Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand

img

ŞIRNEX - Mehmet Çakarê 76 salî ku li hemberî qirkirina ekolojîk a li Şirnexê, li quntara Çiyayê Cûdiyê bi gopalê xwe çal koland û "tovên hêviyê yên pêşerojê" çand, got: “Jiyan ji me re nehiştin”, Halîme Baykayayê jî peyama “Em ê çiyayên xwe ji nû ve şîn bikin” da.

Li Şirnex û navçeyên wê zêdetirî 5 salan e ku talana xwezayê bi her awayî berdewam dike. Ji ber kanên madenan, lêgerînên petrolê, bîrên hatine vekirin, kanên komirê, rêyên bi sedan kîlometre, qereqol û baregehên leşkerî û bi sed hezaran darên ku hatine birîn û firotin, çiyayên Cûdî, Gabar û Komato, gundewarên navçeyên Elkê , Qileban, Silopiya û Cizîrê bûne çol û çolistan. Li herêmê eko-qirimeke giran tê kirin. Li hemberî van texrîbatên ekolojîk, ji aliyê rêxistinên hawirdor, ekolojî û civakî ve kampanyaya çandina berûyan hat destpêkirin.
 
Di çarçoveya kampanyaya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya bi dirûşma "Tu jî berûyejî kom bike, tu jî berûyekî biçîne" de, Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê li gundewarê gundê Kûnsera ya Silopiyayê ku li wir Santrala Termîkê ya Silopiyê ya Koma Cîner heye, bi deh hezaran tovên berûyê çandin. Beşdarên çalakiyê, talana xwezayê û têkoşîna li hemberî wê nirxandin.
 
Mehmet Çakarê 76 salî, piştî ku nêzî du kîlometreyan bi alîkariya goplaê xwe meşiya, gihîşt qada çandina berûyan. Çakar bêyî ku bêhna xwe vede dest bi çandina berûyan kir û bi gopalê xwe çal koland. Çakar di demeke kurt de bi sedan tovên berûyê çand û wiha got: “Darên me têne birîn, desthilatdariyê dareke tenê jî ji me re nehişt. Her darekî ku hatiye birîn, em ê ji nû ve biçînin. Bêyî daran jiyan nabe. Aştî bi xwezayê re pêkan e. Bi talana xwezaya me ve biratî nabe. Berê ev der tev daristan bû. Me jiyana xwe li vir derbas dikir. Jiyan ji me re nehiştin. Em êdî nikarin bêhnê bistînin. Li vir santrala termîkê ava kirine û li qadeke berfireh giya jî şîn nabe. Mirov ji ber nexweşiyan dimirin. Sedema vê santrala termîkê ye. Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe. Ji bo vê jî çi ji destê me were em ê bikin.”
 
‘EM Ê JÎYANÊ JI NÛ VE ŞÎN BIKIN’
 
Halîme Baykaya (51) a ku berûyên li Hezexê berhevkirî anî quntara Çiyayê Cûdiyê ev tişt got: “Li şûna her darekî hatiye birîn, em ê darekî nû biçînin. Bila darên me neyên birîn. Bila xwezaya me êdî neyê talankirin. Dar jiyan e. Em ê heta dawiyê li dijî vê talanê derkevin. Heta ku em bijîn, em ê xwedî li xwezaya xwe derkevin.” Asya Tay (65) a ku ji Silopiyayê beşdarî çalakiyê bûbû, wiha axivî: “Em ê xwedî li xwezaya xwe derkevin. Heke baran nebare, em ê daran yek bi yek av bidin. Her darekî hatiye birîn, em ê ji nû ve şîn bikin. Çiyayên me ji bo me ji her tiştî biqîmettir in, em ê wan ji nû ve şîn bikin.”
 
‘JI BO HEMÛ ZINDEWERAN AŞTÎ’
 
Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Mehdi Aslan bang li her kesî kir ku xwedî li xwezayê derkevin û got: “Em ê daristanên Kurdistanê mîna daristanên Amazonê şîn bikin. Em ê kêliyekê jî nesekinin. Ji bo vê em ji Amedê hatin Botanê.” Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Gokhan Saran jî ku di destê wî de dowîza “Ji bo hemû zindeweran aştî” hebû, wiha axivî: “Şînkirina jiyanê, kêfxweşî û kelecaneke mezin dide me. Em ê jiyanê bi hev re şîn bikin. Bi birîna daran polîtîkaya bêmirovkirinê tê rêvebirin. Heke em behsa aştiyê bikin, divê em behsa van tiştan jî bikin. Kampanyaya 'Tu jî berûyekî kom bike, tu jî berûyekî biçîne' ji vê aliyê ve pir girîng e. Werin em bi hev re jiyana nû ava bikin.”
 
‘DAR BÎRA GEL IN’
 
Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Tahîr Cîn jî wiha axivî: “Her tovek ku tê çandin, tovekî hêviyê ye. Her dareke ku li vir hatiye birîn, bi sedan sal berê li vir bû. Ev dar di heman demê de bîra gel in. Dar bi awayekî sîstematîk wekî encama polîtîkayên şerê taybet têne birîn. Em dixwazin ji vê re bêjin ‘bes e’. Me berê jî gelek çalakî kirin. Em dixwazin pêşerojeke azad ava bikin. Bila her kes were û tovên hêviyê biçîne.”
 
Welatiyê bi navê Ahmet Başak jî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û got: “Ev polîtîka, salên dirêj in hene. Axên Kurdistanê hem di bin erdê de hem jî li ser erdê dewlemend in. Salên dirêj e xwezaya me tê talankirin. Pêvajoyek heye. Bêyî çareseriya bi xwezayê re, aştiyeke mayînde nabe. Berî her tiştî divê mirov bi xwezayê re li hev were. Dibêjin pêvajo heye lê xwezaya me tê talankirin. Li hemberî vê, me berû çand.”
 
MA / Emrullah Acar