ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dê di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de biçe serdana Koma Meclisê ya DEM Partiyê.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dê vê hefteyê bi rojeva destûra bingehîn a nû û guherîna rêznameyê biçe serdana partiyên siyasî yên komên wan li Meclisê hene. Kurtulmuş dê ji ewil di 30’ê nîsanê de biçe serdana Koma CHP’ê.
Her wiha Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê saet di 12.00’an de biçe serdana Koma Meclisê ya DEM Partiyê û têkildarî destûra bingehîn a nû de bişêwirin.