalê li ber bicihkirina artêşê rabû û destûr neda leşker bikevin gund. Ji duh bi şev ve xelkê gund li ser pêya û li ber xwe dide. Car carnan di navbera xelkê gund û leşkeran de rageşî qewimî. Şengalî dibêjin hêzek ku wan li dijî DAIŞ’ê neparastiye naxwazin werin axa wan dagir bikin û dixwazin artêşa Iraqê paş de vekişe. 
 
Artêşê dixwae xeta ji gundê Siba dirêjî heta Koço dibe û hewl dide bikeve qadên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û van gundên ereb û êzidiyan ên li vê deverê bixe bin kontrola xwe. Li ser vê hewldanê Nûnerên Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê, hêzên YBŞ’ê û Asayîşa Şengalê bi xelkê re ketin tevgerê û ragihandin heke artêş bi pêş ve biçe wê muaxile bikin. 
 
Her çiqas di navbera fermandarên artêşa Iraqê û fermandarên YBŞ’ê û nûnerên Meclîsa Şengalê de ji bo çareserkirina kêşeyê hevdîtin hatin kirin jî lê xelkê Şengalê destnîşan dike ku ew ê bi tu awayî destûr nedin artêş derbasî nav axa wan bibe. 
 
Hêzên artêşê car carna mudaxileyî rojnamevanan jî kir û xelkê bertek nîşanî vê yekê da. 
 
Şengalî li dijî hewldanên artêşê berxwedana xwe didomînin û şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê ji bo parastina axa xwe bedelên giran dane. 
 
SEMBOLA BERXWEDANÊ DAYÊ ŞEMÊ
 
Dayê Şemê ya kul i dijî hewldana artêşa Iraqê bû remza berxwedanê, li gelek cihî bi tena serê xwe derbasbûna leşkeran asteng kir. Dayê Şemê ya ji leşkerên Iraqê re bûye bend, bi erebî li dijî leşkeran dengê xwe qîr dike û wiha bertek nîşanî wan dide: “Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe.” 
 
MA / Nazim Daştan
 

LÊGERÎN

Ji bo 820encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin