Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye

  • rojane
  • 10:17 20 Sibat 2025
  • |

AMED –Dayika 92 salî Enze Tunelî 31 sal in li bendê ye kurê wê ji girtîgehê derkeve. Du caran înfaza kurê wê hat taloqkirin û dayik dixwaze ev zilm bi dawî bibe.

Ahmet Tunelî di 1’ê cotmeha 1994’an de li mala xwe ya li navçeya Rezan a Amedê hat binçavkirin û girtin. Di sala 1996’an de bi îdiaya xirabkirina yekbûna dewletê cezayê muebetê lê hat birîn. Dihat payîn ku Tunelî di 31’ê cotmeha 2024’an de bê berdan. Tunelî niha Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê ya Hejmar 2 de tê girtin û ji ber rapora Lijneya Çavdariyê ya Îdareya Girtîgehê bi hinceta ‘rewşa baş’ nîn e rapor da û serbestberdana wî hat taloqkirin. 
 
Lijneya Çavdariyê ya Îdareya Girtîgehê di 5’ê sibata 2025’an de careke din li hev kom bû û dîsa bi hinceta rewşa baş nîn e û poşman nabe tahliyeya wî 6 mehên din dirêj kir. 
 
‘NIZANIM EZ Ê BIBÎNIM AN NA’
 
Enze (Azîze) Tunelî ya 92 salî ev 31 sal in li benda kurê xwe ye û ji ber nexweşiyê niha nikare rabe ser pêya û diyar kir ku kurê wê li girtîgehên Mûş, Ordu, Stenbol û Sêwregê de maye. Ji ber nexweşiyan Tunelî 2 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe û wiha got: “Me got hindik ma, hindik ma her tim çavê me li rê bû. Herî dawî me got dê îro tahliye bibe, sibê tahliye bibe 6 mehên din jî tahliye taloq kirin. Niha nexweşiya min giran e, nizanim ez ê wî bibînim an na.”
 
‘CEZAYÊ WÎ QEDIYA ÇIMA BERNADIN?’
 
Enze Tunelî da zanîn ku Ahmet Tunelî kurê wê ya herî biçûk e  û wiha got: “Min ew bi delalî mezin kir. Tenê daxwazeke min heye û ew jî dîtina wî ye. Ger bihata malê min ê li mêze bikira, wî ez mêze bikirama.” Tunelî got ku kurê xwe di xewnên xwe de dibîne û wiha axivî: “Ez pir bêriya wî dikim. Min her tim hêviyên xwe parast. Cezayê wî jî qedtiya çima bernadin? Tenê derdekî min heye û ew jî serbest berdana wî ye. Em ditirsin ku piştî 6 mehan dîsa serbest neyê berdan. Êdî bes e bila serbest were berdan. Çavê me li rêya wî ye.”
 
MA / Mujdat Can