Erdogan: Bi DEM Partiyê re em li ser mijara tiştên dikarin bikin axivîn

img

ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, têkildarî hevdîtina di resepsiyona vekirina Meclisê de bi koma DEM Partiyê re kiribû axivî û got ku têkildarî tiştên dikarin di pêşerojê de bikin axivîne. 

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, dema ji serdana Azerbaycanê vedigeriya, di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan, têkildarî hevdîtina di dema resepsiyona vekirina Meclisê de bi serokên muxalefetê re kirî axivî û got: “Tevlibûna kesên hatine vexwendin pir girîng bû. Ew wêne, wêneyê rasteqîn ê Tirkiyeyê bû. Yên nebûn parçeyeke ji wî wêneyî, bila rûnin û hesaba xwe ya vê bikin. Em li wir bi koma DEM’ê re jî civiyan, me sihbet kir. Ji bilî van sihbetan, ji bo pêşerojê em dikarin çi bikin? Firsenda me çêbû ku li ser vê mijarê jî biaxivin. Hêvîdarim bibe wesîleya tiştên bixêr.”