Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclisê bal kişand ser zextên ser zimanê Kurdî û got: “Li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd dijîn lê hêj jî li Meclisê silavdayina bi Kurdî qedexe ye.” 

Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclisê daxuyanî da û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Temellî bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî bal kişand ser zimanên ku di bin zextê de ne û anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek ziman li ber tunebûnê ne.
 
Temellî, bi domdarî got: “Zexta herî giran li ser zimanê Kurdî ye. Ji bilî Kurdî nêzîkatiya dewletê li zimanê din, kêm jî be erênî ye.”
 
Temellî, diyar kir ku derfetên bikaranîna Kurdî her roj hîn bêhtir têne kêmkirin, şano têne qedexekirin, xizmeta Kurdî ya şaredariyan têne qedexekirin, mafê darizandinê yê Kurdî tê desteserkirin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji xwe nîne. Temellî, destnîşan kir ku li Meclisê hêj jî silaveke kurt a bi Kurdî qedexe ye û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî 25 milyon mirovên me yên Kurd hene. Bi zimanê xwe yê dayikê silavek jî be, gotinek jî be divê em li karibin li ser kursiya meclisê bînin ser ziman. Em qedexekirina vê yekê qebûl nakin."
 
MECLIS BERSIVÊ NADE BENDEWARIYAN
 
Temellî, got: “Zimanê dayikê maf e, nabe ku bibe mijara nîqaşê û qedexekirinê. Meclis, çareseriyê ji mafên welatiyan re peyda nake.”