Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin

img

AMED - Mûrat Çelîk ku piştî 31 salan ji girtîgehê hate berdan, li warê xwe Bismilê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. 

Mûrat Çelîk ku di sala 1994’an de li Erzînganê hate girtin û cezayê muebbetê lê hatibû birîn, piştî 31 salan hate berdan. Çelîk, li Girtîgeha Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihar ragirtin û li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe ve hate pêşwazîkirin. Çelîk û kesên pê re, piştre hatin navçeya Bismilê ya Amedê. Çelîk, li vir j hêla hevşaredarên navçeyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de konfetî hatin etqandin, tililî hatin avêtin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
Hevserokê DBP’a Bismilê Yûsûf Ataş di pêşwazîkirinê de diyar kir ku gelê Kurd dest bi pêvajoyeke nû kiriye û got: “Divê her kes xwedî li ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ derkeve.” 
 
Mûrat Çelîk jî xwest ku girtiyên din bên berdan û dê têkoşîna xwe bidomîne. Çelîk: “Em 30 sal in di girtîgehê de man û ev qet mesele nîne. Heval û rêhevalên me yên di vê rêyê de canê xwe dan hebûn û em jî dê li ser şopa wan bin. Rewşa Kurdan a niha ya li Rojhilata Navîn gelek baş e. Heke em xwe bêhtir birêxistin bikin dê azadiya me ewqas nêztir be.”