Ji Japonyayê heta Îngilistanê cîhan ji bo Rojavayê li ser pêyan e
Êrişên li ser Rojavayê li gelek welatên cîhanê hatin protestokirin û banga "Rojava biparêzin, Kurdistanê li dijî barbarên xwînxwar biparêzin" hatin kirin.
- 23:12
Kurdistana Federe ji bo Rojavayê li ser pêyan e
Li Herêma Kurdistana Federe xwepêşandanên li dijî êrişên li ser Rojavayê berdewam dikin.
- 22:53
Gel li Dêrikê tabûra leşkerî ava kir
Li Dêrika Rojavayê ku seferberî lê hat ragihandin, gel ji bo bersivdayîna êrişan avakirina tabura leşkerî ragihand.
- 22:32
Li dijî çalakiyên rojavayê hewldana êrişa çekdarî
Li Zurîhê êrişkarê ku bi çekê hewl da êrişî çalakiyên ji bo Rojavayê bike, ji aliyê çalakgeran ve hat bêbandorkirin.
- 22:03
Xelkê Hesekê karwanên Qamişloyê pêşwazî kir
Xelkê Hesekê konvoyên ku ji Qamişloyê hatin bi dirûşmeyên berxwedanê pêşwazî kir.
- 21:31
Parêzvanên Siwêdayê 2 dronên HTŞ-DAIŞ’ê xistin
Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê li eniya bakurê rojavayê bajarê Siwêdayê 2 dronên HTŞ-DAIŞ’ê xistin.
- 21:14
Dê ji bo Selîm Sadak merasîm bê lidarxistin
Ji bo Siyasetmedar Selîm Sadak ku jiyana xwe ji dest da, wê sibê li Ilsfeldê merasîm were lidarxistin.
- 21:00
Partiya Sosyalîst a Hindîstanê: Em li cem gelê Kurd in
Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Sosyalîst a Hindistanê, têkildarî êrişên li ser Rojavayê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Rojavayî Kurd bi tenê hiştine û banga piştevaniya navneteweyî hat kirin.
- 20:55
Li Atinayê li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê êriş hatin şermzarkirin
Bi sedan kes li Atinayê bi meşekî girseyî êrişên li ser Rojavayê, dorpêçkirina Kobanê û gefên operasyonên leşkerî yên nû protesto kirin.
- 20:16
CUP: Em emperyalîzmê têk bibin, Rojavayê biparêzin!
Platforma Yekîtiya Gel (CUP) a li Katalonyayê di daxuyaniya xwe ya der barê êrişên li ser Rojavayê de, berpirsiyariya DYA, Fransa û Spanyayê ya di êrişan de rexne kir.
- 19:59
YPG-YPJ: Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin
YPG-YPJ’ê ku banga beşdariya li seferberiyê kirin, gotin: “Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.”
- 19:42
Cemîl Kobanê: Berxwedana me dê bibe çavkaniya îlhamê ya azadiyê
Endamê Fermandariya Giştî ya HSD’ê Cemîl Kobanê got:"Berxwedana gelê Kurd wê ji bo hemû gelên ku dixwazin bi azad bijîn bibe çavkaniya îlhamê."
- 19:34
Polîsan êrişî çalakiya ji bo Rojava kir: Parlamenterê DEM Partiyê rakirin nexweşxaneyê
Polîsan êrişî girseya ku êrişên li ser Rojavayê protesto dikir kir û gelek kes binçav kirin. Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat ku di dema êrişê de polîsan ew derb kir, rakirin nexweşxaneyê.
- 18:48
HSD: Niyeta Şamê êriş e
HSD'ê diyar kir ku tevî agirbesta di navbera wê û hikumeta demkî de jî, hikûmet bi awayekî sîstematîk amadekariyên xwe yên leşkerî li herêmên Cizîrê û Kobanê zêde dike û got ku divê aliyên eleqedar bi lezgînî hewldanên xwe yên pêşîgirtina li van gavan bikin.
- 18:36
Ji Rêveberiya Xweser ji bo Kobanê banga lezgîn
Rêveberiya Xweser, der barê dorpêça li ser bajarê Kobanê de bangek lezgîn kir û diyar kir ku pêwîstî bi çareseriyeke demildest, vekirina korîdorên ewlehiyê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û tibî, bêyî qeyd û şertan, heye.
- 18:30
Dayikên Aştiyê jî tev li kampanyayê kezîhûnandinê bûn
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê tevlî kampanyaya "kezîhûnandinê" bûn, li dijî kurkirina porê şervaneke YPJ'ê ku ji aliyê komên ku êrişî Rojavayê dikin ve hatibû kurkirin û paşê hatibû parvekirin.
- 18:14
Bijîşkên li Silêmaniyê dixwazin biçin Rojavayê
Bijîşkên li Silêmaniyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe xwestin ku rê ji bo wan bê vekirin ku xwe bigihînin Rojavayê.
- 18:03
Li Rojavayê li her derî seferberî
Welatiyên gundên Til Cemal û Sêgira yên Girkê Legê xwarinê ji şervanên ciwan ên mêr û jin re amade dikin û belav dikin.
- 17:58
HSD: HTŞ agirbestê binpê dike, 2 şervanên me birîndar bûn
HSD'ê ragihand ku di êrişa droneke xwekuj a komên paramîlîter ên girêdayî HTŞ'ê ya li dijî gundê Sefa yê başûrê bajarê Çilaxayê de 2 şervanên wan birîndar bûne û dronek jî hatiye xistin.
- 17:51
Li Stenbolê çalakî ji bo Rojavayê: Her kolan qada berxwedanê ye
Girseya ku li Stenbolê ji bo protestokirina êrişên li ser Rojavayê kom bû, ber bi Saraçhaneyê ve meşiya. Tevî êrişên polîsan jî, gel kolanan neterikand û dirûşmeyên "Rojava berxwedan e, teslîm nayê girtin" berz kirin.
- 17:46
Gelê Qeladizê ji bo Rojava meşeke girseyî li dar xist
Li navçeya Qeladizê ya bi ser Îdareya Raperînê ve ji bo Rojava dakete qadan û meşeke girseyî li dar xist.
- 16:50
Ferhan Hac Îsa: Gelê Kobanê bi qirkirinê rû bi rû ye
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhan Hac Îsa, banga rakirina dorpêça li ser Kobanê kir. Hec Îsa, got ku pêdiviyên sereke li ber tunebûne ne û gelê Kobanê bi qirkirinekê rû bi rû ye.
- 16:46
Ji bo Rojava dê li Serêkaniyê meş bê lidarxistin
Ji bo protestokirina êrişên ser rojavayê Kurdistanê dê di roja sêşemê de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê meş bê lidarxistin.
- 16:28
Kulter bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ hate pêşwazîkirin
Mehmet Kulter ku ji Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tehliye bû, li bajarê xwe Silopiyayê bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin.
- 16:21